MKGê ji bo nûçegihanên ETHAyê yên girtî, qertên piştevaniyê û pirtûk şandin.
Nunertiya Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) ya Wanê, ji bo piştgiriyê bide nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Pinar Gayip, Nadiye Gurbuz û Elîf Bayburt ên di operasyona li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) de di 3yê Sibatê de hatibûn binçavkirin û di 5ê Sibatê de hatin girtin, li postexaneya navendî ya Wanê qertên piştgiriyê û pirtûk şand.








