Serokê PDKê Mesûd Barzanî û nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack li ser rewşên siyasî li herêmê û pêşdeçûnên dawîn li Sûriyeyê axivîn.
Navenda Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî daxuyand ku Mesûd Barzanî û nûnerê serokê Amerîkayê ya Sûriyeyê Tom Barrack bi telefonê axivîn.
Li gorî navendê, Barzanî û Barrak li ser rewşên siyasî yên herêmê bi giştî, pêşdeçûn û guhertinên li Sûriyeyê axivîn. Her du aliyan li ser pêwîstiya berdewamkirina tevahî gavên garantî ku nakokî, tevlihevî û alozî çênebin, xebatên ji bo pêkanîna aştî û aramiyê li herêmê werin kirin, li hev kir.
Navendê diyar kir ku li kêlek teqdîrdayîn û pesndayîna rola Amerîkayê, Mesûd Barzanîn girîngî da mayîndebûn û berdewama hevalbendiya heyî ya di navbera gelê Kurdistanê û Amerîkayê de jî.













