Meşa Dirêj a 26 rojan ku bi daxwaza “Azadî ji Abdullah Ocalan re çareserî ji pirsgirêka Kurd re” ku di 21ê çile de li bajarê Lorient ê Fransayê destpê kir, di roja 16emîn de li bajarê Creilê bi danûstandinên dîplomatîk dewam kir.
Heyeta meşê di çarçoveya danûstandinên dîplomatîk de bi Şaredarê herêma Nogent-sur-Oise ya Creilê Jean-François Dardenne re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de têkildarî dîlgirtina 26 salan a Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a li Îmraliyê, komploya navneteweyî, felsefeya Abdullah Ocalan û meşa 26 rojan a dewam dike, agahî dan. Li ser sûcên şer ên dewleta Tirk li Rojava dike jî dosyayek hate radestkirin.
Heyetê ji bo meş û mîtînga mezin a 15ê Sibatê ya li Strasbourgê bang li hêzên demokratîk û gelên li Fransayê kir ku piştgiriyê bikin. Şaredar Dardenne jî anî ziman ku ew Rêber Abdullah Ocalan û felsefeya wî nas dike, Şoreşa Rojava ji nêz ve dişopîne û got: “Bi paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk a li Rojava hate avakirin re sîstema konfederal û komunal a Ocalan pêşniyar kiriye, ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê dikare bibe modelek.”
Meş wê heta Strasbourgê dewam bike û bi mîtîngeke mezin bi dawî bibe.