Amed – Zimannas û Kordînatorê Weqfa Mezopotamyayê Mîkaîl Bulbul destnîşan kir ku divê ji bo Kurdî li defa hewarê bê xistin û wiha got: “Li dibistanekê 3-4 hezar zarok asîmîle dibin. Loma divê Kurd ji bo zimanê xwe û çanda xwe û ji vê tora asîmîlasyonê xelas bibin daxwaza statuyekê bikin.”
Bi Peymana Lozanê Kurdistan di nav dewletên Tirkiye, Irak, Îran û Suriyeyê de hat parvekirin û kirin çar parçe. Piştî vê yekê Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn ji aliyê çand, ziman, nasname û hwd. ve bi qirkirin û gelek êrişan re rû bi rû man. Yek ji êrişa herî dijwar jî polîtikayên bişavtinê yên li dijî zimanê dayikê ne. Peymanên navneteweyî jî destnîşan dikin ku bişavtin yek ji sûcê li dijî mirovahiyê ye.
Ji avabûna Komara Tirkiyeyê heta niha polîtikayên pişavtinê li ser zimanê kurdî bênavber didomin. Bi salan e zimanê Kurdî ji mafê perwerdehiya fermî bêpar tê hiştin û xebatên li ser zimanê Kurdî jî bi êrişên dewletê re rû bi rû dimîne. Tevî ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi milyonan Kurd dijîn jî di dibistanan de zimanê kurdî ji aliyê dewletê ve tê qedexekirin. Saziyên ziman û dibistanên ku gelê Kurd bi derfetên xwe ji bo pêşî li polîtikayên pişavtinê bigire avakiribûn jî ji aliyê dewletê ve hatin girtin. Lê tevî polîtikayên pişavtinê û zext û zorên dewletê jî berxwedana gelê Kurd a li dijî polîtikayên pişavtinê pêşî li tunekirina ziman girt û di warê ziman de heta niha gelek xebat hatine kirin û her ku diçe ev xebat li pêş dikevin. Em jî weke Ajansa Welat (AW) têkildarî polîtîkayên bişavtinê yên dewletê yên li ser zimanê Kurdî, bêstatubûna Kurdî û xebatên wan bi Zimannas û Kordînatorê Weqfa Mezopotamyayê Mîkaîl Bulbul re axivîn.
60 hezar xwendekaran dersa Kurdî hilbijartine
Zimanzan û Kordînatorê Weqfa Mezopotamyayê Mîkaîl Bulbul bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên li dijî gelê Kurd û wiha got: “Berê helwesteke dewletê ya zelal hebû. Dixwest Kurdan asîmîle bike û Kurdan bike Tirk. Polîtîkaya dewletê ya sereke ev bû. Di sala 2012an de hin gavên piçûk hatin avêtin. Di sala 2010an de li zaningehê beşa Kurdî hate vekirin. Di sala 2012an de li dibistanan du saetan mafê dersên bijartî hate dayîn. Bi awayekî fermî ev maf hate dayîn. Ev yek di polîtîkaya asîmîlasyonê de şikestinek bû. Lê ev gav jî bi rêk û pêk nemeşiya. Divê ji bo dersên Kurdî bi hezaran mamoste hatibûna tayînkirin ji ber ku bi hezaran xwendekaran dersa Kurdî hilbijarti bû. Îsal jî 60 hezar xwendekaran dersa Kurdî hilbijartine lê dewlet bi awayekî sîstematîk pêşiya Kurdî digire. Di tayînkirina mamosteyan de neheqiyeke mezin dike. Xwendekarên ku ders hilbijartine ji mamosteyan bêpar dimînin. Bi awayekî fiîlî ev kar nameşe. Li gelek dibistanan ligel ku mafekî fermî ye jî midurên dibistanan dersa Kurdî venakin.”
‘Kurdî tê terorîzekirin’
Mîkaîl Bulbul axaftina xwe wiha domand: “Gelek caran dersên weke siyer, quran hwd. têxin pêşiya Kurdî. Hem serê malbatan tevlihev dikin hem jî bi awayekî pêşiyê li Kurdî digirin. Ji aliyekî ve polîtîkayên qedexekirina Kurdî hatin şikestin. Dewlet dibêje heke tiştek bibejî divê di bin kontrola min de be. Heta ji wan tê ji bo Kurdî gelek astengiyan derdixin. Di gelek serdeman de Kurdî tê terorîzekirin. Karkerên Kurd ên ji bo xebatê diçin bajarên Tirkiyeyê ji bo ku bi Kurdî diaxivin rastî êrişan tên. Dema wisa be Kurdî tê terorîzekirin. Ji bo normalîzekirina di warê Kurdî de ev du saet ders dikarîbû bibûya derfeteke baş. Dewlet cidîbûya, pêşiya Kurdî vekiribûya bi hezaran dibistanan ev ders hebûya ji bo prestîja Kurdî gelekî baş dibû. Divê gavên cidîtir du saet bibin 6-8 saet. Wexta em li rewşê dinêrin û van 13 salên dawî dinirxînin ji tunebûnê çêtir e lê astengî gelekî zêde ne di vî warî de, dewlet dudil e. Car caran ji bo Kurdî hin gavan diavêjin lê dîsa jî polîtîkaya dewletê ya sereke asîmîlasyon e. Naxwazin nifşên nû bi Kurdî mezin bibin û Kurdî bikeve navenda jiyana mirovan. Mirov bi Kurdî sosyalîze bibin. Dewlet di polîtîkayên asîmînasyolîst de israr dike.”
‘Em materyalên hînbûn û hînkirinê amade dikin’
Mîkaîl Bulbul wiha qala xebatên Weqfa Mezopotamyayê kir: “Em bi xwe bêtir weke dezgeheke akademîk xebatan dikin. Di vê atmosferê de prestîja Kurdî gelek ketiye. Kurdî ji materyalên baş bêpar maye. Em weke Weqfa Mezopotamyayê hin materyalên hînbûn û hînkirinê ku Kurdî hêsantir bike, Kurd bikaribin zimanê xwe zûtir hîn bibin û binivîsin amade dikin. Xebatên me yên weqfê ne di çarçoveya parastina mafî û mafnasiyê de ne, em ne dîrek bi awayekî îndîrek dikin. Materyalên Kurdî amade dikin, ferhengan amade dikin, li ser standardîzasyona Kurdî dixebitin ku ev yek hînbûn û hînkirinê hêsan dike. Em dixwazin hinek norm di zimanê me de peyda bibin. Prestîja ziman bi van xebatan zêdetir dibe. Di vî warî de em dixebitin û qursan jî didin. Ji bo ku em li hemberî pêvajoya asîmîlasyonê bisekinin mînak me Kurdîzan hem Zazakî hem Kurmancî amade kir. Em pirtûkên zazakî û kurmancî amade dikin. Ji bilî wê em qursan li dar dixin. Ev xebatên dezgehî dikarin pêşiyê li asîmîlasyonê bigirin? Na. Dezhegên weke me sivîl hene, weke MED-DER, enstîtu û li gelek bajaran komele hene. Lê ev xebatên piçûk in. Ji ber ku girseyeke gelekî zêde ji mafê perwerdehiyê bêpar e û dewlet dixwaze bi hemû derfetên xwe li her derê şuna Kurdî Tirkî bi cih bike. Di daîreyên fermî de Kurdî nikare bê bikaranîn. Heta li Meclisê jî weke ‘zimanekî nayê zanîn’ tê pênasekirin. Ev bi xwe di nava Kurdan de şikestinekê dide çêkirin. Gelek malbat neçar dimînin berê zarokên xwe bibin Tirkî. Tu bi Tirkî bixwînî dikarî bibî mamoste, endezyar, doxtor.”
‘Divê mirov ji bo Kurdî li defa hewarê bixe’
Mîkaîl Bulbul, bi lêv kir ku pêşiya Kurdî bi gelek awayan girtî ye û wiha pê de çû: “Dezgehên sivîl muhîm in divê nesekinin, bixebitin. Lê heke bi awayekî siyasî pêşiya Kurdî venebe, destkeftinek çênebe anku statuyeke Kurdî tune be û pêk neyê Kurdî li hember vê pêla asîmîlasyonê nikare zêde li ber xwe bide. Belê li gundan û li cihên piçûk zindîbûna Kurdî hêj heye lê li bajaran ber bi têkçûnê ve diçe. Ji ber ku tenduristiya zimanekî çawa tê pîvan? Di navbera nifşan de transfer hebe ew ziman dikare berdewam bike. Mesele herî dawî anketeke li 23 bajaran hatiye kirin rêjeya zarokên ku Kurdî dizanin ji sedî 20î kêmtir bûye. Zarokên ku bi dayîk û bavên xwe re bi Kurdî diaxivin ji sedî yek û nîv bû. Ne ji sedî du jî bû. Loma xetereyeke gelek mezin li pêş Kurdî heye. Divê siyaseta Kurdan û sazî û dezgehên Kurdan ji bo statuya ziman têkoşîneke xurttir bikin. Heke Kurd bi awayekî qanûnî statuyekê bi dest nexin bi hezaran dibistan venebin û bi milyonan zarok li Kurdî venegerin divê mirov li defa hewarê bixe. Li saziyên sivîl salê tu perwerdehiyê didî 200-500 kesan lê li dibistanekê 3-4 hezar zarok asîmîle dibin. Loma divê Kurd herî kêm federalîzma zimanî be jî divê ji bo zimanê xwe, çanda xwe û ji vê tora asîmîlasyonê xelas bibin daxwaza statuyekê bikin.
Li Bakur Kurdîtiya kulturî darbe xwariye
Li gorî heman anketê zêdetirî ji sedî 97 daxwaza Kurdan ew e ku Kurdî li dibistanan bibe fermî û perwerde bi Kurdî çêbibin. Ev enerjiyeke baş e lê zarok ji sedî yek û nîv dikarin biaxivin. Li Bakur Kurdîtiya polîtîk gelekî zindî ye. Lê Kurdîtiya kulturî darbe xwariye. Ev jî encama polîtîkayên asîmîlasyonê ya sed salan e. Ev polîtîka heta beriya komarê jî hebûn. Li qadê Kurdî di navbera dayîk û bavan de zindî ye lê ev transferî zarokan nabe. Divê siyasetmedar û şaredarên Kurdan li defa hewarê bixin û ji bo ziman bernameyên wan hebin. Ji bo ku pêşî li asîmîlasyonê bigirin di şaredariyan de dikarin plansaziyên zimanî destnîşan bikin. Şaredarî bigihin hev dikarin her karî ji bo ziman bikin. Her şaredarî dikare di bin banê xwe de Kursên bibandortir veke. Dikarin mamosteyên Kurdî yên ji zanîngehan mezûn dibin îstîhdam nabin dikarin wan bi cih bikin. Bi hezaran mirov perwerde bibin hişmendiyeke zimanî bi pêş ve biçe. Hişmendiyeke polîtîk çêbûye. Li wê hişmendiya polîtîk rengekî netewî lê bar bibe wê demê ev bar hinekî din sivik dibe. Helbet mafê ziman û bidestxistina wê bi karên siyasî organîzasyonên civakî pêk tê. Heke yekîtiyeke bi vî awayî çêbibe, dewlet dê neçar bimîne gavan biavêje.”
‘Dixwazin zanîngeheke pir zimanî ava bikin’
Mîkaîl Bulbul da zanîn ku weke weqif ji bo prestij û xebatên akademîk ên Kurdî dixwazin zanîngehekê ava bikin û ev tişt gotin: “Ji xwe weqif bi vê armancê hate vekirin. Heta ne tenê Kurdî bi zimanên Ermenkî û Sûryankî jî perwerde bê dayîn. Zanîngeheke pir zimanî bû. Piştî ku di sala 2015an de atmosfera polîtîk xera bû, daxwazên me bi awayekî erênî nehatin pêşwazîkirin. Niha sekinî ye. Me dev ji wê armanca xwe bernedaye. Dawiya dawî daxwaza zanîngeheke Kurdî daxwaza statuyekê ye ji bo Kurdî. Dewlet jî wiha analiz dike loma rê li ber me venake. Lê em ê ji bo vê yekê têkoşîna xwe bidomînin.”
‘Standardîzasyona Kurdî yek ji armanca sereke ye’
Mîkaîl Bulbul anî ziman ku di dema Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala de ji bo zanîngehê serlêdan kiribûn lê bersiva wan nehatibû dayîn. Mîkaîl Bulbul destnîşan kir ku heke şert û merc çêbibin dê zanîngeheke Kurdî ava bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rast e weqfê zanîngeh ava nekir lê li ser tiştên ku bibe bingeha zanîngehê xebitî, standardîzasyona Kurdî jî yek ji armanca sereke ye niha. Dewlet niha bibêje ‘Ha ji we re zanîngeh, beşa vekin.’ Kîmya, Fîzîk, Bîyolojî, Felsefe, Psîkolojî, Tip lazim e. Termînolojiya wan lazim e. Em dibînin di vî warî de valahiyeke mezin heye. Weqf ji bo bingeha vê meseleyê jî bênavber dixebite û em nesekinîne.”