Amed – Platforma Saziyên Demokratîk têkildarî mitînga “Hêvî û Azadiyê” a 4ê Çileyê daxuyanî da û diyar kir ku ji bi sedema rewşa hewayê û barîna berfê yê zêde mitîngê taloqî demeke pêş hatiye kirin.
Platforma Saziyên Demokratîk, ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dê di 4ê Çileyê de li Qada Stasyonê ya Amedê mîtînga “Hêvî û Azadiyê” li dar bixista. Amadekariya mitîngê şev û roj bi coş berdewam dikir. Lê li Amedê zivistana îsal bi barîna berfeke zêde derbas dibe. Di rojên dawî de gelek deverên Amedê nêzî metreyekê berf barî.
Komîteya amadekar ya mitînga “Hêvî û Azadiyê” li avahiya DEM Partiyê ya Amedê têkildarî mitîngê daxuyanî da.
Ewilî Hevserokê DEM Partiyê ya Amedê Abbas Şahîn axivî û diyar kir ku di 27ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kiribû û gotibû ez dikarim pêvajoyê ji şer û pevçûnê bînim ser zemîna hiqûqî û siyasî û wiha axivî: “Dive ev pêvajo li ser Meclisê û zemîna hiqûqî bimeşê. Wekî tê zanîn me diyar kiribû ku me dê ji bo azadiya rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mitîngekê li dar bixista. Lê ji bo rewşa hewayê ya ne guncav me mitîngê taloq kir.”
Metna daxuyaniyê ya Tirkî Hevseroka DBPê ya Amedê Rûçem Vefa Elyakût, ya Kurmancî jî Hevserokê MED-DERê Mehmet Remzî Azîzoglu xwend.
‘Mitînga me ji nîha ve gihiştiye armanca xwe’
Mehmet Remzî Azîzoglu diyar kir ku mitînga “Hêvî û Azadiyê” ya ku dê di 4ê Çileyê bihata lidarxistin, bi sedema rewşa hewayê ya neguncav ji aliyê komîteya amadekar ve ji bo demeke pêşdetir hatiye taloqkirin û got: “Di amadekariya mitîngê de hat dîtin ku daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê civakê ve bi awayekî xurt hatiye nîşandan. Bi vê wesileyê mitînga me hêj nîha ve gihiştiye armanca xwe.”
















