Wan – Karkerê kana komirê Mehmet Ertak di 18ê Tebaxa 1992yan de ji hêla polîsan ve tê binçavkirin û dû re jî tê windakirin. Tevî girteka fermî ya binçavkirinê jî dewlet û emniyet windakirina Mehmet Ertak qebûl nakin, lewma Mehmet Ertak hê jî di resmiyetê de sax xuya dike.
Li Kurdistan û Tirkiyeyê kuştinên kiryar nediyar ku ji salên 1980yî dest pê kir û heta salên 2000î dewam kir, bêhiqûqiyek gelek mezin bi xwe re anî. Li gor lêkolînên saziyên mafên mirovan ji salên 1980yî, 1990î û vir ve 17 hezar kuştinên kiryar nediyar rû dane. Malbatên windayan ku ev bi salan e li bajarên cuda cuda li aqûbeta xizmên xwe dipirsin, ti encam bi dest nexistine û dewlet û desthilatê jî ji bo zelalkirina van kuştinan ti gav neavêtine. Yek ji wan malbata Mehmet Ertak e ku di 18ê Tebaxa 1992yan de li Şirnexê gava ji kar vedigere tê binçavkirin û dû re jî tê windakirin. Kurê Mehmet Ertak, Serhat Ertak ku niha tevî malbata xwe li Wanê dijî, behsa pêvajoya windakirina bavê xwe kir û bêhiqûqiya li wan hatiye kirin vegot.
Mehmet Ertak navê kure xwe danîbû Serhat, lê wê demê bi hinceta navên kurdî qedexe ne, memûrê nifûsê navê wî weke Servet nivîsandiye. Dema Mehmet Ertak hat windakirin, çar zarokên wî li pey man. Gava hatiye windakirin jî kurê wî Serhat 6 salî bûye. Serhat niha tevî dayik û birayên xwe li Wanê dijî û karker e. Serhat Ertak ji bo bi aqûbeta bavê xwe bizanibe di ÎHDê de 5 salan xebat meşandin û hê jî di nava xebatên mafên mirovan de cih digire.
Mehmet Ertak kesek xwenas bûye
Mehmet Ertak gava tê binçavkirin û windakirin hê 36 salî ye. Beriya ku bê windakirin 2 car din jî hatibû binçavkirin û îşkenceyên giran lê tên kirin. Ertak di kana komîrê de karker bûye û bi welatparêziya xwe hatiye nasîn. Mehmet Ertak karekî siyasî nedikir, lê di salên 90î de ku li Kurdistanê dîrokeke girîng e, tu welatparêz bî û xwenas bî rastiyê tundiya dewletê dihatî. Mehmet Ertak jî xwe nas dikir û nasnameya xwe ya Kurdbûnê xwedî derdiket, lewma bû hedefa dewletê. Ne tenê Mehmet Ertak, li Kurdistan û Tirkiyeyê nêzî 17 hezar kes bûn hedef û niha winda ne.
Gava tê binçavkirin girteka fermî jî tê girtin
Mehmet Ertak li mezraya Rezok ya girêdayî navenda Şirnexê dijî û mala wî bi qasî 10 deqeyan ji Şirnex dûr bûye. Kana Komirê ya lê dixebitî jî di navbera navçeya Cizîr û Şirnexê de bûye.Serhat Ertak gava behsa bavê xwe kir, bal kişand ser girîngiya sala 1992yan û diyar kir ku di sala 1992yan de cihên weke Şirnex û Nisêbînê ji ber qedexekirina Newrozê çend bûyer derketin. Serhat Ertak bi bîr xist ku di wan bûyeran de gelek kesan jiyana xwe ji dest da û got: “Di nava meha tebaxê ya 1992yan de jî nêzî 3 rojan li Şirnexê pêvçûn derdikevin. Bavê min û hevalên wî jî dema ji kar vedigerin û berê xwe didin Şirnexê, li Qereqola Bakimê tên rawestandin. Bavê min li wir tê binçavkirin û tûtanaka fermî ya binçavkirinê jî tê girtin.”
Polîs binçavkirina Mehmet Ertak înkar dikin
Piştî binçavkirina Mehmet Ertak hevalên wî yên pê re agahiyê didin malbatê û bav û birayên Mehmet Ertak berê xwe didin qereqol û dozgeriyê. Lê malbata Ertak diçe ku her tim dibêjin “agahiya me ji Mehmet Ertak nîn e” û binçavkirina Mehmet Ertak înkar dikin. Ji ber ku wan rojan gelek welatî hatibûn binçavkirin, yek û yek dibirin dadgehê. Malbata Ertak jî her roj diçe ber deriyê dadgehê ka wê Mehmet bînin yan na. Bavê Mehmet Ertak Îsmaîl Ertak hema bibêje li hemû qereqolên polîs û leşkeran ên li Şirnexê digere, lê ji kurê xwe Mehmet Ertak ti agahî nagire.
Tahîr Elçî dosyeya Mehmet Ertak digire û dozê vedike
Di wan rojan de şandeyek mafên mirovan li ser bûyerên li Şirnexê diqewimin diçe Şirnexê. Di nava şandeyê de parêzer û Serokê Baroya Amedê yê ku li kûçeyên navçeya Sûr a Amedê hatiye kuştin Tahîr Elçî jî hebû û bi dosyeya Mehmet Ertak ve eleqedar dibe. Tahîr Elçî wê demê li Cizîrê parêzertî dikir û belge û agahiyên derbarê dosyeya Mehmet Ertak de kom dike, dibe buroya xwe, li ser dixebite û dozê vedike. Tahîr Elçî xwe gihandibû girtekek fermî ya binçavkirina Mehmet Ertak ku şeva hatiye binçavkirin hatibû girtin. Lê rojekê li ser buroya Tahîr Elçî de jî tê girtin û polîs hemû belgeyên di buroyê de kom dikin. Tahîr Elçî îhtîmala serdegirtina buroyê texmîn kiribû û ji bo tevdîr bigire girteka fermî ya binçavkirina Mehmet Ertak vedişêre. Bi vê girtekê re dewlet bi awayek li ser sûc hat girtin.
Mûrat Îpek ê JÎTEMî kuştina Mehmet Ertak îtîraf dike
Malbata Ertak piştî ku li Tirkiyeyê hemû rêyên hiqûqî bikar tîne û ti encaman nagire, di heman salê de ankû di sala 1992yan de bi rêya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dide. Di sala 2000î de DMME biryar dide û Tirkiyeyê bi sedema “binpêkirina mafê jiyanê ya di binçavan de” ceza dike. Tevî vê yekê jî înkara dewletê ya windakirina Mehmet Ertak berdewam dike. Xebatkarê JÎTEMê Mûrat Îpek ê ku di bin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê de weke “memûrê lêpirsînê” dixebitî, îtîrafên xwe yên di sala 1997an de ji raya giştî re eşkere dike û dibêje, “Me Mehmet Ertak bi talîmata Midûrê Emniyeta Şirnexê Necatî Altuntaş û Midûrê Şaxa Têkoşîna Li Dijî Terorê Mehmet Kaplan kuşt û veşart.”
‘Alîkariya rehmetî Tahîr Elçî gelek bû’
Serhat Ertak ku behsa pêvajoya lêpirsînê kir, bal kişand ser wê girteka fermî ya binçavkirina bavê xwe û ev yek anîn ziman: “Encamgirtin û darizandina Tirkiyeyê ya DMMEyê bi saya Tahîr Elçî çêbû. Wî girteka fermî veşart û di hemû dozan de pêşkêşî şandeya dadgehê kir. Lê mixabin ew bi xwe jî ji aliyê kesên nediyar ve hat kuştin. Em wî jî bi bîr tînin.”
Piştî salan şûnve jî emniyetê xwestiye ‘sûcê’ xwe veşêre
Ji ber ku dewlet windakirinê înkar dike, Mehmet Ertak di fermiyetê de hêj jî sax xuya dike. Serhat Ertak behsa vê mijarê jî kir û got ku çaxê ew di ÎHDê de dixebitî, emniyetê gazî wî kiriye. Serhat Ertak diyar kir ku ew bi hêvî û kelecaneke mezin çûye emniyetê û wiha pê de çû: “Min got belkî doza bavê min encam girtibe, lewma ez pir kelecan bûm. Ez çûm emniyetê û polîsan ji min re got, ‘em li ser îstîxbaratekê hîn bûne ku bavê te tev li rêxistinê bûye’. Gazî xwîşka min ya niha li Şirnexê dimîne kirin, gazî mamê min, meta min û hemû endamên malbatê kirin û heman tişt ji wan re jî gotin. Min bertek nîşanî vê yekê da min got ku ji xwe doza Mehmet Ertak diyar e, dewletê jî qebûl kiriye ku tazmînat daye me. Hûn çima malbatê rehet bernadin.”
Malbata Mehmet Ertak koçî Wanê dike
Hevjîna Mehmet Ertak Emîne Ertak tevî 4 zarokên xwe di heman sala hevjînê wê tê windakirin de koçî Wanê dikin. Xizmeke wan li Wanê xwedî li wan derdikeve, lê tevî vê yekê jî jiyaneke pir zor û zihmet derbas dikin. Serhat Ertak qala wan rojan jî kir û ev yek wiha anî ziman: “Gava em hatin Wanê 6 salî bûm gava em hatin Wanê û peyveke Tirkî min nedizanî. Dayika min wî çaxî 26 salî bû û niha ez çiqas hewl bidim jî, ez nikarim êş û elemên ku dayika min kişandî vebêjim. Gelek caran min dibihîst di nav cîhan de digiriya. Civaka me civakeke misilman e û her kes rojên Înê diçin gorên mirovên xwe ziyaret dikin. Lê me tiştekî wiha nedîtiye. Her tim gumanên me hebûn, gelo bavê min miriye yan nemiriye. Em bi alîkariya malbatê û keda dayika me mezin bûn û niha neviyên dayika min hene. Êdî ew diçin wêneyê bavê min di çalakiyan de bilind dikin û li aqûbeta bapîrê xwe dipirsin.”
‘Em xwedî li banga birêz Ocalan derbikevin’
Serhat Ertak bal kişand ser pêvajoya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin û anî ziman ku ew weke malbatek êşkêşandî realîst nêzîkî pêvajoyê dibin. Serhat Ertak da zanîn ku piştî 33 salan bavê wî êdî disa venagere jiyanê û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ev yek hat serê malbata min, ez naxwazim bê serê malbateke din jî. Lewma divê mirov xwedî li destê aştiyê yê tê dirêjkirin derbikeve. Divê bi vê pêvajoyê li Kurdistan û Tirkiyeyê aştiyeke birûmet bê avakirin. Hêviya me ev e, hinek baweriya me kêm be jî lê belê aştiya herî xerab ji şerê herê baş çêtir e. Divê em hemû xwedî li destê birêz Ocalan ê aştiyê derbikevin.”