MKGê li Amedê û Stenbolê bi armanca piştgiriyê ji bo nûçegihanên ETHAyê name û kartan şand girtîgehê.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi armanca piştgiriya nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Pinar Gayip, Nadiye Gurbuz û Elîf Bayburt ên di operasyona li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) de di 3yê Sibatê de hatibûn binçavkirin û di 5ê Sibatê de hatibûn girtin, kart û nameyan şand. Nûçegihanên ETHAyê li Girtîgeha Bakirkoyê girtî ne.
Endamên MKGê yên li Stenbolê dixebitin ji bo piştevaniyê bide ETHAyê li postexaneya Beyogluyê name û kart şandin ji nûçegihanan re.
AMED
Endam û rêveberên MKGê ji bo hevgirtina bi rojnameger Pinar Gayip, Nadiye Gurbuz û Elîf Bayburt ku di 5ê Sibatê de hatin girtin, name û pirtûk şandin. Rojnamegerên li avahiya MKGê kom bûn û paşê çûn postxaneya li navçeya Sûrê ya Amedê û name û pirtûk şandin.











