Endam û rêveberen MKG û DFGê ji bo rojnameger Nazîm Daştan ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di êrîşa hewayî de hat kuştin, li Giyadînê çûn şînê. Rojnamevanan di serdana şînê de peyama berdewamkirina têkoşîna heqîqetê ya bi cesaret dan.
Malbata rojnamevan Nazim Daştan li navçeya Giyadîn a Agiriyê ji bo Nazim Daştan ê ku di êrîşa 19ê Kanûnê ya bi SÎHAya Tirkiyeyê li gel hevrêyê xwe Cîhan Bîlgîn dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopand hatin kuştin, şîn danîn. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û gelek rojnameger çûn şînê. Nûnerê DFGê yê Wanê Adnan Bîlen di serdana xwe ya sersaxiyê de axivî û diyar kir ku Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn di lêgerîna heqîqetê de ne. Adnan Bîlen diyar kir ku rojnamegerên hatin tuştin dema xwestin li erdnîgariya ku lê dijîn tiştên ku diqewimin ji cîhanê re ragihînin bûn hedef û got: “Bedela vê yekê bi canê xwe dan. Weke hevrêyên wan em ê têkoşîna heqîqetê ya ku wan neqedandiye bi lehengî bidomînin. Em ê dev ji meşaleyên ku tariyê ronî dikin bernedin.”
‘Ez bi zarokê xwe serbilind im’
Dayika Nazim Daştan, Zozan Daştan jî serdanên sersaxiyê qebûl kir û wiha got: “Hûn hemû Nazim in. Ez bi zarokê xwe serbilind im. Tişta ku ez pê xemgîn bûm ew bû ku armancên Nazim neqediyane. Lê belê gumana min tuneye ku hûn ê van armancan pêk bînin.”