• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Keskîn Bayindir: Heke niyeta we aştî be rê diyar e

    Keskîn Bayindir: Heke niyeta we aştî be rê diyar e

    Polîsan li Sêrtê bi ser gelek malan de girt

    Polîsan li Sêrtê bi ser gelek malan de girt

    MED TUHAD-FED: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

    MED TUHAD-FED: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

    Li Bedlîsê Dayika Aştiyê jî di nav de 17 kes hatin binçavkirin

    Li Bedlîsê Dayika Aştiyê jî di nav de 17 kes hatin binçavkirin

    KNKê ji bo Bozarslan peyama sersaxiyê weşand

    KNK: Em ê hewl bidin konferansek berfireh li dar bixin

    Cenazeyê Fehîm Tosun ev 3 roj in li ser berfê tê sekinandin!

    Cenazeyê Fehîm Tosun ev 3 roj in li ser berfê tê sekinandin!

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Keskîn Bayindir: Heke niyeta we aştî be rê diyar e

    Keskîn Bayindir: Heke niyeta we aştî be rê diyar e

    Polîsan li Sêrtê bi ser gelek malan de girt

    Polîsan li Sêrtê bi ser gelek malan de girt

    MED TUHAD-FED: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

    MED TUHAD-FED: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

    Li Bedlîsê Dayika Aştiyê jî di nav de 17 kes hatin binçavkirin

    Li Bedlîsê Dayika Aştiyê jî di nav de 17 kes hatin binçavkirin

    KNKê ji bo Bozarslan peyama sersaxiyê weşand

    KNK: Em ê hewl bidin konferansek berfireh li dar bixin

    Cenazeyê Fehîm Tosun ev 3 roj in li ser berfê tê sekinandin!

    Cenazeyê Fehîm Tosun ev 3 roj in li ser berfê tê sekinandin!

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

MED TUHAD-FED: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

Amed / AW

25 ADAR 2026 - 13:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
MED TUHAD-FEDê derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li avahiya xwe civînek li dar xist. MED TUHAD-FEDê qala binpêkirinên mafan û zextên li girtîgehan kir û xwest girtiyên nexweş demildest bên berdan. MED TUHAD-FEDê da zanîn ku ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dane.

Federasyona Komaleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û pêvajoya heyî li avahiya xwe ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokên MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat û Pinar Sakik Tekîn di civînê de axivîn. MED TUHAD-FEDê di civînê de bal kişand ser binpêkirinên mafan û zextên li girtîgehan û da zanîn ku bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dane.

Di daxuyaniyê bal kişandin ser girtiyên nexweşên zindana û ji bo zextên li ser zindanan bê sekinan bi awayekî fermî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin serlêdana Wezareta Dadê hatiye kirin.

‘Em hêvîdar in ku ev pêvajo bidome’

Kerem Canpolat ku ewilî axivî, bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û got: “Ev pêvajo li welatê me destpêkirî bi taybetî li Rojhilata Navîn ku îro şerê Amerîka, Îran û Îsraîlê tê de didome, xwedî wateyeke gelekî mezin e. Pêvajoya ku li Tirkiye û bakurê Kurdistanê dest pê kiriye û didome, di demeke baş û zêrîn de dest pê kiriye. Em hêvîdar in ku ev pêvajo bidome. Divê astengî û xetimandinên li pêşiya vê pêvajoyê, ji aliyê dewletê, hikûmetê û desthilatdariyê ve rast werin xwendin; bi aliyê erênî û aştiyê ve werin nirxandin û ji bo qonaxa duyemîn, ber bi dayîna mafan ve gav werin avêtin.”

‘Li zindana binpêkirinên mafên mirovan hene’

Kerem Canpolat nerazîbûna xwe nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin da û wiha domand: “Her çend dewlet dibêje em pêvajoyê didomin jî, di zindanan de zext, zehmetî û binpêkirinên mafên mirovan hene. Nêzî şeş meh in li zindanên Tirkiye û Kurdistanê tiştên nebaş çêdibin. Em van tiştên nebaş tenê wekî kêmasiyên îdareyê nanirxînin; em dibêjin ku ev nêzîkatiyeke sîstematîk e û ji aliyê dewletê ve tê meşandin. Ev yek jî derbarê pêvajoyê de me dixe nav guman û fikaran. Civaka me bi girtîgehan ve girêdayî ye; bi hezaran girtiyên azadiyê û bi sed hezaran malbatên wan hene. Di dîroka van sed salan de, dewletê her tim Kurd xapandine û sozên xwe bi cih neanîne, lewma gumanên heyî zêde dibin. Li zindanên Erzirom, Qeyserî, Xarpêt, Kurkçulera Edeneyê û Amedê zextên mezin hene, mafên tenduristî û însanî yên girtiyan tên astengkirin.”

Kerem Canpolat destnîşan kir ku bingeha pêvajoyê li zindanan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Girtiyên azadiyê ji bo malbatên me û civaka kurd xeteke sor in. Em dixwazin dewlet û tevahiya siyaseta Tirkiyeyê vê xeta sor fêm bikin û bi hurmet nêzîkî girtiyan bibin. Her wiha, girtiyên ku cezayên wan qediyane, bi hincetên biçûk û derqanûnî ji aliyê desteyan ve nayên berdan; înfaza wan du, çar, an jî şeş mehan tê taloqkirin û şewitandin. Divê dewlet demildest vê neheqiyê çareser bike û girtiyên ku cezayê wan qediya ye azad bike. Girtiyên ku bi salan di zindanan de mane, heke werin berdan dikarin li derve ji bo pêvajo û civakê alîkariyeke mezin bikin.”

Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin

Pinar Sakik Tekîn jî bi lêv kir ku her çiqas pêvajoya heyî berdewam bike jî ev yek bandorê li girtîgehan nake û da zanîn ku ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dane. Pinar Sakik Tekîn anî ziman ku li girtîgehan bi awayekî sîstematîk pêkanîn keyfî tên kirin û got: “Îro girtiyên nexweşên giran û yên temen mezin bi israr di hundir de tên hiştin. Weke sazî, me çend caran ev mijar xist rojeva wijdana raya giştî û me çiqas bang li rayedaran kiribe jî, mixabin ev rewş hêj jî berdewam dike.”

‘Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan.

Pinar Sakik Tekîn bal kişand ser Mehmet Edîp Taşar ê duh li Girtîgeha Sîlîvriyê jiyana xwe ji dest da û wiha domand: “Gelek hevalên din jî di heman rewşê de ne. Mehmet Emîn Çam heye; ew jî bi heman awayî nexweş e, di rewşeke wisa de ye ku êdî malbata xwe nas nake û temenê wî jî zêdetirî 70 saliyê ye. Dîsa em dikarin Fîkrî Tûglûk weke mînak nîşan bidin. Fikri Tûglûk nêzî 30 salan di girtîgehê de ma û hate berdan. Hevrêyê me yê ku bi rapora bijîşkan a “nikare di girtîgehê de bimîne” hatibû berdan, careke din hate girtin. Sedem çi ye? Ji ber ku bijîşkan ew raporên pêwîst nedan, hevalê me careke din hate girtin. Bi vî awayî gelek navên din hene ku em dikarin weke mînak nîşan bidin. Û hiştina van mirovan a di hundir de, ji siyasetê wêdetir e û bêguman rewşeke nayê qebûlkirin e. Di vê xalê de, di demekê de ku divê ATK bi çavdêrî û venêrînên xwe yên di nava sîstema hiqûqê de alîkariya dadperweriyê bike, mixabin îro bi nêzîkatiyên xwe yên keyfî, bi nêzîkatiyên xwe yên di bin navê ‘dosyeya terorê’ de, bi helwesta xwe ya alîgir û cudaxwaz re dibe sedema derketina vê tabloya nexweş. Ji ber vê sedemê, divê girtiyên nexweş demildest werin berdan.”

Etîket: Abdullah Ocalangirtiyên nexweşKerem CanpolatMED TUHAD-FEDPinar Sakik Tekîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Newroza Colemêrgê: Bi ruhê yekitiyê dê bi agirê Newrozê bêtir geştir bibe

Newroza Colemêrgê: Bi ruhê yekitiyê dê bi agirê Newrozê bêtir geştir bibe

24 ADAR 2026
Li Şemzînanê welatiyan bi coşeke mezin Newroz pîroz kir

Li Şemzînanê welatiyan bi coşeke mezin Newroz pîroz kir

23 ADAR 2026
‘Bi milyonan mirov li qadan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin’

‘Bi milyonan mirov li qadan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin’

23 ADAR 2026
Li Muglayê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin

Li Muglayê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin

22 ADAR 2026
Leyla Zana: Gel Serok Apo li vir dixwaze

Leyla Zana: Girava Îmraliyê êdî girava Aştî û Azadiyê ye

22 ADAR 2026
Tulay Hatîmogullari: Divê şert û mercên azad ên birêz Ocalan pêk were

Tulay Hatîmogullari: Divê şert û mercên azad ên birêz Ocalan pêk were

22 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Agiriyê dayîka Sema Yuce agirê Newrozê pê xist

    Li Agiriyê dayîka Sema Yuce agirê Newrozê pê xist

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê yek jê zarok 10 kes hatin girtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Colemêrgê: Bi ruhê yekitiyê dê bi agirê Newrozê bêtir geştir bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê 18 kes hatin girtin: We çima şala kesk, sor û zer girê da?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Klîba ‘Firtona Ji Agirin’ hat weşandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 15 jinên têkoşer li Hezoyê hatin bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di Newroza îsal de daxwaza mîsogeriya azadî û yekîtiyê hat kirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Amerîkayê 15 şertên xwe da ber Îranê lê Îranê îro jî êrişên Siûdî û Kuweytê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (985)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne