• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
31 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şaredarê Bajarê Mezin ê Bursayê hate binçavkirin

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Bursayê hate binçavkirin

    Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 31ê ADARA 20206an

    Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

    Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

    Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

    Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

    Îsraîl: Ji destpêka şer heya niha 6 hezar û 8 kes birîndar bûn

    Îsraîl: Ji destpêka şer heya niha 6 hezar û 8 kes birîndar bûn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şaredarê Bajarê Mezin ê Bursayê hate binçavkirin

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Bursayê hate binçavkirin

    Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 31ê ADARA 20206an

    Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

    Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

    Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

    Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

    Îsraîl: Ji destpêka şer heya niha 6 hezar û 8 kes birîndar bûn

    Îsraîl: Ji destpêka şer heya niha 6 hezar û 8 kes birîndar bûn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Meşa ciwanan: Azadiya Rêber Apo mifteya aştî û çareseriyê ye

Amed / AW

18 COTMEH 2025 - 21:49
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Ciwanên Welatparêz piştî meşê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em ê bi Rêber Apo re bijîn û heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bênavber têbikoşin.”

Platforma Ciwanên Welatparêz ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi diruşmeya “Bi Rêberê azadiyê ber bi jiyana azad ve” li Amedê meşiyan û piştî meşê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayîkên Aştiyê, Komeleya 78an, saziyên civaka sivîl û xwendekarên Zaningeha Dîcleyê ya Amedê beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna çapemeniyê ji aliyê xwendekara zaningehê Medya Aslan ve hat xwendin. Dirûşmeyên weke “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “PKK gel e gel li vir e”, “Jin Jiyan Azadî” û “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne” ji aliyê girseyê ve hatin birzkirin. Piştî daxuyaniyê ciwanên welatparêz çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.

Daxuyaniya Platforma Ciwanên Welatparêz wiha ye:

“Îro ev dengê ku li dilê Amed ê olan dide ne tenê dengê ciwana ye. Ev deng di heman demê de dengê Rêber Apo ye. Yê ku hemû jiyana wî ji bo azadiya gelan di nav têkoşîne de derbas bûye. Rêber Apo, li dijî zilmê berxwedanê mezin dike. Li dijî înkarê jiyana hevpar a gelan diparêze. Di tarîtiya şer de rêya aştiyê nîşan dide. Em di pêvajoyeke pir giring de ne. Rêber Apo bi bangezawiya xwe ya dîrokî ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ ve ji bo tevahî gelan derfeta azadiyê avakir. Ev bangewazî di nav gelan de hêviyeke mezin avakir. Rêber Apo 27 sal in di nav pergala îşkencê ya Îmralîyê de dijî. Di nav van şert û mercên giran de ji bo milyonan nefeseke azad afirand. Bi xwestek û bangeziyên Rêber Apo re Tevgera Azadîyê gavên pir şênber avêtin. Beranberê vê rastiyê ji aliyê dewleta Tirk ve tu gavek nehat avêtin. Tenê komîsyonek hatiye avakirin lê divê ev komîsyon di destpêkê de bi Rêber Apo re hevdîtin pêk bianîya. Ji ber ku pêvajo bi însiyatîfa Rêber Apo re hat destpêkirin û muxatabê esasî jî ew bi xwe ye. Lê hê jî komîsyon Rêber Apo guhdar nekiriye. Nêzikatiya dewleta Tirk di nav civakê de bêbaweriyeke li bêranberê pêvajoyê ava dike. Li komîsyonê axaftinên dayîken me yên zimanê Kurdî hat qutkirin. Em wek zarokên wan dayîkan ji we dipirsin, eger hûn bi vî awayî zimanê me înkar bikin em ê çawa bibin xwişk û bira?

‘Rêya diyalog û çareseriyê vedike’

Ger ku rewş wisa be wê demê ev komîsyon wê çawa mafê gelê Kurd biparêze? Û çawa zagonên Entegrasyonê yên Demokratîk û Azadiyê derbixe? Ev rastî tenê serê xwe nakokiyeke mezin e. Ya herî girîng Rêber Apo hê jî di nav tecrîteke giran de ye. Heta Rêber Apo azad nebe, Gelên Rojhilata Navîn nikarin jiyaneke bi aram bijîn. Ew dengê ku ji Îmraliyê bilind dibe, rêya çareşerî û diyalogê vedike. Rêya jiyana hevpar a gelan û aştiya rasteqîn nîşanê me dide. Van rojên dawî li meclîsê ji aliyê bermahiyên faşîzmê yên bê hed êrişên bêexlaq li dijî Rêber Apo û endama heyeta Îmraliyê pêk tên. Tu kes nikare li ser îradeya milyonan bi hêsanî biaxive û êriş pêk bîne. Erişên bi vî awayî netehemmûlkirina aşitiyê ye. Tu hêz nikare dengê aşitiyê qut bike. Rista heyeta Îmraliyê rista herî dîrokî ya bi rumet e.

‘Em ne alîgirên înkar û zoredestiyê ne’

Girtin û binçavkirin jî dirûtiyên vê pêvajoyê ne. Duh di saetên serê sibehê de li Wanê bi operasyonekê 15 hevalên me hatin binçavkirin. Li Stenbolê hevalên me hatin astengkirin. Ciwanên Welatparêz li dijî van êrişan tu carî serî netewand. Em li vê derê ne. Em ne alîgirê înkar û zordestiyê ne, alîgirê nasnameyên azad û jiyana demokratîk in. Û em dibêjin; ev meş ne tenê çalakîyek e. Sozek e. Îradeyek û bangewaziyek e. Em ê bi vê îradeyê pêvajoya demokratîk a ku bi pêşengtiya Rêber Apo pêş dikeve mezin bikin. Em ê bi van gavan, azadiya Rêber Apo ya fîzîkî bînin. Azadiya Rêber Apo mifteya aştî û çareseriyê ye. Ne tenê şêxsek e, wijdan û aqlê hevpar ê gelekî ye û hêza çareseriyê ye. Em careke din bang dikin, deriyên Îmraliyê vekin. Ger ku Rêber Apo azad bibe, aşitî di van axan de dê zîl bide. Dîtîna Rêber Apo ya li ser Sûrên Amedê xeyalên bi salan e. Dibe ku îro Rêber Apo wekî fîzîkî di nav me de nîne lê bi fikr û ramanên xwe li vê derê ye. Em ê xeyalên bi salan pêk bînin. Em ê bi Rêber Apo re bijîn û heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bênavber têbikoşin.”

 

Etîket: aştîAzadiciwanmes
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

28 ADAR 2026
Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

28 ADAR 2026
Li Amedê panela jinan: Jin dikarin di aştiyê de roleke diyarker bilîzin

Li Amedê panela jinan: Jin dikarin di aştiyê de roleke diyarker bilîzin

28 ADAR 2026
Li Elkê bi meşaleyan Newroz hat pîrozkirin

Li Elkê bi meşaleyan Newroz hat pîrozkirin

25 ADAR 2026
Li Stenbolê yek jê zarok 10 kes hatin girtin

Li Stenbolê yek jê zarok 10 kes hatin girtin

24 ADAR 2026
Li Şemzînanê welatiyan bi coşeke mezin Newroz pîroz kir

Li Şemzînanê welatiyan bi coşeke mezin Newroz pîroz kir

23 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Divê Kurd di bin Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk de bibin yek’

    ‘Divê Kurd di bin Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk de bibin yek’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cevdet Zîlanli: Tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îşkenceya polîsan: Lêdan û gotin ji derenceyê ketiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bawerîya me ji pevajoyê nemaye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bîranîna Kizildereyê: Êşa me yek divê têkoşîna me jî yek be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Stûneke wêjeya Klasîk a Kurdî: Şêx Evdirehmanê Axtepî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di goreke komî ya li Naqqarînê de 270 cenaze derketin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1135)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne