• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
05 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Mohrkirin înkara ziman e’

    ‘Mohrkirin înkara ziman e’

    Hasan Erzî: Pêvajo yek alî nameşe

    Hasan Erzî: Pêvajo yek alî nameşe

    ROJEVA 04ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 05ê TEBAXA 2025an

    Şandeya DEM Partiyê: Nîşeyên ku wekî yên hevdîtinê bin tên belavkirin dûrî rastiyê ne

    Şandeya DEM Partiyê: Nîşeyên ku wekî yên hevdîtinê bin tên belavkirin dûrî rastiyê ne

    Li Silopiya mohkirina Komeleya Avestayê hat şermezarkirin

    Li Silopiya mohkirina Komeleya Avestayê hat şermezarkirin

    MED DER: Divê êrîşên li ser ziman bên rawestandin

    MED DER: Divê êrîşên li ser ziman bên rawestandin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Mohrkirin înkara ziman e’

    ‘Mohrkirin înkara ziman e’

    Hasan Erzî: Pêvajo yek alî nameşe

    Hasan Erzî: Pêvajo yek alî nameşe

    ROJEVA 04ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 05ê TEBAXA 2025an

    Şandeya DEM Partiyê: Nîşeyên ku wekî yên hevdîtinê bin tên belavkirin dûrî rastiyê ne

    Şandeya DEM Partiyê: Nîşeyên ku wekî yên hevdîtinê bin tên belavkirin dûrî rastiyê ne

    Li Silopiya mohkirina Komeleya Avestayê hat şermezarkirin

    Li Silopiya mohkirina Komeleya Avestayê hat şermezarkirin

    MED DER: Divê êrîşên li ser ziman bên rawestandin

    MED DER: Divê êrîşên li ser ziman bên rawestandin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Mohrkirin înkara ziman e’

Abdullah Esen / AW

5 TEBAX 2025 - 10:44
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Zabitayên Şaredariya Konakê di 1ê Tebaxê de bi fermana Walîtiya Îzmîrê Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Awestayê mohr kirin. Endamên Komeleya MED-DERê Zeynep Kiyar û Musa Şanak anîn ziman ku mohrkirina saziyê tunehesibandina hebûna zimanê Kurdî ye.

Şaredariya navçeya Konakê ya Îzmîrê, di 1ê Tebaxê de bi destûra Walîtiya bajêr deriyê Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê mohr kir. Komeleya Avestayê di sala 2018an de hat vekirin. Heta îro bi awayekî fermî perwerdeyên xwe yên bi zimanê Kurdî da. Bi rêkûpêk bi hejmareke zêde şagirt mezûn kirin. Endamên Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Zeynep Kiyar û Musa Şanak derbarê mohrkirina Komeleya Avestayê de ji Ajansa Welat re axivîn.

Zeynep Kiyarê diyar kir ku CHPe jî di nava nakokiyeke mezin de ye û got: “Ew jî dixwazin çand, ziman, bîr û baweriya Kurdan bişkîne û tune bike. Mohrkirina vê saziyê ne karê Şaredariya CHPê ye. Sazî gîrêdayî maseya komeleyan e. Ev ne karê qaymekamtî û şaredariyan e. CHP ji hêlekê ve dibêje ez vê pêvanjoyê destek dikim û ji hêlekê ve jî tehemûliya çand û zimanê Kurdî nake. Di vê hêlê de em jî Şaredariya CHPê rexne û şermezar dikin. Çawa ku her civak bi zimanê xwe heye, civaka Kurd jî bi zimanê xwe heye. Dema ku civakeke demokratîk bê avakirin, dê civaka Kurd jî bi rengê xwe were avakirin. Dema ku êriş li ser ziman, çand, ol û rengê civakê bê kirin tu wateya vê pêvajoya heyî jî namîne. Ji ber vê yekê ev tişt nayê qebûlkirin. Li van saziyan bi tenê perwerde û lêkolînên zimanê Kurdî têne kirin. Li wir tiştekî din nayê kirin, tenê perwerdehiya ziman tê dayîn. Ew der fermî ye. Bi tenê dixwazin hin tiştan bikin hincet û li gora xwe rojevê diyar bikin. Di nav CHPê, Walî û Qeymeqam de hin kes dixwazin rojevê kirîmînalîze bikin. Ev polîtîka nayên qebûlkirin. Weke saziyên zimanê Kurdî çi dibe bila bibe em ê saziyên xwe berfireh bikin. Ziman ku tune be civak jî tune ye. Em bi zimanê xwe û bi rengên xwe hene.”

‘Ev bêtehemûlî sed sal in didome’

Di berdewamê de Zeynep Kiyarê anî ziman ku dê civaka Kurd vê bêtehemûliya li dijî zimanê Kurdî qebûl neke û got: “Hewceye ku rojeva hemû saziyan û siyasetê bibe têkoşîna zimanê Kurdî. Weke zimanê rojane divê ku Kurdî di her qada jiyanê de bê axaftin. Di siyaseta Kurd de jî hinek qelsbûyîn jî heye. Divê ew jî êdî biguhere. Ji ber vê yekê ziman gelek girîng e û êrişên li ser ziman gelek tên kirin. Piştî darbeya 15ê Tîrmehê êrişên li ser saziyên ziman zêde bûn. Gelek saziyên Kurdî hatin girtin. Piştî 2017-2018an saziyên ziman bi navên cuda hatin vekirin. Ziman û çanda Kurdî xeta me ya sor e. 3-4 mehan beriya niha li Tekîrdagê jî êriş birin ser saziya Kurdî. Di wê êrişê de leşker û cendirme hemû bi hev re çûbûn û gotibûn ’em ê bigirin.’ Di navbera wan û xebatkarên saziyê de hinek nîqaş çêbibûn. Li Stenbolê jî ji bo stranên Kurdî êrişê malbateke Kurd kirin. Ev bêtehemûlî sed sal in didome.”

‘Divê siyasetmedarên Kurd bi Kurdî biaxivin’

Zeynep Kiyarê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser komisyona ku dê li meclisê bê avakirin û got: “Divê di nava wan maddeyan de madeyeke ku zimanê Kurdî wek zimanê perwerdê qebûl bike hebe. Divê wezareta çandê û perwerdeyê hinek tiştan biguherîne. Divê komîsyon gorî makezagonan bê avakirin. Li dibistanên femî yên Tirkiyeyê dersên bijarte yên Kurdî tên dayîn. Ji hêlekê ve jî saziyên Kurdî rastî êrişan tên. Hem nakokî hem jî bêtehemûlî li holê heye. Bişaftin li pêş xistine û dixwazin bi van dersên bijarte hê li pêştir bixin. Tu samîmiyet tuneye û weke saziyên ziman em wisa dibînin. Hewceye ku mijar û polîtîkayên wan bêne teşhîrkirin. Ev bêtehemûlî nîn e êriş e. Divê ku êdî partiyên siyasî û dewlet jî ji vê hişmendiyê derbikevin. Sed sal in ev hişmendî heye. Bi vê hişmendiyê çareserî nabe. Dema ku daxwazên Çerkez û gelên dinê neyên qebûlkirin dê çawa civakeke demokratîk bê avakirin. Piştî 52 salên Têkoşîna Azadiyê daxwaza azadiya ziman zêdetir bû. Weke saziyên zimanê Kurdî em ê ji paş ve gav neavêjin û van êrişan qebûl nekin. Hewceye ku pêşî siyaseta Kurd bi Kurdî biaxive.”

‘Li gorî rêziknameya heyî jî qanûnên xwe binpê dikin’

Musa Şanak jî da zanîn ku heta hişmendiya dewletê ya li dijî Kurdî neyê guhertin dê tu tiştek neyê guhertin û çareser nabe û wiha axivî: “Di serî de em êrişa li dijî saziya Avestayê bi tundî şermezar dikin. Ev êriş li ser çand, ziman û nasnameya Kurdî ye. Bêtehemûliya li dijî Kurdî ye. Çend roj berê li dijî malbatake Kurd ku stranên Kurdî guhdar kiribûn dîsa êriş pêk hatibû. Niha jî li dijî saziya Avestayê êriş pêk hat. Ev ne tesadufî ne. Komele li gorî zagonan hatiye avakirin. Li gorî rêziknameyan ziman ji xwe re kiriye kar û vî karî pêk tîne. MED-DER îro çawa li gorî qanûnên Wezareta Perwerdehiyê karê xwe dike, Avesta jî heman tiştî dike. Wezareta Perwerdehiyê bi awayekî bêhiqûqî rabûye mufetîşên xwe şandiye li wir. Divê ku ji şaşî ya xwe vegerin. Ya ku ev biryar kiriye meriyetê Şaredariya Konekê ya CHPê ye. Gelo şaredariya Konakê ya CHPê mecbûr bû ku vê biryarê pêk bîne? Serlêdanên bêhiqûqî yên xelet ku hatine kirin divê bên sererastkirin. Di nava burokrasiya dewletê de biryarên bi vî rengî hê nehatine dayîn. Ger ku ev hişmendî neyê guhertin, li ser kaxizan çi jî çêbikin dê tu tiştek neye guhertin.”

‘Aştiya ziman aştiya civakê ye’

Musa Şanak da zanîn ku li bajarên curbicur jî saziyên ziman daxuyaniyên bi nivîskî dan û ev êriş şermezar kirin û got: “Xuyaye ku bi vê daxuyaniyê bi tenê namînin, wê meş û çalakiyan li dar bixin. Hewceye ku hemû civak li dijî vê pêkanînê derbikeve. Di serî de jî divê siyaset li dijî vê yekê derbikeve û bi dengekî bilind şermezar bike. Komisyona ku li meclise tê avakirin, hewceye bi lezûbez hin guhertinan pêk bîne. Êrişa li dijî wê malbata li Stenbolê li dijî vê pêvajoya heyî bêbaweriyek da avakirin. Pêkanînên bi vî rengî û êrişa li dijî Avestayê jî bêbaweriyekî dide avakirin. Hewceye ku dewlet û siyaset jî dest ji pêkanînên wiha berdin. Bi nêzîkatiyên demokratîk baweriyê bidin vê civakê. Bêyî qebûlkirina ziman tu nikarî aştiyê pêk bînî. Qebûlkirina aştiyê bi qebûlkirina zimanê Kurdî pêkan e. Aştiya ziman aştiya civakê ye. Ev hemû bi hev re girêdayîne. Heta ku ev hişmendî neyê guhertin karê me zehmet e. Hewceye ku em li hemberî vê hişmendiyê têkoşîna ziman xurt bikin û ji her demê bêhtir denge xwe bilind bikin.”

Bi domdarî Musa Şanak bi lêv kir ku dewletê bi înkara Kurdan kiryarê xwe xistine dewrê û got: “Yên ku peyvek bi Kurdî diaxivîn jî ceza dikin. Di dadgehên îstîklalê de di derheqê ciwanên ku bi Tirkî nedizanîbûn de biryara darvekirinê didan. Kurdan ev neheqî qebûl nekirin û serî hildan. Ji Koçgiriyê bigire heta Dêrsimê û serhildana van 50 salên dawî hatiye destpêkirin weke îtîrazekî derketine holê. Hemû encamên vê neheqiyê bûn. Ger ku ev neheqî ji holê neyê rakirin, Tevgera Azadiyê hemû çekên xwe dayne jî dê sibê rêxistineke din derkeve û li hember vê dîsa serî hilde. Dîvê berîya her tîştî çand, ziman û nasnameya Kurdan qebûl bikin. Encex bi vî awayî aştî û civakeke demokratîk derkeve holê yan jî xwe xapandineke.”

‘Devê Kurdan mohr kirine’

Musa Şanak bang li rayedaran jî kir û got: “Ji aliyên qanûnî ve jî di rêziknameya wan de çi hebe divê qebûl bikin. Saziya Avestayê jî li dijî qanûnan tu tiştek nekiriye. Divê demildest ew mohra ku dane ser saziyê bê rakirin, ew mohr li devê Kurdan hatiye xistin. Em mohrkirina Avastayê weke bêdengkirina dengê Kurdî qebûl dikin.”

 

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Komîsyonê civîna xwe ya ewil pêk anî: Dê gelek mijar bên axaftin

Komîsyonê civîna xwe ya ewil pêk anî: Dê gelek mijar bên axaftin

5 TEBAX 2025
Berhemên helbestkar Cegerxwîn tên dîjîtalîzekirin

Berhemên helbestkar Cegerxwîn tên dîjîtalîzekirin

5 TEBAX 2025
Hasan Erzî: Pêvajo yek alî nameşe

Hasan Erzî: Pêvajo yek alî nameşe

5 TEBAX 2025
ROJEVA 04ê TEBAXA 2025an

ROJEVA 05ê TEBAXA 2025an

5 TEBAX 2025
Şandeya DEM Partiyê: Nîşeyên ku wekî yên hevdîtinê bin tên belavkirin dûrî rastiyê ne

Şandeya DEM Partiyê: Nîşeyên ku wekî yên hevdîtinê bin tên belavkirin dûrî rastiyê ne

5 TEBAX 2025
Li Silopiya mohkirina Komeleya Avestayê hat şermezarkirin

Li Silopiya mohkirina Komeleya Avestayê hat şermezarkirin

5 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (61)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne