Bi hezaran kes ji navçeya Xelfetiyê bi armanca pîrozbahiya 77emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi gundê Amarayê dest bi meşê kir.
Pîrozbaniyên 4ê Nîsanê roja 77emin rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku îsal bi navê Mîhrîcana Rojên Amarayê tê pîroz kirin, didomin. Bernameya dawiyê ya mîhrîcanê bi destpêkirina meşa ber bi Amarayê ve didome. Bi hezaran welatiyên ji bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo Mîhrîcanê hatibûn navçeya Xelfetî ya Rihayê ji bo pîrozbahiyê li parqa 4ê Nîsanê ya Xelfetiy ber bi gundê Amarayê dest bi meşê kirin. Girsê bi berzkirina diruşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan nabe” û “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” ber bi Amara ve dimeşin.
Girsê dê bi meş derbasî gundê Amara bibe û li Amara li mala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jê dayikbûyê pîrozbahiya rojbûnê li dar bixe.



















