Riha – Mîhrîcana Rojên Amarayê ya bi munasebeta Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê li darxistin didome. Tîmên ji jin û ciwanan pêk hatine di çarçoveya pîrozbahiyan de voleybol lîstin.
Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Rojên Amarayê ya bi dirûşmeya, “Bi Rêbertiyê Azad ber bi Yekitiya Demokratîk ve” li Parqa 4ê Nîsanê ya navçeya Xelfetiyê ya Rihayê mîhrîcanê li dardixe. Mîhrîcan bi coşeke mezin berdewam dike. Mîhrîcan bi gerandina govendan û berzkirina dirûşmên, “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” û “Bijî Serok Apo” didome.
Di mîhrîcanê de tîmên ji jin û ciwanan pêk hatine voleybol lîstin. Pîrozbahî bi bernameyên cuda didome.














