Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan di pîrozbahiyên Mîhrîcana Rojên Amarayê de anî ziman ku rewşa Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê xetere û got: “Ji niha û şûn ve divê em têkoşîna xwe mezin bikin û Serok ji wir derxînin û bînin nav gele wî. Rewşa Serok li wir xeter e. Divê em ji niha şûn ve xebata xwe li ser azadkirina Serok mezin bikin.”
Rojbûna 77emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê bi hezaran kesan ve li mala Abdullah Ocalan jê ji dayikbûye ya gundê Amarayê ya navçeya Xelfetî ya Rihayê tê pîrozkirin. Hezaran kesên li navçeya Xelfetiyê bi meş bi rêketin gihiştin gundê Amarayê û bi gehiştina girseyê ve pîrozbahî jî destpêkirin. Xaniyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jê dayikbûyê bi wêneyên Abdullah Ocalan hatin xemilandin. Her wiha girseyê pankarta li ser, “Bi Rêbertiya azad ber bi yekitiya neteweyî ya Demokratîk ve” dinivsî hilgirtin û wêneyên Mahsûn Karaoglan û Mustafa Dag ku di 4ê Nîsana 2009an de di pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de di encama êrişa cendermeyan de hatibûn qetilkirin rakirin.
‘Heya Rêber Ocalan azad nebe ji bo me roj tune’
Aktivîsta TJAyê Adalet Fîdan di pîrozbahiyê de axivî, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Em li vir daxwaza azadiya Rêber Apo dikin. Em ê jî ji bo avakirina jiyana komînal tax bi tax, mal bi mal rêxistin û berxwedana xwe mezin bikin. Heta azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk nayê roj ji me re tune ye. Em ê ji bo mezinkirina rêxistina xwe têkoşîna xwe mezin bikin.”
‘Rewşa Serok li wir xeter e’
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan jî xêrhatina mevanan kir û ev tişt gotin: “Em li mala Serok rojbûna wî pîroz dikin. Ji niha û şûn ve divê em têkoşîna xwe mezin bikin û Serok li wir derxînin û bînin nav gele wî. Rewşa Serok li wir xeter e. Divê em niha şûn vê xebata xwe li ser azadkirina Serok mezin bikin. Ez gotineke Serok jî parve bikim; Serok got ku, ‘Divê ji niha şûn ve hemû rêxistin û saziyên me xebatên xwe bi Kurdî bikin. Siyasetmederên me yên Kurd dema hatin vir divê Kurdî biaxivin. Bi tenê çend gotinan Kurdî û piştre jî bi Tirkî axaftin nabe. Rojbûna Serok ji me hemûyan re pîroz be.”
Piştî axaftinan welatiyekî helbesta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivisî bû xwend û daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan kir. Bernameya pîrozbahiyê bi gerandina govendê didome.













