• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Welatiyan rapora hevpar nirxand: Em azadiya mîsogerkirî dixwazin

    Welatiyan rapora hevpar nirxand: Em azadiya mîsogerkirî dixwazin

    Mamosteyên Kurdî: Pêwist e Kurdî bibe zimanê bazarê û perwerdehiyê 

    Mamosteyên Kurdî: Pêwist e Kurdî bibe zimanê bazarê û perwerdehiyê 

    Ji bo meşa 21ê Sibatê bang: Ziman xelata dilê mirov e

    Ji bo meşa 21ê Sibatê bang: Ziman xelata dilê mirov e

    Arîn Mihemed ji bo parastina mafên Kurdan banga avakirina komîteyeke hiqûqê kir

    Arîn Mihemed ji bo parastina mafên Kurdan banga avakirina komîteyeke hiqûqê kir

    Hunermend: Kurd dikarin bi ruhê çand û hunera xwe yekîtiyê ava bikin

    Hunermend: Kurd dikarin bi ruhê çand û hunera xwe yekîtiyê ava bikin

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 19ê SIBATA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Welatiyan rapora hevpar nirxand: Em azadiya mîsogerkirî dixwazin

    Welatiyan rapora hevpar nirxand: Em azadiya mîsogerkirî dixwazin

    Mamosteyên Kurdî: Pêwist e Kurdî bibe zimanê bazarê û perwerdehiyê 

    Mamosteyên Kurdî: Pêwist e Kurdî bibe zimanê bazarê û perwerdehiyê 

    Ji bo meşa 21ê Sibatê bang: Ziman xelata dilê mirov e

    Ji bo meşa 21ê Sibatê bang: Ziman xelata dilê mirov e

    Arîn Mihemed ji bo parastina mafên Kurdan banga avakirina komîteyeke hiqûqê kir

    Arîn Mihemed ji bo parastina mafên Kurdan banga avakirina komîteyeke hiqûqê kir

    Hunermend: Kurd dikarin bi ruhê çand û hunera xwe yekîtiyê ava bikin

    Hunermend: Kurd dikarin bi ruhê çand û hunera xwe yekîtiyê ava bikin

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 19ê SIBATA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Meral Daniş Beştaş: Ya girîng vebûna rêya siyaseta demokratîk e

Mahmût Altintaş / AW

19 SIBAT 2026 - 09:00
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Hevberdevka HDKê û parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beşataş têkildarî rapora hevpar a di komîsyonê de hatiye pejirandin diyar kir ku bi rapora hevpar pirsgirêka Kurd bi tevahî nayê çareserkirin û got: “Ya girîng vebûna rêya siyaseta demokratîk e. Ev yek jî gav bi gav dibe.”

Komîsyona Meclîse ku di 5ê Tebaxa 2025an de li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû damezrandin dûh bi civîna 21emîn xebatên xwe bi dawî kir. Komîsyona Meclîse ku heta niha gelek sazî, kesayet, hiqûqnas û akademîsyên guhdar kir ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi beşdariya partiyên siyasî yên di komîsyonê de cih digirin raporeke hevpar amade kir. Rapora hevpar ku 60 rûpelan û 7 xalan pêk tê dûh di civînê de bi deng dayinê re hat qebûl kirin. Partiyên TÎP û EMEP bi awayekî neyînî deng dan. Endama komîsyonê ya CHPê Turkan Elçî jî ne neyînî û ne jî erênî deng da. Rapor bi 47 dengên DEM Partî, AKP, MHP, Koma Yenî Yol û endamên din ên CHPê ve hat qebûl kirin.

Piştî rapora hevpar hat qebûl kirin xalên wê ji raya giştî re jî hatin parvekirin. Di raporê de hat diyar kirin ku ji bo endamên rêxistinê ku çek danînê dê qanûnên taybet derbikevin. Her wiha Mafê Heviyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên zêdetirî 25 sal in di girtîgehê de ne jî weke nav di raporê de cih negirt lê di çerçoveya biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê de weke “Berdana bi şert” di raporê de cih girt. Mafê Perwerdehiya Zimanê Dayikê jî di bin banê xala “Guhertinên Têkildarî Berfirehkirina Maf û Azadiyan” de werin bicîhkirin. Rapor dê ji Lîjneya Giştî ya Meclîse re bê şandin û piştrê jî li bendeyê pêşniyarên di raporê de weke qanûn derbikevin.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beşataş ku weke endama DEM Partî di komîsyonê de cih girt tekildarî rapora hevpar û gavên niha şûn vê dê bên avetin de ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

Li bendeyê rapora hevpar di Lîjneya Giştî de weke qanûn derbikeve

Meral Daniş Beştaş anî ziman ku rapora hevpar bi hejmareke mezin hatiyê qebûl kirin û wiha axivî: “Ew ji bo dîroka meclîse jî pir girîng bû. Komîsyon ji bo pêşya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk vêbike hat ava kirin û li ser wê xebitî. Xebatên komîsyonê bi temam kirina rapora hevpar re bi dawî kir. Lê ya girîng niha şûn vê dê çi bibe. Komîsyonê îradeya xwe zelal kir. Niha şûn vê di komîsyona îktîsadê ya meclîse de em ê qanûnên çawa li gor vê rapora hevpar derxînin ew girîng e. Hinek nêrînên me yên cuda jî li ser raporê hebûn. Weke bikaranîna peyva terorê. Ew li gor me ne rast e û me qebûl nêkir. Em peyva terorê qebûl nakin. Ew ne rast e. Ew ne pirsgirêka terorê ye. Lê ne pêkan bû ku hemû daxwaz û pêşniyarên me di raporê de cih bigirin. Me rapora xwe bi awayekî berfireh dabû komîsyonê. Di navbera rapora partiyêns siyasî de gelek cudahî hebûn. Lê tevî cudahiyan jî raporeke hevpar hat amade kirin.”

‘Divê birêz Ocalan azad be’

Meral Daniş Beştaş tekildarî pêşniyarên wan ên derbarê mafê heviyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, tevlîbûna siyaseta demokratîk ji bo endamên rêxistinê û mafên neteweyî yên gelê Kurd jî anî ziman ku ew di asta 2emîn a pêvajoyê de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êdî em hatin merhaleya derxistina qanûnan. Ji van qanûnan yek, mafê heviyê dê çawa pêk were. Ji ber ku ji bo ew pêvajo bi awayekî serkeftî encam bigirê divê birêz Ocalan azad be. Aktore serekê yê pêvajoyê birêz Ocalan e. Pêvajo bi nêrîn û pêşniyarên wî ji rê ve diçe. Ya dûyem mafê perwerdehiya zimanê dayikê. Biryarên Dadgeha Mafê Mirovan di raporê de cih digirê dibêje divê mekanîzmayên nû bên afirandin. Bi hezaran girtî di zindanan de ne. Lê tevî biryara dadgehê jî nayên berdan. Ji bo wê ew xal jî gelek girîng e. Ya herî girîng di rapore de qanûneke taybet ji bo endamên rêxistinê piştî çek berdan tevlî siyaseta demokratîk bibin di rapore de cih girt. Hinek pêşniyar jî hene. Ew berfireh nehatiyê nîqaş kirin. Çerçove hatiyê danîn. Em dixwazin beriya cejna Remazanê ew xalên di rapora hevpar de cih girtinê weke qanûn derbikevin. Divê em tiştên erênî bigirin berçavan û nevaroka wan tijê bikin.”

‘Divê xebata derxistina qanûnan di demekê kin de destpêbike’

Meral Daniş Beştaş bi lêv kir ku ji bo pêşniyarên rapora hevpar di Lîjneya Giştî ya Meclîse de bibin qanûn ji aliyê komîsyonê ve jî dê be şopandin û wiha pê dê çû: “Rapora hevpar dê di Lîjneya Giştî ya meclîse de kengî bibe qanûn demekê diyar kirî tune ye. Serokê Meclîse dê bişopîne. Divê xal bi xal zagon bên amadekirin û taslaxa wê bê nivîsandin û li ser taslaxê hevdîtinên berfireh bên kirin. Em jî dibêjin divê ew dem dirêj nebe. Bi milyonan welatî li benda derxistina qanûnan in. Ji bo wê jî divê xebata wê jî di demekê pir nêz de destpêbike.”

‘Ya girîng vêbûna rêya siyaseta demokratîk’

Meral Daniş Beştaş anî ziman ku bi rapora hevpar a girîng vêbûna rêya siyaseta demokratik û qadên din e û wiha axivî: “Em nikarin bejin di demekê kin de di pirsgirêka Kurd de çareseriyek dê pêk were. Birêz Ocalan jî di banga di 27ê Sibatê de dibêje em dixwazin rêya siyaseta demokratik vêbibe. Ya li her qadê bi awayekî azad bikarin bixebitin û bitêkoşin. Ew gav bi gav dibe. Divê gel xwedî li vê pêvajoyê derbikeve. Hem gelê Kurd û hem jî gelen Tirkiyeyê xwedî lêderibikeve ku em bikarin jiyaneke azad û wekhev ava bikin. Rastê heviya gel di demekê kin de bi derxistina qanûnan pirsgirêka Kurd bi tevahî çareser bibe. Lê di zagona bingehîn de li dijî mafên neteweyî û statuya Kurdan gelek xal hene. Ji bo wê di 2 meh û salike de hertişt çareser nabe. Ya girîng vêbûna rêya siyaseta demokratik û qadên din e.”

Etîket: Hevberdevka HDKêMafê HêviyêMeral Daniş Beştaş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kenan Bîlge: ‘Mafê Heviyê’ ne mijareke siyasî ye, hiqûqî ye

Kenan Bîlge: ‘Mafê Heviyê’ ne mijareke siyasî ye, hiqûqî ye

19 SIBAT 2026
Koçyîgît û Beştaş: Divê pêşniyazên rapora hevpar demildest bibin qanûn

Koçyîgît û Beştaş: Divê pêşniyazên rapora hevpar demildest bibin qanûn

18 SIBAT 2026
Komîsyonî taslakê raporî partîyanê sîyasî rê erşawito

Mafê heviyê di çarçoveya biryarên DMMEyê de di raporê de cih girt

18 SIBAT 2026
Fetî Yildiz: Ez ê biçim Îmraliyê

Fetî Yildiz: Mafê heviyê dê teqez hebe

16 SIBAT 2026
Serhat Çakmak: Birêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê kesê herî girîng e

Serhat Çakmak: Birêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê kesê herî girîng e

14 SIBAT 2026
Ayşegul Dogan: Divê şert û mercên birêz Ocalan bên başkirin

Ayşegul Dogan: Divê şert û mercên birêz Ocalan bên başkirin

12 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Tevgera Azadiyê ziman ji nû ve zindî kir û parast’

    ‘Tevgera Azadiyê ziman ji nû ve zindî kir û parast’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur bersiv da banga Rojava: Divê kongreya neteweyî bi derengî nekeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Divê rapora Komîsyonê li gorî rastiyên bingehîn ên civakê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Aktivîstên TJAyê: Em ê ji bo azadiyê têkoşîna xwe bilindtir bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Polîtîkayên qeyim rê li ber çand û zimanê Kurdî digirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heta ku Kurdî nebe zimanê perwerdeyê êş û têkoşîna me wê bi dawî nebe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di rapora Komîsyonê de xala Kurdî: Divê qanûna heyî bê nûkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • MKGê ji bo nûçegihanên ETHAyê qertên piştevaniyê şand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meral Daniş Beştaş: Ya girîng vebûna rêya siyaseta demokratîk e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îro Misilman, Êzidî û Xirîstiyan bi rojî ne: Ji 33 salan carekê dibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (703)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne