• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    KNKê, Zaxospor û alîgirên wê pîroz kir

    KNKê, Zaxospor û alîgirên wê pîroz kir

    Met, dayîk, pîr, hozan, reng û dengê Qoçgiriyê koça dawî kir

    Met, dayîk, pîr, hozan, reng û dengê Qoçgiriyê koça dawî kir

    Guleç: Divê yasayên entegrasyona demokratîk bên çêkirin

    Guleç: Divê yasayên entegrasyona demokratîk bên çêkirin

    Ruhê azadiyê mîna ku di kadraja Nazim de tê nîşandan hîn zindî ye

    Ruhê azadiyê mîna ku di kadraja Nazim de tê nîşandan hîn zindî ye

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEV 17ê KANÛNA 2025an

    Dengbêj Eliyê Qerejdaxî koça dawî kir

    Dengbêj Eliyê Qerejdaxî koça dawî kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    KNKê, Zaxospor û alîgirên wê pîroz kir

    KNKê, Zaxospor û alîgirên wê pîroz kir

    Met, dayîk, pîr, hozan, reng û dengê Qoçgiriyê koça dawî kir

    Met, dayîk, pîr, hozan, reng û dengê Qoçgiriyê koça dawî kir

    Guleç: Divê yasayên entegrasyona demokratîk bên çêkirin

    Guleç: Divê yasayên entegrasyona demokratîk bên çêkirin

    Ruhê azadiyê mîna ku di kadraja Nazim de tê nîşandan hîn zindî ye

    Ruhê azadiyê mîna ku di kadraja Nazim de tê nîşandan hîn zindî ye

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEV 17ê KANÛNA 2025an

    Dengbêj Eliyê Qerejdaxî koça dawî kir

    Dengbêj Eliyê Qerejdaxî koça dawî kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Met, dayîk, pîr, hozan, reng û dengê Qoçgiriyê koça dawî kir

Sêwaz / AW

17 KANÛN 2025 - 10:26
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Dayîk, met, xaltî, pîr, hozan, reng û dengê Qoçgiriyê Gulîzar Gumuş ku çû ser dilovaniya xwe, li dû xwe mîrateyek zengîn a wêjeya devkî û serpêhatiyek jiyanê ya serkeftî hişt. Pîra Kilê ku bi Lorika Arix hate nasîn ji ciwaniya xwe heta nefesa xwe ya dawiyê xizmeta çand û baweriye xwe kir.

Hozana wêjeya devkî, şahida serhildan û komkujiyan diroka zindî ya Kurdistanê Hozan Gulîzar Gumuş koça dawiyê kir. Gumuş di sala 1930an de li warê serhildanê, li Gundê Arix ê Îmranliya Qoçgiriyê çavên xwe li jiyanê vekir. Zarokî û ciwaniya wê bi guhdarkirina serpêhatiyên zindî, çîrokên berxwedan û komkujiyan derbas bû. Di hawirek baweriya Elewîtî û çanda kurdî serdest mezin bû. Hemû dewlemendiya çanda kurdî û baweriya Elewiya bi awayek resen ji malbata û civaka xwe girt. Piştre jî bû nûnerê vê bawerî, çand û nasnameyê. Ji ber ked û temsîliyeta vê bawerî û çandî Gumuş di demek kin de bû hezkiriya Qoçgiriyê.

Jiyanek serketftî li dû xwe hişt

Gumuş bi kirin û gotinên xwe ne tenê serpêhatiye serfetî ya jiyanê lê di heman demê de çîrokek ji çand, bîr û baweriyê dagirtî li dû xwe hişt. Bi vê boneyê ew jî ne wekî kesekê wekî Pîra Kiliko, Xaltiya Kiliko, Meta Kilika û Ana Kiliko dihate zanîn. Heta nefesa xwe ya dawiyê wekî pîr, met û dayîka xweza, çand û dîroka Qoçgiriyê jiya. Gulîzar Gumuş di 12ê Kanûna 2025an de li Stenbolê jiyana xwe ji dest da lê çand û baweriya kevnar ji hezaran nifşî derbasî hezaran nifşî kir.

Bi Lorika Arix hate nasîn lê…

Her çiqas ne bibe rûyê ser ekranan û mijara lêkolînan jî Meta Kilê di nav gelê xwe de xwedî qedrek giran bû. Wekî dayîk, pîr û hozana kurd bi sedan lorik (hacik/nefes) û kilamên li ser baweriya Elewitiyê dizanîn. Zêdetir wekî pêşengek civakê li şîn û şahiyan bû. Êşa kî hebe Meta Kilê li rex dirûnişt û bi dengê xwe yê ji nava dîrokê diherike heval û hogirî kir. Çanda bi hezaran salan, bi lorikan ragihand heta îro. Ligel van lorik û kilaman bi taybetî piştî Lorika Arix ji Qoçgiriyê heta tevahiya Kurdistanê hate nasîn û bû hiş, bîr û baweriya her darek, kevirek, çem û çiyayek xwezaya kevnar.

Banga serhildan û lorika komkujiyan

Dengbêj Kiliko wekî nobetarek bîra civakî bû. Di lorik û kilamên xwe de hem hêza serhildanê bi bîr dixist hem jî êşa komkujiyan tîna ziman. Tevahiya lorikên Meta Kiliko ji Serhildana Qoçgiriyê bigire heta komkujiya Dersimê hêrs, êş û hêviyên di nav hev de honandî, bi awazek wêjeyî radigihand nifşên nû. Hiş û mejiyê bû hêlûna wêjeya devkî ya gelê kurd û zimanê wê bû bilûra vegotina vê wêje û dîrokê. Ji bo wê di lorikên Meta Kilê de geh hêr û baweriya Qoçgiriyê geh êşên li ser baweriya Elewî û gelê kurd fûriyan. Bîr û baweriya Koçgirî, Dêrsîm û tevahiya Kurdistanê wekî hişmendiyek kolektîf heta roja me anî.

Mîrateya wê dê bidome

Bêguman koça dawî ya Meta Kiliko ku mîna nûnera dawî ya wêjeya devkî ya Qoçgiriyê dihat nasîn, ji bo wêjeya devkî bû windahiyek mezin. Lê Meta Kilê di heman demê de bi dehan ciwanên vê çandê bidomînin jî gihandin. Dengê wê dê heta hetayê di guhê ciwanên nû de bi lerize û çanda qedîm bide jiyîn.

Kurê wê bi îşkenceyê hate qetilkirin

Pîra Kilê wekî piraniya dayîkan ji destê pergalê êşên giran kişandin. Êşa herî mezin jî windakirina zarokên wê bû. Pîra Kilê kurek xwe di qezaya trafîkê de winda kir û kurek wê jî di dema Darbeya 12ê Îlonê de bi îşkenceyê hate qetilkirin. Serpêhatiyên di zarokatî û ciwaniya xwe bihîstîn vê carê bi êşa zarokên wê dubare bûn. Lê Pîra Kilê hemû êş û azar vegerandin wêjeya devkî û hêmanek berxwedanê.

Li Gundê Arix bi lorika Arix dane axê

Pîra Kilê bi merasîmek berfireh li Gundê Arixa Qoçgiriyê dane axê. Bi sedan hezker û şopdarên dengê kevnar met, xaltî, pîk, dayîk û hozana hêja tev li merasimê bûn. Bi sedan hezkeriyên Pîra Kilê bi hezkirin û minetdarî meta xwe bi lorik û nefesên hînî wan kirî, şandin koça dawiyê.

 

Etîket: Qoçgirî
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (310)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne