Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, di mîtînga Esenyurtê ya Stenbolê de axivî û anî ziman ku ew ji bo aştî, demokrasî û edaletê li vir kom bûne û wiha got: “Min silavên Birêz Abdullah Ocalan ji were anî. Birez Abdullah Ocalan dibêje çiqas demokratîk bibe, dê pirsgirêk ew qas çareser bibe. Abdullah Ocalan dibêje pêwist e em li Enqere, Amed û Stenbolê aştiyê biaxivin. Abdullah Ocalan gav avêt. Lê hikûmet û dewletê gav neavêtiye. Divê di serî de tecrîdê rakin.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ên di hevdîtinên dawî de, mîtînga “Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê” li dar xist. Di çarçoveya xebatê de li Qada Esenyurtê ya Stenbolê bi dirûşma “Ji bo azadiyê ked, edalet û aştî” mitîngê li dar xist. Xelkê bajar ji bo mitîngê ji saetên serê sibehê ve derket rê. Li qada mitîngê pankarta “Ji bo azadiyê ked, edalet û aştî” daliqandin. Heverdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî tev li mitîngê bûn.
Me bend û barîkat hilweşandiye
Di mîtîngê de Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, bi kurdî, tirkî, erebî girse silav kir û wiha got: “Îro em bi gelê Esenyûrtê û kurdên ji Kurdistanê koçber bûne û hatine vir bi were ji bo aştiye hatin cem hev. Em ji bo aştiyê, ji bo daxwazên xwe yên azadiyê hatin vir. Îro ji bo em li vir kom nebin, çi jii destê wan hatin kirin. Li pêşiya gel barikat ava kirin. Yên barikat ava kirin, li dijî aştiyê barikat danînin. Lê me ev barikat ji mêj ve hilweşandiye. Em ji bo nan, edalet, azadî û aştiyê hatine vir. Bi salan e têkoşîna me ji bo vê yekê ye. Ez li vir careke din kesên ji bo vê têkoşînê şehîd bûne bi minnet bibîr tînim. Dîsa rêhevalên xwe yên ji bo vê têkoşînê dîl hatine girtin silav dikim. Ev têkoşîna me ji bo hilweşîna dîwara girtîgehan e. Ev têkoşîna me li dijî tecrîda li Îmraliyê ye. Ev têkoşina me ji bo azadiya Fîgen Yuksekdag û Selehatîn Demîrtaş û bi deh hezaran girtiyan e. Ev têkoşîna me ji bo rawestandina kuştinan e. Ji bo rawestandina şer e. Ji bo em şerê li Kurdistanê, Sûriye, Filistin û hemû rojhilata Navîn rawestînin em têdikoşin. Îro dixwazin statuya li Rojava pêş dikeve asteng bikin. Em careke din dibêjin destê xwe ji Sûriyeyê bikişînin. Em dibêjin bila gelê Sûriye ku ji elewî, kurd, suryanî, û hemû pêkhatiyan pêk tên bi hevre biryara reveberiya xwe bidin. Bila bi hevre xwe bi rêve bibin.”
Em silavên xwe ji gele Rojava re dişînin
Hatîm Tulayogullari, bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Destê xwe ji ser gelê Rojava bikişînin. Gelê kurd li Rojava Rêveberiya Xweser ava kiriye. Bi vê model ji bo hemû Rojhilata Navîn peymana civakî pêş xistiye û ev bûye mînak. Hemu bawerî û gelên li Rojava xwe di vê rêveberiyê de dibînin. Jinên ku vîna wan têne tunekirin, bi pergala Hevserokatiyê xwe dibînin û tev li siyasetê dibin. Êrîşa Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ya li dijî Bendava Tişrînê û kesen li ser bendavê nobetê digirin bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ji bo Sûriyeyek demokratîk pêdivî bi destûrek bingehîn a Sûriyeyê heye. Ji ber vê yekê destê xwe ji Sûriyeyê bikişînin. Em ji vir silavên xwe ji têkoşerên li Rojava re dişînin.”
Bijî Yekîtiya Gelan
Tulay Hatîmogullari, anî ziman ku ji ber şer heye, li welat qeyrana aborî pir kûr bûye û wiha berdewam kir: “Bajarê herî buha Stenbol e. Jiyan li Stenbol pir zor e. Bi taybetî ez bang li kedkar û karkerên Stenbolê û tirk dikim. Li atolyeyên tekstîlê bê ewle û bi heqê herî kêm kar dikin. Çîna karkeran wekî kurd û tirk ji hev cuda nakin. Bêyî wan cuda bikin keda wan dixwin. Dema karker li mafê xwe yê girevê dipirsin wekî ‘teror’ têne pênasekirin. Naxwazin karkerên tirk û kurd bên cem hev. Divê em hemû karker û kedkarên kurd û tirk li dijî vê yekê bibêjin “Bijî yekîtiya gelan.”
Tulay Hatîmogullari, herî dawî bal kişand ser peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û wiha got: “Hûn hevdîtinên li Îmraliyê pir meraq dikin. Hemû gel meraq dike. Di serî de ez veya bejim. Tenturistiya Birêz Ocalan gelek baş e. Min silavên Birêz Abdullah Ocalan ji were anîn. Peyama Bierêz Abdullah Ocalan a ji bo we ev e. Dibêje ‘Em çiqas Tirkiyeyê demokratîk bikin, dê pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk û aştiyane çareser bibe.’ Ji bo aştiya civakî, ne tenê îktîdar û DEM Partî, divê hemû partiyên li Tirkiyeyê, hemû rêxistin û saziyên li Tirkiyeyê û hemû beşên civakê bibin parçeyekî vê pêvajoyê. Divê hemû bi hevre vê pêvajoyê bi rêve bibe. Ji her demê bêtir pêdiviya me bi aştiyê heye. Tirkiye di serdemek pir tarî re derbas dibe. Li aliyekî şer heye. Li aliyê din qeyûm tayîn dikin. Niha birêz Ahmet Ozer ku bi vîna gel hat hilbijartin, niha girtî ye. Li şûna wî qeyûm tayîn kirin. Vîna gel desteser dikin. Em vê yekê qebûl nakin. Li aliyeki dibêjin aştî, li qeyûm tayîn dikin. Em vê yekê qebûl nakin. Di destekî dar û di destê din jî gizer aştiyê pêş nake. Gelê kurd aştiyê dixwaze. Hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê aştiyê dixwazin. Lê bi qeyûm û barîkatan aştî pêş nakeve. Em vê yekê qebûl nakin. Bi girtina rojnamegeran, bi kuştina rojnamegeran, bi bombekirina SÎHA û ÎHA ya li dijî Rojava aştiyî pêk nayê. Em ê bi têkoşînê aştiyê pêş bixin. Em ê bi têkoşîna hevpar aştiyê pêş bixin. Abdullah Ocalan dibêje çiqas demokratîk bibe, dê pirsgirêk ew qas çareser bibe. Abdullah Ocalan dibêje ‘Pêwist e em li Enqere, Amed û Stenbolê aştiyê biaxivin.’Abdullah Ocalan gav avêt. Lê hikûmet û dewletê gav neavêtiye. Divê di serî de tecrîdê rakin.”
Abdullah Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe
Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş jî gel silav kir û wiha got: “Birez Abdullah Ocalan ji bo aştiyê û ji bo gelê kurd û tirk bi hevre bijîn têdikoşe. Heta deriyê Îmraliye girtî be dê aştî zor be. Ji bo aştî pêk bê, em dixwazin deriyê Îmraliyê vekin. Birêz Abdullah Ocalan ji 1993a heta niha têkoşîna aştiyê dide. Kesên ku bang li Birêz Abdullah Ocalan dike û ji wî dixwaze ku li meclisê biaxive, divê berî her tiştî deriyê Îmraliyê bişkîne. Em li vir hezar silavên xwe ji Îmraliyê re dişînin. Aştî barîkatan nas nake. Em ê van barikatan derbas bikin. Aştî ne teslîmîyet e. Aştî çareserî ye. Em dixwazin gelê kurd, tirk, çerkez û hemû gelên din bi hevre û azad bijîn. Şer wekî çekê bikar tînin. Lê em êdî naxwazin li ser vê axê mirin zêde bibe. Em êdî naxwazin li ser vê axê dayik bigirin.”