MKGê di salvegera 16emîn a wefata rojnameger û nivîskar Evrîm Alataş de daxuyaniyeke niviskî weşand. MKGê diyar kir ku dê têkoşîn, mîrate û rûyê bi ken ê Evrîm Alataş neyê jibîrkirin û têkoşîna wê dê ji wan re bibe ronahî û rêya pêşketinê.
Rojnameger û nivîskar Evrîm Alataş, di 12ê Nîsana 2010an de li mala xwe ya li Amedê, ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest dabû. Evrîm Alataş demeke dirêj li dijî vê nexweşiyê têkoşîn dabû lê tevî vê yekê jî ji nav xebat û têkoşînê bar kiribû. Evrîm Altaş di nava çapemeniya Kurdistanê û Tirkiyeyê de cîhekî girîng girt. Di 34 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), di salvegera 16emîn a wefata rojnameger û nivîskar Evrîm Alataş de daxuyaniyek niviskî weşand.

‘Pîşeya xwe bi rûmet meşand’
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Evrîm Alataş di 15ê Nîsana 1976an de li gundê Golpinara Arganê ya Meletiyê ji dayik bûye û di sala 1994an de dest bi rojnamegeriyê kiriye. MKGê destnîşan kir ku Evrîm Alataş di serdemeke ku gund dihatin şewitandin, komkujî pêk dihatin û şer pir kûr bû de, pîşeya xwe bi rûmet meşandiye û wiha got: “Di rojnameyên wekî Demokrasî, Yenî Polîtîka, Ozgur Bakiş, Ulkede Ozgur Gundemê wekî nûçegihan xebitî û edîtortî kir. Di heman demê de wê ji rojnameyên Evrensel, BirGun û Ozgur Polîtîkayê nîvîs nivîsand. Di kovarên wekî Esmer, Bîrîkîm, Amargî, Reş û Tirojê de nivîs nivîsand.”
‘Bi nivîsên xwe jî bandor li ser civakê dikir’
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Alataş di jiyana xwe ya pîşeyî de bi gelek astengî, binçavkirin û darizandinan re rû bi rû maye, lê tevî van zextan û nexweşiya giran jî tu carî paşde gav neavêtiye û berdewama daxuyaniyê de wiha gotin: “Li Tirkiyeyê di wê serdemê de jî rojnamegerî zehmet bû. Li dijî zehmetiyan, zextan û astengiyan her wiha tevî hat binçavkirin jî, Evrîm Alataş li berxwe da. Her çiqas hat darizandin jî û li dijî nexweşiyê li berxwe da jî lê belê paşde gav neavêt. Bi nivîsên xwe jî bandor li ser civakê dikir û xizmet ji pîşeya rojnamegeriyê re dikir. Wê ne tenê di mijara rojnamegeriyê de di mijara xizmeta di warê parastina nasname û hebûna Gelê Kurd jî têkoşînek da meşandin. Her wiha li ser pêşketina ji bo wêjeya Kurdî jî heta dawiyê xebat da meşandin. Bi hilberandina xwe bû mînakeke baş.”
‘Ji bo parastina hebûna gelê Kurd têkoşîneke bêhempa da meşandin’
MKGê bal kişand ser xebatên wê yên di warê parastina nasnameya Kurd û pêşketina wêjeya Kurdî de û di dawiya daxuyaniyê de ev yek hate gotin: “Wê ne tenê rojnamegerî kir, di heman demê de ji bo parastina hebûna gelê Kurd têkoşîneke bêhempa da meşandin. Her çiqas di 12’ê Nîsana 2010’an de jiyana xwe ji dest dabe jî, wê li dû xwe mîrateyeke mezin hişt. Bi fikrên xwe, bi nivîsên xwe û bi têkoşîna xwe ji bo me bû feyzeke giranbiha. Em wekî MKG’ê dibêjin; em têkoşîn, mîrate û rûyê bi ken ê Evrîm Alataş ji bîr nakin. Ew ê têkoşîna wê ji bo me bibe ronahî û rêya pêşketinê.”












