• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

MKG: Em kevneşopiya Çapemeniya Azad diparêzin

Amed / AW

24 ÎLON 2025 - 15:38
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amed – Seroka Giştî ya MKGê Roza Metîna têkildarî gefên li ser rojnamegerên jin daxuyanî da û got: “Armanc bêdengkirina lêgerîna jinan a ji bo rastiyê ye. Em ê kevneşopiya Çapemeniya Azad diparêzin.”

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MGK) li dijî êrişên ser jinên rojnameger û gefxwarinan bi dirûşma “Rojnamegerî Ne Suce”, “Çapemeniya Azad Nayê Bêdengkirin” li pêşiya avahiya komeleyê ya li Navçeya Bajarê Nu ya Amedê daxuyanî da. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Jinan a Rosayê, Platforma Jinan a Dîcle Firatê, Baroya Amedê, rojnameger jin û nunerên saziyên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Kurmanciya metna daxuyaniyê ji hêla Seroka Giştî ya MKGê Roza Metinayê Tirkiya wê jî ji hêla Semra Turanê ve hate xwendin.

‘Çapemeniya azad bîra kolektîf ava dike’

Seroka MKGê Roza Metîna destnîşan kir ku li dijî erîşan ew ê bêdeng nemînin û wiha got: “Kevneşopiya Çapemeniya Azad cureyeke rojnamegeriyê ye. Kevneşopiya Çapemeniya Azad mafê raya giştî yê, mafê agahdarkirinê diparêze û rastiyê bi perspektîfa civakê radigihîne ne bi perspektîfa desthilatê.”

Roza metîna da zanîn ku rojnamevanên jin, wekî hêmanên herî dînamîk ên vê kevneşopiyê ne û wiha berdewam kir: “Tenê rastiyê eşkere dikin lê di heman demê de mafê jiyanê yên jin û zarokan jî diparêzin. Îro, gef, lêpirsîn û dozên ku rojnamevanên jin hedef digirin vê kevneşopiyê hedef digirin. Em wek MKG dizanin ev êrîş ne tesadufî ne. Armanca wan bêdengkirina lêgerîna jinan a ji bo rastiyê û Çapemeniya Azad e. Çapemeniya Azad jî bîra kolektîf ava dike. Lê em li vir diyar dikin, ne gef û ne jî doz dê vê îradeyê nikaribe bişkîne.”

‘Gef tên xwarin’

Roza Metîna di berfirehiya axaftina xwe de bilêv kir ku gefa kuştinê li nûçegihana JINNEWSê Şehrîban Aslan hatiye xwarin û derbarê mijarê de ev tişt anî ziman: “Piştî nûçeya bi sernavê ‘Malbata ku zarokên wan hatine revandin: Ewlekariya me ya jiyanê tune ye’ wêneyên Şehrîban Aslanê, ji aliyê bersûcê bi navê Zulfî Şakar ê navê wî di nûçeyê derbas dibû, hate belevkirin. Zulfî Şakar di heman demê de gefa kuştinê li Şehrîban Aslan xwaribû. Bi gotina ‘Ez ê serê wê ji laşê wê bikim, ez dizanim ajans li ku ye’ gef li Şehrîban Aslanê hat xwarin.”

‘Bêcezahiştin gefxwarinê zêde dikin’

Roza Metîna da zanîn ku Şehrîban Aslan, li gel parêzerê xwe giliya bersûc kiriye û gotinên xwe wiha domandin: “Tevî vê yekê jî, heta niha li dijî sûcdar ti tevdîrên bi bandor nehatine girtin. Siyaseta bêcehiştinê dibe sedema zêdebûna êrîşên li dijî rojnamegeran.”

 ‘Êrîşên li dijî rojnamegerên jin bê ceza nemînin’

Roza Metîna diyar kir ku nûçegîhana JINNEWSê Oznur Deger tekoşîna xwe ya hiqûqî ya ku ji ber gefê lê hatibû xwarin berneda û wiha got: “Rojnameger Oznûr Deger piştî weşandina nûçeya bi sernavê ‘Çeteya şantajê ya li Wanê: Ozcan Pûlat kî ye?  gefê lê hate xwarin û şantaj hate kirin. Dozgeriyê ji ber gefên li dijî jinan doz li bersûc vekir. Oznûr Deger tawîzê nade û têkoşîna xwe ya zagonî didomîne da ku êrîşên li dijî rojnamegerên jin bê ceza nemînin.”

‘Kevneşopiya Çapemeniya Azad didome’

Seroka MKGê Roza Metîna bal kişand ser gef xwarina li dijî nûçegihana MAyê Zeynep Dûrgûtê û ev tişt got: “Ji ber nûçeya xwe ya li ser şebekeyeke fihûşê ya li Şirnexê ya di sala 2013an de bi tohmeta belavkirina agahiyên şaş, ji bo îfadeyê, gazî wê kirin. Zeynep Dûrgût diyar kir ku wê nûçeya xwe li ser îdianameya fermî ava kiriye û hem xebata xwe ya rojnamegeriyê û hem jî mafê raya giştî yê zanîna rastiyê parast. Di vê heyamê de, ji aliyê şebekeyê ve gef lê hat xwarin û Zeynep Dûrgûtê sûcdar û xizmên wî gilî kir. Rojnamegeriya ku ji hêla van hersê rojnamevanên jin ve tê kirin ne tenê ragihandina nûçeyan e, lê di heman demê de şahidiya rastiyên civakî dike, daxwaza edaletê bilind dike û kevneşopiya Çapemeniya Azad didomîne. Çapemeniya azad wijdanê gel e, ne yê îktidaran e. Rojnamevan dengê vî wijdanî ne. Her êrîşek li dijî wan, êrîşek li ser mafê gel ê agahdarkirinê ye. Em, rojnamevan, li hember van êrîşan bêdeng namînin; em ê berdewam bikin ku rastiyê binivîsin, rastiyê biparêzin û bîra civakî ava bikin.”

‘Rojnamegeriya jinan nayê tunekirin!’

Roza Metîna di dawiya daxuyaniya de ew doz, gef  û lêpirsînên derbarê rojnamegeran de dişopînin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em ê ji bo bidawîkirina siyaseta bêcezatiyê û bidawîkirina krîmînalîzekirina rojnamegeriyê têbikoşin. Em bang li raya giştî, rêxistinên jinan, rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê û rêxistinên demokratîk dikin ku hevgirtina xwe zêde bikin. Em dubare dikin, kevneşopiya me ya çapemeniya azad nayê bêdengkirin û rojnamegeriya jinan nayê tunekirin!”

Etîket: Baroya AmedêdaxuyanîDFGKomeleya Jinan a RosayêKomeleya Rojnamegerên Jin a MezopotamyayêMGKPlatforma Jinan a Dîcle Firatê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

31 ADAR 2026
Cevdet Zîlanli: Tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin

Cevdet Zîlanli: Tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin

30 ADAR 2026
Li Îzmîrê projeya JESê ya Gimgimê hat şermezarkirin 

Li Îzmîrê projeya JESê ya Gimgimê hat şermezarkirin 

28 ADAR 2026
‘Meşa azadiyê ya gelên Îranê wê bi ser bikeve’

PJAKê têkildarî derxistina navê wê ji lîsteya vexwendina kongreyê daxuyanî da

27 ADAR 2026
Li Îzmîrê pêla binçavkirinên piştî Newrozê hat protestokirin

Li Îzmîrê pêla binçavkirinên piştî Newrozê hat protestokirin

27 ADAR 2026
Di meha 18emîn de ji bo Rojîn Kabaîş daxwaza edaletê hate kirin

Di meha 18emîn de ji bo Rojîn Kabaîş daxwaza edaletê hate kirin

27 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji TJAyê deklarasyona 4ê Nîsanê: Heta ku Rêber Apo azad nebe aştiyeke mayînde jî pêk nayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Devlet Bahçelî: Divê qanûnên pêwîst demildest bên amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hosteyê sînemaya şoreşgerî hat dinê: Em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (9)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne