Enqere – Parlamenterê Partiya DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen tekildarî êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê anî ziman ku divê Tirkiye krîzan kûr neke û bi helwesta çareseriyê rabe û got: “Heke şer belavî tevahî Sûriyeyê bibe dê herî zêde Tirkiye jê zirarê bibîne.”
Hezên hikumeta demkî ya Şamê û komên çekdar ên giredayî Tirkiye di 5ê Çileyê vir ve bi çekên giran êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dikin. Zarok, jin, kal û pîr di nav de gelek kes ji aliyên komên çekdar vê hatin kuştin. Komên çekdar li dijî welatiyên sivîl, jin û zarokan, mizgeft û nexweşxaneyan bi awayekî li dijî mirovî bênavber êrişên xwe didomînin. Hezên ewlehiyê û welatiyên taxan li dijî êrişan parastinê dikin û nahêlin komên çekdar bikevin nava taxê. Herçiqas ji aliyê medyaya Tirkiye û hikumeta demkî ya Şamê ve were gotin ku welatiyên taxê ji taxê derdikevin jî berovajî vê yekê Meclîsa Taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd dûh bi daxuyaniyeke ragihand ku ew li dijî êrişan li ber xwe didin û dev ji taxên xwe bernadin.
Li dijî êrişên taxan li tevahî Kurdistanê û derveyî welat gel li kolanan bertek nîşanî êrişan dide. Her wiha êrişên li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji aliyê partiyên siyasî yên Kurdistan, Tirkiye û gelek welatên cîhanê vê jî tên şermezar kirin. Parlamenterê Partiya DEVAyê û endamê Komîsyona Demokrasî, Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Mîllî Mehmet Emîn Ekmen tekildarî êrişan ji Ajansa Welat re axivî.
‘Divê Tirkiye qirîzan kûr neke û bi helwesta çareseriyê rabe’
Mehmet Emîn Ekmen diyar kir ku divê Tirkiye ne bi helwesteke pirsgirêkan kûr dike lê helwesteke çareserî û diyalogê pêş dixe rabe û wiha got: “Beriya her tiştî kuştina welatiyên sivîl wijdana me birîndar dike û ji hemû berjewendiyan girîngtir e. Tecrubeyên 13 salan a Sûriyeyê ew yek nîşanî me da; rêbazên lêşkerî û pêvçûn pirsigrêkan çareser nakin lê tenê kûr dike. Di navbera HSDê û hikumeta Şamê de mutabakata 10ê Adarê jî heye. Civaka navneteweyî jî piştgiriya wê mutabakatê dike lê tevî zemîneke diyalogê ya xurt heye jî rêbazên lêşkerî û bombebarankirina taxan divê nebe rêbaza çareseriyê. Birêz Hakan Fîdan dibêje divê entegrasyon pêk were û rêveberiyên paralel bi dawî bibin. Ew rast e lê rêya vê ne mudaxaleyên lêşkerî ne. Rêya vê diyalog û muzakere ye. Ya ku dikeve li ser milê Tirkiyeyê jî her du aliyan teşwîqî şer neke berovajî wê ji bo çareseriyeke aştiyanê rola garantoriyê bilîze û çareseriyê pêşbixîne. Divê Tirkiye li Sûriyeyê roleke ku hemû netewe û bawerî xwedî maf bin û rêveberiyeke pir reng pêk were bilîze. Divê hikumeta Şamê teşwîq bike ku rêveberiyeke pir reng ku hemû netew û bawerî xwe di Sûriyeyê de bibînin pêşbixîne û roleke garantoriyê bilîze.”
‘Heke hûn ji Kurdên dervê re bêjin dijmin zehmete Kurdên hundir ji we bawer bin’
Di berdewama axaftina xwe de Mehmet Emîn Ekmen tekildarî bandora polîtikayên Tirkiyeyê li Sûriyeyê li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û ev tişt gotin: “Polîtîkaya derve û aştiya navxweyî weke goşt û hestî ne. Li hev nayên cûda kirin. Heke hûn Kurdên li derveyî sînorên Tirkiyeyê re bejin ‘hebûna we xetere ye û dijminin’ zehmete ku Kurdên li vir gotinên we yên, ‘Em birayê hev in’ bawer bikin. Îro li Enqereyê ji aliyekî ve hewl bidin pêşiya siyasetê vêbikin û birînên derbasbûyî bipêçin û ji aliyê din vê jî li dijî zirarên welatiyên sivîl ên Heleb û Qamişloyê bêdeng bimînin û heta were gotin ku bandora we jî ji vê yekê heye ew dibe sedema ku pira xwişk û biratiyê ya dixwazin li vir ava bikin zerarê bibînê. Vizyona me ew e; Tirkiye ne tene ji bo Kurdên di nav sînorê xwe de ji bo hemû gelên herême bi awayekî demokratik bên temsil kirin rol bilîze. Li Sûriyeyê dema mafên Kurd, Ereb, Turkmen û hemû gelan di makezagonê de hatin mîsogerkirin ew ji bo Tirkiyeyê nabe xetereyek berovajî wê dibe temînatek. Ji bo wê jî divê em destûr nedin ku zimanê ewlehiyê yê dervê bibe sedema jehrîkirina aştiya hûndirîn.”
‘Heke şer belav bibe herî zêde Tirkiye dê zerarê bibînê’
Mehmet Emîn Ekmen destnîşan kir ku heke şerê li Helebê belavî tevahiya Sûriyeyê bibe zerara herî mezin dê Tirkiye bibînê û wiha pê dê çû: “Yek; ji aliyê mirovî ve ji Helebê û Idlîbe bi hezaran penaber dê werin ber sînor. Kapasîteya Tirkiyeyê ku van penaberan qebûl bike tune ye. Ne aboriya me û ne jî sosyolojiya me nikare rake. Ya 2yemîn; ji aliyê ewlehiyê ve zemîna pêvçûnan herî zêde hezên radîkal xurt dike. Bê îstîkararbûn ewlehiya me ya sînoran bêhtir lawaz dike. Niha Amerîka, Ewropa û hemû dewletên cîhanê bang dikin û dibêjin vêgerin ser mutabakata 10ê Adarê û pêvçûnan bi dawî bikin. Dema dinya wisa bêje macerayên herême bixe nava agir ne li gor berjewendiyên Tirkiyeyê ne. Ya ku dikeve ser milê me ne gurkirina agire bêyî ew agir were nava me divê em wî vemirînin. Em hevî dikin li gorî mûtebeqata 10ê Adarê Sûriyeyeke nû were avakirin.”
‘Di aştiyê de kes winda nake û di şer de jî kes bi ser nakeve’
Di dawiya axaftina xwe de Mehmet Emîn Ekmen ev bang li partiyên desthilat û muxalefetê kir: “Divê polîtîkaya derveyî welat û mijara Kurd em weke siyaseta rojane û hesabên denggirtinê negirin dest. Weke partiyên siyasî ya ku dikeve li ser milê me ew e ku em Meclisa Tirkiyeyê bikin navenda çareseriyê. 40 sal in em dibînin ser pirsgirêkan girtin û polîtikayên ewlehiyê tu çareseriyan bi xwe re naîne. Ji bo wê jî werin em ne bi tirsên xwe lê bi heviyên xwe siyasetê bikin. Hem li Sûriyeyê û hem jî li Tirkiyeyê zemîna bi dawîbûna çekan û pêkhatina hiqûq û demokrasiyê bi hev re ava bikin. Li ser vê yekê kî gavên erênî biaveje em ê piştgiriyê bidinê. Ji ber ku di aştiyê de kes winda nake û di şer de jî kes bi ser nakeve.”












