Li Nisêbînê bi deh hezaran bi armanca şermezarkirina êrişên li ser Rêveberiya Xwest ber bi sînore Qamişloyê ve bi slogana, “Rojava rûmeta me ye” dest bi meşê kir.
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, bi tevlibûna Hevserokê DEM Partiyê yê Giştî Tûncer Bakirhan û Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar, parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar, endam û rêveberên saziyên sivîl en civakî û deh hezaran kes li ber Goristana Hecacê ya li navenda navçeya Nisêbînê kom bûn. Girseyê bi diruşmên, “Rojava rûmet e rûmeta gelê Kurd e” û “Bijî berxwedana Rojava” dest bi meşê kir./…













