Amed – Hevserokê şaxa OHDa Amedê Muhîttîn Muguç derbarê girtina parêzer û endamê şaxa OHDa Edenê Musa Bendaş axivî û got : “Mûsa Bendaş, berî nasnameya xwe ya parêzertiyê, ji ber ku nasnameya wî ya Kurdewarî hebû, bertek nîşanî êrîşan da, hate girtin.
Endamê OHDê parêzer Mûsa Bendaş li Edeneyê ji ber tevlibûna çalakiyên li dijî êrişên li ser Rojava hatibû girtin. Bi pêşengiya OHDê û hevkariya şaxên ÎHDê û baroyan li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn. Rêxistinê maf û parêzeran bertek nîşanî girtina Bendaş dan û xwestin ku Mûsa Bendaş tavilê bê berdan. Yek ji wan bajaran jî Amed bû. Hevserokê OHDê şaxa Amedê Muhîttîn Muguç jî ku tevlî daxuyaniyê bû ji ajansa me re axivî.
‘Sedema girtinê Kurdewariya wî bû’
Muhîttîn Muguç di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku dema êrişên li ser Rojava destpê kirin Gelê Kurd digot ‘Yek û yek e yek e, gelê Kurd yek e’. Muguç da zanîn ji parêzertî li pişt nasmeyên mamostetî, Kurdbûn û nasnameyên din tên û axaftina xwe wiha domand: “Piştî ku ew bertek nîşanî êrişên ser Rojava da, parêzertiya wî jî mafê wî jî nehat nasîn û parastin. Ji ber ku ew pratîka xwe ya Kurdewarî nîşan da, parêzertiyê wî ew xilas nekir. Hat binçavkirin û girtin. Ev yek çi nîşan dide? Gelek Kurd wextê ku bi awayeke Kurdewar tevdigerin, nasnameyên wan ên din tu feydeyekê nadê.”
‘Ji bo girtina Mûsa Bendaş tu sedemên hiqûqî nîn in’
Muhîttîn Muguç di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku girtina Mûsa Bendaş bê hiqûqî ye û got: “Hevalên me yên parêzer ên ku li Edeneyê dibêjin ku ji bo girtina tu sedemên hiqûqî nîn in. Mûsa Bendaş ne tevlî çalakiyekê tundîvarî bûye ne jî zirarek daye. Tenê mafê xwe yê xwepêşandinê bikar aniye. Ji ber wê jî ji bo girtina wî tu hincetên wan nîn in, lê mixabin hatiye girtin. Piraniya hevalên me yên parêzer ji bo Mûsa Bendaş dibêjin dê di danişîna ewil de were berdan. Em jî li bendê ne ku were berdan.”
‘Êriş ji ber xitimandina pergalê pêk tên’
Di dawiya axaftina xwe de Muhîttîn Muguç da zanîn ku ne tenê parêzerên Kurd, parêzerên ku li hemberî vê pergala qirêj û bêhiqûqiyê bertekên xwe nîşan didin jî rastî êrişan tên û wiha axivî: “Ev êrîşên li ser parêzeran pêk tên, ji ber ku bertek nîşan didin, ji ber ku nerazîbûnên xwe bi rêyên hiqûqî pêk tînin û rastiya pergalê derdixin holê, êrişî parêzeran dikin. Çima têne kirin? Ji ber ku di pergalê de kêmasî hene, xitimandin heye. Ew kêmasî û xitimandin, di raya giştî de, di warê hiqûqî de, ji hela gel ve jî tê dîtin. Lewma ev êrîş li ser wan pêk tên. Ya girîng ew e ku em ê bikaribin qirêjiya vê pergalê eşkere bikin û bi dawî bikin.”













