Amed – Mûçeya kêmtirîn a sala 2026an bû 28 hezar 75 lîre. Hevseroka Şaxa Genel Îşê ya DÎSKê ya Hejmara 2yan a Amedê Sabahat Sever diyar kir ku di mûçeya kêmtirîn de wan carek din dîtiye ku xwestekên karker û karmendan nehatiye qebûlkirin û got: “Mûçeya kêmtirîn di bin sînorê birçîbûnê de ye. Bi mûçeya kêmtirîn xwestekên kedkaran nehat cih.”
Komîsyona Tespîtkirina mûçeya kêmtirîn bi sendîkayên karkeran û karmendan re li gel Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî civîna xwe ya 3yemîn di 23yê Mijdarê de li dar xist. Piştî civînê mûçeya kêmtirîn a sala 2026an ji aliyê Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî Vedat Işikan ve hat eşkerekirin. Mûçeya kêmtirîn ji sedî 27 hat zêdekirin û wekî 28 hezar û 75 TL hat diyarkirin.
Mûçeya kêmtirîn di bin sînorê birçîbûnê de ma
Piştî mûçeya kêmtirîn hat eşkerekirin sendîkayên karker û karmendan û saziyên civakî li dijî hindikbûna mûçeya kêmtirîn gelek bertek nîşan dan. Li gorî daneyên TURK-ÎŞê di meha Mijdara 2025an de sînorê birçibûnê ji bo malbateke ji 4 kesan pêk tê 29 hezar 828 TL bû. 29 hezar û 828 TL tenê ji bo pêdiviyên xwarin û vexwarinê ne. Mûçeya kêmtirîn a ji bo sala 2026an jî bû 28 hezar û 75 TL. Mûçeya kêmtirîn carek din di bin sînorê birçîbûnê de ma.
Gelek sendîkayan diyar kir ku li dijî mûçeya kêmtirîn dê dest bi çalakiyan bikin. Hevseroka Şaxa Genel Îşê ya girêdayî Konfedarasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Hejmara 2yan ya Amedê Sabahat Sever têkildarî mûçeya kêmtirîn ku wek 28 hezar lîre hate eşkerekirin axivî û bertek nîşan da.

‘Bi vê eşkerekirina mûçeya kêmtirîn re carek din xwestekên karkeran nehat qebûlkirin’
Sabahat Sever diyar kir ku ew vê mûçeya kêmtirîn qebûl nakin û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê krîza aborî her ku diçe dijwartir dibe. Di nav vê rewşê de mûçeya kêmtirîn hat diyarkirin. Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî mûçeya kemtirîn eşkere kir. Lê me dît ku mûçeya kêmtirîn di bin sînorê birçîbûnê de ye. Bi mûçeya kêmtirîn xwestekên karker, kedar û karmendan nehat bicihanîn. Ji ber zêdebûna enflasyonê her ku diçe kedkar, karker û karmend xizan dibin. Ev rewş dibe sedem ku bi milyonan kedkar, karker bi xizaniyê re rû bi rû dimînin. Enflasyon zêde dibe, fatûrayên me zêde dibin lê mûçeya kêmtirîn li gorî vê rewşa giran zêde nebû. Bi vê mûçeya kêmtirîn a 2026an kesek nikare pê bijî. Îro li vî welatî jiyan biha ye lê ked erzan e. Desthilat bi zanebûn dixwaze gel bi polîtîkayên xwe yên çewt xizan bike. Em dîsa bang li desthilatê dikin ku divê mûçeya kêmtirîn li gorî jiyanak baş jinûve bê sererastkirin. Di malekî de 2 kes bixetin jî nikarin debara xwe bikin ji ber ku sînorê bi ser mûçeya kêmtirîn re ye. Ji bona wê divê mûçeya kêmtirîn herî kêm bibe 45 hezar lîre. Bi vê mûçeyê jî divê mûçeya kêmtirîn bigîhijê sinorê xizaniyê.”













