Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê ji nû ve biryar girt ku mitînga “Hêvî û Azadiyê” ya ku di 4ê Çile de ji ber şert û mercên hewayê hate taloqkirin, dê di 25ê Çileyê de li Qada Îstasyonê bê lidarxistin.
Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê ji bo eşkerekirina dîroka mitînga “Hêvî û Azadiyê” ku ji ber şert û mercên zivistanê hatibû taloqkirin, li Çand Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên DEM Partiyê, DBPê, hevşaredarên DEM partiyê yên li Amedê, aktîvîstên TJAyê, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kes tev li civînê bûn.
Diviyabû mitînga “Hêvî û Azadiyê” ya ji bo daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 4ê Çile de li Qada Îstasyonê bihata lidarxistin, lê Platforma Saziyên Demokratîk ji ber şert û mercên dijwar ên zivistanê mitîng taloq kiribû.
Platform îro carek din li hev civiya û biryar lidarxistina mitîngê girt. Platformê ragihand ku mitîng dê 25ê Çile li Qada Îstasyonê bê lidarxistin.

‘Em ê ji bo azadiya birêz Ocalan bixebitin’
Hevserokê DEM Partiya Amedê Abbas Şahîn di civînê de axivî û got: “Hevalên me li qadan gelek xebitîn û xebateke zêde meşandin. Dema gotûbehs dibe birêz Ocalan hemû hevalên me li qadan bûn û bêyî li malên xwe rûnin xebat meşandin. Ji bo ku mitîng were kirin şert û merc nebaş bûn me mitîng betal kir. Li Amedê mala ku neçûnê neman. Ne tenê li Amedê rojeva hemû Kurdistanê bû mitîng û azadiya birêz Ocalan hevalên me danîn holê ku ji bo birêz Ocalan dikarin her tiştî bikin. Her kes seferber bûn. Niha em dikarin nava pêvajoyeke nû divê dîsa em mal bi mal kolan bi kolan dîsa bigerin. Çawa ku birêz Ocalan 26 sal in dixebite em ê jî ji bo azadiya wî bixebitin. Em ji nû ve di 25ê Çile de saet di 13:00an de li Qada Îstasyonê mitînga xwe li dar bixin. Piştî daxuyaniyê em ê dest bi xebatên xwe bikin.”

‘Azadiya Rêberê Gelê Kurd azadiya me ye’
Hevseroka DBPê ya Amedê Rûçem Elyakut jî bi bîr xist ku mitînga wan ji ber şert û mercên zivistanê hate taloqkirin û wiha got: “Em ê mitîngê ji bo hêvî û azadiyê li dar bixin. Me bi hev re xebateke bi coş meşand divê em dîsa bi vê coşê xebateke xwe ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd bimeşînin heta ku Rêberê Gelê Kurd azad nebe em jî azad nabin. Em bi hev re bi dengekî bilind biqîrin heta ku Rêberê Gelê Kurd azad nebe em jî azad nabin.”













