• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

    Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

    Mafên Mirovan a Efrînê: Çeteyan di 2 rojan de bi dehan komkujî pêk anîne

    Li Efrîn û Helebê 13 kes hatin kuştin

    Mesûd Barzanî: Wazenê Herêma Kurdîstanî biancê mîyanê şerêke girdî

    Mala Mesûd Barzanî hedef hate girtin

    Jiyana Nêrgiz Mihemedî di xeteriyê de ye

    Jiyana Nêrgiz Mihemedî di xeteriyê de ye

    Pîrozbahiyên 4ê Nîsanê: Li vê qadê rêxistinkirin, hilberîn, bawerî û wate kok girtiye

    Pîrozbahiyên 4ê Nîsanê: Li vê qadê rêxistinkirin, hilberîn, bawerî û wate kok girtiye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

    Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

    Mafên Mirovan a Efrînê: Çeteyan di 2 rojan de bi dehan komkujî pêk anîne

    Li Efrîn û Helebê 13 kes hatin kuştin

    Mesûd Barzanî: Wazenê Herêma Kurdîstanî biancê mîyanê şerêke girdî

    Mala Mesûd Barzanî hedef hate girtin

    Jiyana Nêrgiz Mihemedî di xeteriyê de ye

    Jiyana Nêrgiz Mihemedî di xeteriyê de ye

    Pîrozbahiyên 4ê Nîsanê: Li vê qadê rêxistinkirin, hilberîn, bawerî û wate kok girtiye

    Pîrozbahiyên 4ê Nîsanê: Li vê qadê rêxistinkirin, hilberîn, bawerî û wate kok girtiye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mihemed Seydî: Tirkiye li Sûriyeyê ket feqa DYAyê

Navenda Nûçeyan / AW

17 KANÛN 2024 - 11:46
Kategorî: FORUM
A A
Rojnameger û nivîskarê malpera rojnameya Welat Mihemed Seydî li ser rewşa Tirkiyeyê û polîetîkayên DYA yên li Sûriyeyê bi sernavê “Tirkiye li Sûriyeyê ket feqa DYAyê” girt dest.

Rojnameger û nivîskarê malpera rojnameya Welat Mihemed Seydî li ser geşedanên ku li Sûriyeyê pêş dikevin û polîtîkayên dewletan ên li ser Sûriyeyê gotarek girt dest. Gotara Rojnameger Mihemed Seydî a bi sernavê “Tirkiye li Sûriyeyê ket feqa DYAyê” wiha ye:

“Ev hevok li ser zimanê hemû şirovekar û şopînerên pispor bi rewşa Sûryê û pêşketinên dawî ên li wî welatî ne, lê xefik çi ye û çawa dewleta Tirk ketiye nav?

Piştî şerê li dijî DAIŞ li Kobanê, Koalisyona Navdewletî li herêmê destek da Hêzên Parastina Gel (YPG) û ew wekî hevkarê xwe li dijî tunderewan hilbijart. Lê dewleta Tirk a li bendê bû Kobanê bikeve destê DAIŞê û dawî li Kurdan were anîn, bi serkeftina Kobanê re ket nava siyaseteke cûda. Dewleta Tirk êdî di dosya Sûriyeyê de xwe avêt hembêza Rûsya û Îranê da ku Kurdan û şerê li dijî DAIŞê zeif bike û zextê li hêzên koalisyonê bike da ku desteka ji bo YPGê kêm bikin. Dewleta Tirk êdî ketibû tirsa ku hevalbendê wê DAIŞ axê wenda bike û Kurd li erdîngariya Sûriyeyê bibin serwer.

Rûsya û Îranê ji vê tevgera dewleta Tirk sûd wergirtin û bi alîkariya wê hemû komên çekdar ên li dijî rejîmê şer dikirin, ji nava Heleb, Şam û hemû Sûriyeyê li basên kesk siwar kirin û berê wan dan bakurê Sûriyeyê. Li hember vê hevkariya dewleta Tirk bi Rûsya û Îranê re, hat xwestin ku destûr were dayîn da ku dewleta Tirk êrîşî Kurdan bike û rê li ber dagikirina Efrînê û koçberkirina Kurdan were vekirin.

Ev hevkariya hersê dewletan di bin banê civînên Astana û Soçiyê de dewam kir û wekî zextekê li hember DYA û hêzên koalisyonê dihat bikaranîn û ev jî sebeb bû ku rê ji dewleta Tirk re were vekirin da ku Serêkaniyê û Girê Spî dagir bike.

DYA gelekî hewl da, kar kir û tawîz li ser hesabê Kurdan da Tirkiyeyê da ku wan ji hembêza Tirkiyeyê derbixe û bîne aliyê xwe de, lê wan di siyaseta lîstina li ser du benan dewam kir. DYA gelek li vê siyasetê sebir kir lê dawî benek ji bin lingên Tirkiyeyê qut kir û hişt xwe bavêje bextê Amerîka û Îsraîlê û li gel wan cih bigire. Pisporên karûbarên Rûsyayê û diplomatên wan ku tevlî kanalên TV dibin, tînîn ziman ku wê serokê Rûsya Pûtin vê xençera ku Tirkiyeyê li Sûriye lê xistî ji bîr neke û lewma Tirkiye ketiye rewşeke tevlîhev. Ji ber vê yekê, ji bo ev neqewime, Wezîrê Karê Derve yê Tirk Hakan Fîdan, berî çend rojan ku rejîma Baasê li Şamê bikeve, ji DYA xwest rê li ber danûstandineke siyasî veke, Esed û muxalîfan li ser masê bide rûniştandin. Dewleta Tirk ket ferqa xeteriya rewşê û bandora wê li ser peywendiyên bi Rûsya û Îranê re ku herdu aliyan bi salan berdêl dan, da ku berjiwendiyên wan parastî bimînin û rejîma Şamê heta 8ê Kanûna 2024an li ser piyan bimîne.

Lê Rûsya û Îran baş dizanin ku Tirk aliyê sereke bûn ku pisporên balafirên bêmirov ên Ukrayna bigihêjin Idlibê da destekê bidin HTŞê, lihevkirina ‘herêmên bêçek’ bi dawî bibe û rejîma Şamê bikeve. Raste ku dewleta Tirk ne ew e ku plana xistina rejîmê danîbê pêşiya xwe û ne li bendê bû ku bikeve jî, lê wiha hesab dikir ew ê ev kom heta Helebê ji destê artêşa Sûriyeyê derbixin û bi vê karibin zextê li Esed bikin da ku wî mecbûr bikin were bi Erdogan re rûnê û bi desteka Rûsya li dijî Kurdan koalisyonekê ava bikin. Lê hêzên rojavayî û bi taybet jî Brîtanya, DYA û Îsraîl xwediyê hesabên cuda bûn û hiştin dewleta Tirk bikeve xefika wan.

Heta berî ku Serokê rejîma Baasê Beşar El-Esed bireve Moskowê û Şam bikeve destê HTŞê, dewleta Tirk hesab dikir ku ew aktorê sereke yê lîstikê ye, lê paşê dît ku ew tenê kevirekî kişikê ye û pê hatiye lîstin. Her wiha Rûsya jî dibîne ku hebûna wan a li Sûriye û cihê lingê wan li ser ava germ (Derya Spî) ku bi salan parastibû, bi destê Tirkiyeyê tune dibe. Heta agahî hene ku baregeha Hemêmîn ku li Sûriyeyê cihê Rûsya yê sereke ye, ji ber rewşê ji mecbûrî tê valakirin. Lewma Tirk dibînin ku ew li beramberî Serokê Rûsyayê Pûtin ê hêrsbûyî di rewşeke zehmet de ne.

Dîsa, Îran jî dibîne Tirkiye sebebê riya wan a bejahî ku pê digihîştin Derya Spî were birîn. Îran a ku ne ji bo xatirê Esed lê ji bo vê riya xwe biparêze gelek berdêl li Sûriyeyê dan, niha li hember dewleta Tirk bi hêrs e û aliyê din jî dizane ku rewşa wan bi Îranê û him jî bi Rûsya re gelekî zehmet e. Lewma em dibînin ku Wezîrê Karê Derve yê Tirk Hakan Fîdan di civînê di çend rojên dawî de çêbûn, bi hêviya wê ji hêrsa hirçê Rûsî û roviyê Îranî biparêze, xwe ji Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê naqetîne.

Lewma dixwazim bibêjim ku tevî xeteriyên li pêş Kurdan, rewşa wan li herêmê ji berê gelekî baştir e û DYA niha Tirkan mecbûr dike ku werin ser masê bi Kurdan re rûnên û pirsgirêkan çareser bikin. Dewleta Tirk baş dizane ketiye çi rewşê û ew mecbûr in serê xwe li ber Amerîka deyînin an jî wê Pûtin wan daqurtîne, lê hinekî xwe bi virde û wirde dibe da ku tawîzên zêdetir ji vekişîna ji Minbic û Şehbayê ji Kurdan bistîne. lê li xwe dernaxe, rûnişkandina ser masê

Çavkani: https://rojnameyawelat6.com/dewleta-tirk-li-suriyeye-ket-xefika-dyaye/

Etîket: AFC ChampionshipAstanaDYAÎranRûsyaSocîSûriyeTirkiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mesûd Barzanî: Wazenê Herêma Kurdîstanî biancê mîyanê şerêke girdî

Mala Mesûd Barzanî hedef hate girtin

1 NÎSAN 2026
Jiyana Nêrgiz Mihemedî di xeteriyê de ye

Jiyana Nêrgiz Mihemedî di xeteriyê de ye

1 NÎSAN 2026
Trump: Rejîm hêrişê şarî bikero ma înan ceza kenê

Trump dê bangî Amerîkayê bike: Tê payîn biryara şerê Îranê ragihîne

1 NÎSAN 2026
Li parzûngeha petrolê ya Bêcî teqînek bihêz rû da

Îranê êrişî bîrên petrolên ên li Amediyê kir

1 NÎSAN 2026
Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

1 NÎSAN 2026
Îsraîlê li balyozxaneya DYAyê ya Tehranê da

Îsraîlê li balyozxaneya DYAyê ya Tehranê da

1 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Nexweş dixwazin bi Kurdî xizmetê werbigirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hosteyê sînemaya şoreşgerî hat dinê: Em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pîrozbahiyên 4ê Nîsanê: Li vê qadê rêxistinkirin, hilberîn, bawerî û wate kok girtiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Farqîn bi Kurdî dixemile: Serlêdana pêşbirka çîrok û helbestê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bêrîvan Bahçecî: Heya azadiya fîzîkî pêk neyê pêvajo bi ser nakeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (25)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne