Cenazeyê helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî yê ku di 10ê Adarê de li Swîsreyê jiyana xwe ji dest dabû, dê sibê li Çand Amedê bê li darxistin. Piştî Merasîmê cenaze dê ber bi Rojava ve were oxirkirin.
Cenazeyê helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî yê ku di 10ê Adarê de jiyana xwe ji dest da, dê îşev bînin Amedê. Saziyên ziman û çandê, enstîtu, wêje, PENa Kurd, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, DEM Partî, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek kes dê sibê ji bo helbesvanê Kurd Ehmed Huseynî merasîma cenaze li dar bixin.
Merasîma cenane sibê saet 11.00an de dê li ÇandAmedê bê lidarxistin û piştî merasîmê dê ji Deriyê Sînor ê Xabûrê ber bi Rojava bê oxirkirin.
Derbarê Ehmed Huseynî de
Ehmed Huseynî, di sala 1955an de li Amûdê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dayik bû, xwendina xwe ya seretayî li wir temam kir. Ji bo xwendina zanîngehê çû Şamê, li wir felsefe xwend, lê rejîmê destûr neda ku ew dîplomaya xwe bi kar bîne. Ehmed Huseynî di sala 1989an de neçar ma ku koçî Swîsreyê bike. Di tevahiya jiyana xwe de, ew bi helbest û wêjeyê re mijûl bû û gelek bername çêkirin, bi taybetî ji bo ROJ TVê.
Ehmed Huseynî di xebatên xwe yên wêjeya Kurdî de zêdetirî 15 berheman li pey xwe hişt. Berhemên ku Huseynî li pey xwe hîştine ev in: Peyvên li ser rûyê avê (1988), Bajarê herifî (1991), Girtîgeha siyê (1993), Bîstika tîrêjê (1998), Siyên li ser rûyê bîranînan (2001), Siyabend û Xecê (2002), Sifrê (2003), Pistepista sîberê (2004), Dozex (2005), Zerya (2006), Çirûsk (2007), Bîra birînê (2008).













