KÎD û Komeleya Lêkolîna Zanistên Dînî bertek nîşanî qedexekirina weaz û xutbeyan Kurdî dan gotin: “Divê demiltest qedexeyên li ser zimanê Kurdî bên rakirin.
Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) û Komeleya Lêkolîna Zanistên Dînî, têkildarî qedexeya li ser Zimanê Kurdî ya weaz û xutbeyan, li Kolana Hunerê ya Wanê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Em weaz û xutbeyên bi zimanê xwe yê zikmakî dixwazin” hat vekirin. Aktivîstên KÎDê, Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulşen Kûrt û nûnerên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn.
Metna daxûyaniyê ya Kurdî ji hêla aktivîstê KÎDê Lokman Ozdemîr ve, ya Tirkî jî ji hêla endama Komeleya Lêkolîna Zanistên Dînî Esma Alîcî ve hat xwendin.
‘Înkara zimanan înkara Xwedê ye’
Lokman Ozdemîr destnîşan kir ku Gel, netewe, bawerî, mezheb, ziman û çand ji bo her gelî nirxên herî pîroz in û derbarê girîngiya ziman a gelan wiha got: “Zimanê her gelî Xwedê bi awayekî cuda afirandiye. Divê her gel bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bike. Divê her gel ji bo baştir têgihiştina baweriya xwe bi zimanê xwe yê dayikê xwe îfade bike. Înkara zimanê gelan û qedexekirina wê neheqî ye. Qedexekirina zimanê ku Xwedê afirandiye kufur e. Kesên ku herî zêde diçin mizgeftan kesên ku temenê van ji 50 salî jor in, li herêma ku Kurd lê dijîn ji sedî nod û pêncê nifûsê Kurd in. Tirkî bi temamî nizanin. Cemaet ji duaya ku nizane çawa dê bêje ‘amîn’? Xwedê di Qurana Pîroz de, di Sûreya Rûm, ayeta 22yan de wiha ferman dike; ‘Yek ji nîşaneyên hebûna Wî ew e ku asman û erd afirandiye, her wiha cihêrengiya zimanên we ye. Ji bo kesên ku zanînê digirin, bêguman di vê yekê de nîşaneyên teqez hene.’ Înkara zimanan înkara Xwedê ye.”
‘Diyanet dibêje ji bo weaza Kurdî astengiyên qanûnê hene’
Di berdewama axaftina xwe de Lokman Ozdemîr bal kişand ser cihêkariya li ser ol û baweriyan derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Bi taybetî li gorî mezheba Şafiî, yek ji şertên îniyê ev e ku xutbe bi zimanê ku cemaet têdigihîje bê dayîn. Gel bi zimanê xwe têne nasîn. Ger Xwedê bixwasta, dê li cîhanê tenê yek gel, yek dîn, yek ziman, yek çand biafiranda. Lê Xwedê tiştekî tenê neafirandiye. Ji bo ku gel hevûdu nas bikin, zimanên cuda, baweriyên cuda afirandiye. Zimanê Îngilîzan Îngilîzî, zimanê Elmanan Elmanî, zimanê Fransiyan Fransî, zimanê Tirkan Tirkî, zimanê Kurdan jî Kurdî ye. Dibêjin Kurdî zimanekî nenas e. Kurdî ne zimanekî nenas e. Kurdî Kurd dizanin û Xwedê dizane. Kurdekî ku Kurdî nizane şerma wî ye an jî şerma kesên ku zimanê Kurdî asîmîle kirine ye. Serokatiya Karûbarên Dînî ya Tirkiyeyê destûrê dide ku bi heft zimanên biyanî (Elmanî, Îngilîzî, Fransî, Îspanyolî, Îtalyayî, Rûsî, Erebî) weaz bê dayîn, lê Kurdî qedexe ye. Serokatiya Karûbarên Dînî dibêje ku ji bo weazên bi Kurdî astengiyên qanûnî hene. Em jî daxwaz dikin ku ev astengiyên qanûnî tavilê bêne rakirin.
‘Divê Serokatiya Karûbarên Dînî serbixwe be’
Lokman Ozdemîr got ku divê Serokatiya Karûbarên Dînî otonom be û derbarê polîtîkayên li dijî zimanê Kurdî yên di qada olî de tên nîşandan wiha got: “Ji ber ku kîjan partiya siyasî bê ser desthilatê, kesên nêzîkî fikrên xwe yên siyasî wekî serokê Karûbarên Dînî tayîn dike. Tu partiyeke siyasî mafê wê tune ku li ser dînî siyasete bike. Dîn yê Xwedê ye. Ger Serokatiya Karûbarên Dînî bibe saziyeke otonom, dikare ji pirsgirêkên herêmî û mezhebî re jî tevkariyê bike. Îslam û hemû bawerî têkiliyeke di navbera Xwedê û bendeyan de ne. Îslam ne tenê dînekî nimêj, rojî û hecê ye. Pêwîst e ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî jî tevkariyê bike. Divê Serokatiya Karûbarên Dînî li herêmên ku Kurd lê dijîn, melayên ku Kurdî baş dizanin tayîn bike. Divê her kes baweriya xwe bi zimanê xwe yê dayikê ragihîne. Kî bixwaze bawer dike, kî bixwaze bawer nake.”
‘Mafê ti kesî nîne ku zimanê Xwedê daye asîmîle bike’
Di dawiya axaftina xwe de Lokman Ozdemîr da zanîn ku heke di mizgeftan de bi zimanê dayikê were axaftin dê pirsgirêkên civakê baştir çareser bibin û wiha derbirî: “Dibe ku kesek bêje, ‘Herkes Tirkî dizane, çima pêwîstî bi weazê bi Kurdî heye?’ Her kes nizane, û ger bizane jî, tu kesî mafê wî tune ku zimanê ku Xwedê daye asîmîle bike an jî bide jibîrkirin. Zimanên cuda, çandên cuda, baweriyên cuda ji bo gelên cîhanê dewlemendiyek e. Li welatê me perwerdehiya bi zimanê dayikê qedexe ye. Weaz û xutbeya bi zimanê dayikê qedexe ye, navên Kurdî qedexe ne, navên zozan, mêrg, bajar, navçe, bajarok û gundan bi Kurdî qedexe ne. Em daxwaz dikin ku ev qedexe bên rakirin û di makezagonê de bêne parastin. Em hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn, bêyî cudakariyê, di bingeha wekhevî, azadî, demokrasî û edaletê de dixwazin bi hev re bijîn.”