• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji bo rojnamevan Ferhat Tepe doza edaletê kirin

    Ji bo rojnamevan Ferhat Tepe doza edaletê kirin

    Ji bo Huseyîn Denîz pêşengeh vekirin

    Ji bo Huseyîn Denîz pêşengeh vekirin

    100 akademîsyenan xwestin Abdullah Ocalan bibînin

    100 akademîsyenan xwestin Abdullah Ocalan bibînin

    Berfîn Elçî: Hemû îtîraz bê encam man

    Berfîn Elçî: Hemû îtîraz bê encam man

    Hikûmeta Şamê ji hevdîtinên li Parîsê vekişiya

    Hikûmeta Şamê ji hevdîtinên li Parîsê vekişiya

    Mukriyanî: Li Rojhilat yekîtiya Kurdan nebe azadiya neteweyî nikare pêk were

    Mukriyanî: Li Rojhilat yekîtiya Kurdan nebe azadiya neteweyî nikare pêk were

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji bo rojnamevan Ferhat Tepe doza edaletê kirin

    Ji bo rojnamevan Ferhat Tepe doza edaletê kirin

    Ji bo Huseyîn Denîz pêşengeh vekirin

    Ji bo Huseyîn Denîz pêşengeh vekirin

    100 akademîsyenan xwestin Abdullah Ocalan bibînin

    100 akademîsyenan xwestin Abdullah Ocalan bibînin

    Berfîn Elçî: Hemû îtîraz bê encam man

    Berfîn Elçî: Hemû îtîraz bê encam man

    Hikûmeta Şamê ji hevdîtinên li Parîsê vekişiya

    Hikûmeta Şamê ji hevdîtinên li Parîsê vekişiya

    Mukriyanî: Li Rojhilat yekîtiya Kurdan nebe azadiya neteweyî nikare pêk were

    Mukriyanî: Li Rojhilat yekîtiya Kurdan nebe azadiya neteweyî nikare pêk were

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mukriyanî: Li Rojhilat yekîtiya Kurdan nebe azadiya neteweyî nikare pêk were

Fexredîn Kiliç / AW

9 TEBAX 2025 - 08:20
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Dosye – 4: Ber bi Yekîtiya Neteweyî ya Kurdî ve

Amed – Endama Konseya Rêveberiya KNKê akademîsyen Rojîn Mukriyanî da zanîn ku li Rojhilatê Kurdistanê hewldanên yekîtiyê hene û destnîşan kir ku heke li Rojhilat yekîtiya Kurdan nebe, azadiya siyasî û neteweyî nikare pêk were.

Erdnîgariya Kurdistanê ewilî bi Peymana Qesrî Şîrîn a di sala 1639an de hate îmzekirin bû du parçe. Dû re di encama Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bi Peymana Lozanê ku di 24ê Tîrmeha 1923yan de hate îmzekirin bû çar parçe. Rojhilatê Kurdistanê ku ewilî bi Peymana Qesrî Şirîn hate parçekirin û ji parçeyên din ên Kurdistanê hate veqetandin. Piştî axa Kurdistanê hate dagirkirin serhildanên gelê Kurd destpêkirin. Serhildana Şêx Ûbeydullahê Nehrî (1880), Simkoyê Şikak (1918-1930), avakirina Komara Mehabad a Kurd a di pêşengtiya Qazî Mihemed de hatiye avakirin (1945-1946), Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Îranê (1950 û 1979) hin ji wan serhildanan e. Di sala 1989an de Serokê PDK-Îyê Evdirrehman Qasimlo di hevdîtina li gel rêveberên Îranê de hate kuştin. Mihemed Sadi Şerefkendî yê piştî Qasimlo bû serokê partiye di sala 1992yan de di encama sûîqastekê de hate kuştin. Her wiha têkoşîna Partiya Jiyana Azadiya Kurdistan (PJAK) ku di sala 2004an de hate avakirin a li dijî rejîma Îranê hêj didome. Niha jî PJAK di nav de têkoşîna hêzên gelê Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî rejîma Îranê berdewam dike.

Serhildana ‘Jin jiyan azadî’

Li aliyê din li paytexta Îranê Tehranê di 16ê Îlona 2022yan de jina ciwan a Kurd Jîna Emînî (22) dema ku diçû serdana malbata xwe ji hêla “Gaşt e Îrşad” ku weke “polîsên exlaqê” tên nasîn yên rejîma Îranê ve bi hinceta ku pora wê xuya dike hatibû binçavkirin û piştre bi îşkenceyê hatibû qetilkirin. Bi qetilkirina Jîna Emînî re di serî de li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, li seranserî Îranê bi pêşengiya jinan bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” çalakî hatibûn destpêkirin. Di çalakiyan de ku li seranserê Îran û Rojhilat belav bûbû de gelek kes hatin qetilkirin, birîndarkirin û girtin.

Hewldanên yekîtiyê

Di rewşeke wiha de hewldanên yekîtiyê yên partiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê berdewam kirin. Bi armanca dahûrandin û şîrovekirina rewşa Rojhilatê Kurdistanê di çarçoveya rewşên nû yên ku li Rojhilata Navîn rû didin, bi pêşengtiya KNKê piraniya partî û rêxistinên ku ji bo Rojhilatê Kurdistan kar û xebatên siyasî dimeşînin (Bizotneweyî Serbixwexwazanî Kurdistan, Hizbî Demokratî Kurdistanî Îran, Hizbî Komûnîsti İran, Rêxirawî Kurdistan, Komele, KJAR, Komeleyî Şoreşgerî Zehmetkêşanî Kurdistan, Komeleyî Zehmetkêşanî Kurdistan, PAK, PJAK, Sazûmanî Xebatî Kurdistan) di 19ê Çileya 2025an de li paytextê Belçîkayê Brukselê li hev civiyan.
Piştî ku Îsraîlê şeva 13ê Hezîranê li Îranê êriş bir ser hedefên leşkerî û nukleerî yên Îranê, di encama êrişan de fermandarên payebilind ên Îranî û zanyar hatin kuştin. Vê yekê hevsengiya navxweyî ya rejîma Îranê jî hejand. PJAKê piştî van bûyeran daxuyaniyeke balkêş weşand.

Banga hevkariyê ya PJAKê

PJAKê bang li gelên Îranê kir ku rêveberiya xwe û rêxistiniya xwe ya demokratîk pêk bînin. Rêxistinê diyar kir ku li hemberî şer û dîktatoriyê, alternatîfeke din heye û got: “Ya ku azadiyê bîne Îranê têkoşîna demokratîk a gelan e û şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadiyê’ ye.” PJAKê wiha bang li hêz û partiyên Kurd ên li Rojhilat jî kiribû: “Hevkariya partiyên Kurd gelek girînge ku ji têgeha desthilatdariya partiyê derbasî rêveberiya gelê Kurdistanê bibe. Em divê qonaxa hestiyar de vê yekê wek erkeke dîrokî dibînin. Em daxwaza hevkariyê ji hemû hêz, partî û rêxistinên sivîl dikin ku bi serkirdayetiya jinên Îranê dest bi qonaxek nû ya şoreşa jin jiyan azadî bê kirin.”

Di demeke ku alozî û gengeşiya li Îran û rojhilatê Kurdistanê didome de dîsa girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurd derket holê. Endama Konseya Rêveberiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û akademîsyena rojhilatî Rojîn Mukriyanî têkildarî rewşa li Rojhilat û hewldanên yekîtiyê yên partiyên Kurdan axivî.

‘Yekîtî ji bo Kurdan pêwîstiyeke siyasî ye’

Rojîn Mukrîyanî diyar kir ku yekîtî sed sal in ji bo Kurdan ne tenê daxwazek e, pêwîstiyeke siyasî ye û wiha got: “Sed salên ku derbas bûn, nîşan didin ku heta ku yekîtiya Kurdan çênebe, azadiya siyasî pêk nayê. Ev yek rastiyeke dîrokî ye. Di asta her çar parçeyên Kurdistanê de pêwîstiyeke siyasî ye. Pêwîstiya me bi du yekîtiyan heye. Yekîtiyek divê di nav her parçeyî de hebe û pêwîstî bi yekîtiyeke neteweyî heye di asta her çar parçeyên Kurdistanê de. Yanî bi rastî du cure yekîtî pêwîst in. Eger ez behsa yekîtiya hêzên siyasî yên li rojhilatê Kurdistanê bikim, di rastiya xwe de Rojhilat xwedî taybetmendiyeke siyasî ye. Di warê siyasî de pirrengiyeke me ya zêde heye. Fikrên siyasî, îdeolojiyên siyasî gelek in. Gelek partî hene ku bernameyên wan cuda ne, armancên wan, stratjiyên wan cuda ne, heta têgihîştina wan a ji bo azadiya neteweyî ya Kurdan cuda ye.”

‘Piştî çalakiyên Jin jiyan azadî li Rojhilat civak gelek hevgirtî bû’

Rojîn Mukrîyanî bal kişand ser çalakiyên “Jin jiyan azadiyê” ku piştî kuştina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kirin û wiha domand: “Berî Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê ku di sala 2022yan de pêk hat, dîrokeke van partiyên siyasî hebû û piştî Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê dîrokeke wan a din heye. Di sala 2022yan de piştî kuştina Jîna Emîniyê tevgereke şoreşgerane çêbû ku li hemû Îranê belav bû. Piştî wê li Rojhilat civak gelek hevgirtî bû û ne tenê di asta Rojhilat de, di asta Îranê de bû navenda vê tevgera şoreşgerane. Nêrîneke gelek demokratîk li Rojhilat çêbû û vê yekê zext li partiyên Kurd kir ku ber bi yekîtiyê ve gavan biavêjin. Ji ber ku pêwîstiyeke siyasî derket, ew jî ew bû ku dîrokeke me ya şoreşê heye, şoreşa gelên Îranê ya 1979an û ew nîşan dide ku eger yekîtiya Kurdan nebe, azadiya siyasî û neteweyî nikare pêk were.”

‘Gelo îhtîmala şerê Îran û Îsraîlê ya duyem heye?’

Rojîn Mukrîyanî qala aloziya niha li Îranê û rojhilatê Kurdistanê heye jî kir û ev tişt gotin: “Rast e, aloziyeke zêde li nav Îranê heye. Hikûmeta Îranê di nav qeyraneke piralî û tevlihev de ye, di warê desthilatdarî, aborî û enerjiyê de di nav qeyraneke binyadî de ye. Heta av jî tune ye, ava vexwarinê ji bo civakê tune ye. Ev qeyran her ku diçin berfireh dibin û di heman demê de meşrûiyeta hikûmetê ji bo piraniya civakê nemaye. Vê yekê xwe di tevgera Jin, Jiyan, Azadiyê de nîşan da. Di hilbijartina serokkomariyê de beşdarbûn gelek kêm bû. Ev yek nîşan dide ku meşrûîyeta hikûmetê nemaye. Em di nav nediyariyekê de ne ka gelo siberoja Komara Îranê ber bi ku ve diçe. Gelo îhtimala şerê Îran û Îsraîlê yê duyem heye? Ji ber ku niha behsa wê tê kirin. Koma Îranê di asta navneteweyî de li ser siyaseta xwe israr dike. Di asta Îranê de hin taktîkên din bi kar tîne, ber bi neteweparêziyê diçe. Lê di heman demê de metirsiyeke mezin li ser rojhilatê Kurdistanê heye. Eger Komara Îranê bikare vê qeyranê derbas bike û desthilatdariya xwe dîsa xurt bike, yekem cihê ku dê êrişî wir bike, rojhilatê Kurdistanê ye.”

‘Metirsî li ser Rojhilatê Kurdistanê heye’

Rojîn Mukriyanî destnîşan kir ku rejîma Îranê hebûna xwe li ser tunekirina gelê Kurd û gelên din ava kiriye û wiha pê de çû: “Eger Komara Îranê bi awayekî hilweşe, çi bi êrişên derveyî çi di nav xwe de derbe were kirin yan beşeke sîstema wê ya leşkerî hilweşe, wê demê dîsan metirsî li ser rojhilatê Kurdistanê heye. Di nav partiyên siyasî de niha tu hevgirtinek tune ye, bernameyeke wan a hevbeş tune ye, tu stratejiyeke wan a hevbeş ji bo siberoja rojhilatê Kurdistanê tune ye. Bo nimûne heke tiştekî wekî li Sûriyeyê biqewime, tiştekî wekî DAIŞê derkeve, çi dê gel biparêze, ev yek ne diyar e. Ji bo ku ji bo siberoja rojhilatê Kurdistanê tiştekî me yê zelal hebe, divê em xwe amade bikin. Ew amadekarî jî bi rêya civakê pêk tê. Civak divê xwe birêxistin bike, divê xwe ji bo wan hemû îhtimalan hazir bike û di heman demê de zextê li partiyên rojhilatê Kurdistanê bike da ku eniyeke hevbeş ava bikin. Em dizanin Kurdistan çar parçe ye, divê em têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Belûc, Ereb, Azerî û Farisan re xurt bikin û di asta navneteweyî de jî divê em têkiliyên xwe yên dîplomatîk pêş bixin. Divê di her astê de amadekarî hebin, heta di asta leşkerî de jî. Em li Rojhilata Navîn dijîn. Dema ku qeyran çêdibin, îhtimala derketina her tiştî heye. Divê Kurd xwe ji bo vê yekê amade bikin û ev yek jî bi rêya xwerêxistinkirinê çêdibe.”

‘Di navbera partiyên Kurd de hevkariyek heye lê ne di asta ku bigihin yekîtiyê’

Rojîn Mukrîyanî da zanîn ku li Rojhilat hewldanên yekîtiyê hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev hewldan piştî Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê zêdetir bûne. Piştî şerê Îran û Îsraîlê ji hêla partiyên siyasî yên Kurd ve hin gav hatin avêtin. Di navbera wan de civînek çêbû û daxuyaniyeke hevpar ji hêla wan ve li ser zextên rejîma Îranê hate dayîn. Di navbera wan de hevkariyek heye lê ne di wê astê de ye ku bikarin bigihîjin yekîtiyekê. Mebest ji yekîtiyê ne ew e ku bigihîjin yek îdeolojiyê, yek partiyê lê qet nebe bigihîjin hin xalên hevbeş ji bo siberoja rojhilatê Kurdistanê. Bo nimûne xeta sor a van partiyan dê li ser rejîma Îranê çi be? Çi Komara Îslamî be, çi hêzeke din be. Eger di siberojê de ku rejîma Îranê nermî nîşan da, ji bo gotûbêjên li gel partiyên siyasî amade bû, wê demê kî divê biçe bi wê re rûne? Bê guman partiyek nikare nûnertiya Rojhilat bike. Me ev yek li Rojava dît, me li Başûr dît. Divê eniyeke hevbeş hebe, divê xeta sor a Kurdan were diyarkirin. Lê astengî hene, we amaje bi astengiyan kir. Astengiyek ew e ku em li dinyayekê dijîn ku li ser sîstema dewletan pêk hatiye. Sîstema dewletê siyasetê weke rikaberiya ji bo desthilatdariyê pênase dike. Li vir rikaberiya ji bo desthilatdariyê di nav partiyên rojhilatê Kurdistanê de jî heye. Her wiha nakokiya îdeolojîk astengiyeke din e. Bo nimûne eger partiyeke siyasî çarçoveyeke xebatê ji bo hevkariya li gel partiyên din destnîşan bike, ew çarçove her çend demokratîk be jî, partiyên din naxwazin piştgiriya wê bikin. Eger piştgiriya wê bikin, wisa difikirin ku ew ê biçin bin sîwana wê partiyê. Sedemeke din jî ew e ku Kurdistan li ser çar parçeyan hatiye dabeşkirin û van partiyan ji bo dabînkirina pêwîstiyên xwe pêwîstiya wan bi dewletên dagirker ên parçeyên din çêbûye. Ev yek beşek e real polîtîkayê ye. Ev yek pêwîstiyek e, ne rexne ye. Rexne ew e ku ew têkilî berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd li ber çavan negirin. Kes nabêje çênabe ku têkiliyên dîplomatîk çêbin. Têkiliyên dîplomatîk divê hebin, heta divê bi dijmin re jî hebin. Lê çênabe ku ew têkiliyên dîplomatîk berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd bifiroşin. Ev yek rastiyek e, divê em çarerêyekê ji vê rewşê re bibînin ka gelo em çawa dikarin bi vê rewşa real polîtîk re bijîn.”

‘KNK weke saziyeke sîwanî hewl dide astengiyan kêm bike’

Rojîn Mukriyanî di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Carinan ji ber sedemên cuda helwesta siyasî ya partiyan sînordar e, hin sedemên ku girêdayî hev in. Di vir de erka KNKê ye ku van girêkan veke. KNK weke saziyeke sîwanî di asta Kurdistanê de xebatan dike, ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî xebatan dike. Hem di asta cîhanî de ji bo neteweya Kurd xebatan dike, hem di asta parçeyî de xebatan dike û hewl dide ku di navbera hêzên siyasî de yekîtiyekê çêke. Piştî Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê KNKê gavên cidî avêtin da ku di nav hêzên siyasî de yekrêziyekê çêke. Demek berî niha KNKê li Brukselê nûnerên hêzên siyasî vexwendin û ji bo rojhilatê Kurdistanê konferansek li dar xist. Bi gotineke din KNK hewl dide di nav van partiyên siyasî de rêya diyalogê veke da ku bîr û boçûnên dijber bikarin bi hev re bijîn. Hebûna bîr û boçûnên cuda ne asteng e, ne pirsgirêk e. Pirsgirêk ew e ku bikarin bi hev re di odeyekê de rûnin biaxivin, bigihîjin bernameyeke hevbeş û stratejiyeke hevbeş ji bo gelê Kurd. KNKê di vê mijarê de gavên pratîkî avêtin. Ew sînordariyên ku bi partiyên siyasî re heye, bi KNKê re tune ne. KNK weke saziyeke sîwanî hewl dide van astengiyan kêm bike.”

‘Divê em ji bo avakirina yekîtiyê di nava hewldanan de bin’

Rojîn Mukriyanî axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Yekîtiya Kurdan pêwîstiyeke siyasî ye. Civaka Kurd, tevgera jinên Kurd, tevgera jîngehparêziyê divê hemû hewl bidin ku ev yekîtî pêk were. Eger yekîtî çênebe, azadiya siyasî ji bo gelê Kurd çênabe. Yekîtiya ku em dibêjin ne ew yekîtî ye ku netewe-dewlet pênase dikin, ne ew e ku em cudahiyan ji nav bibin, rengên cuda ji nav bibin û em hemû bibin yek tişt. Yekîtî tê wateya parastina cudahiyan, tê wateya pirrengiyê, tê wateya bîr û boçûnên siyasî yên cuda lê di heman demê de asoyek heye, armanceke diyarkirî ji bo gelê Kurd heye, ji bo azadiya siyasî û neteweyî divê em hewla avakirina yekîtiyê bidin.”

Sibê: Hewldanên KNKê yên ji bo Yekîtiya Neteweyî ya Kurd.

Etîket: Kongreya Neteweyî ya KurdîKurdyekitiya KurdanYekîtiya Neteweyî ya Kurdî
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Xerîb Hiso: Em ji bo kongreya neteweyî têkoşîneke bêhempa didin meşandin

Xerîb Hiso: Em ji bo kongreya neteweyî têkoşîneke bêhempa didin meşandin

8 TEBAX 2025
Berwarî: Ji bo yekîtiya neteweyî pêk were divê partî jidil bixebitin

Berwarî: Ji bo yekîtiya neteweyî pêk were divê partî jidil bixebitin

7 TEBAX 2025
Bîrtane: Heke em nebin yek dê sedsaleke din jî ji destê me biçe

Bîrtane: Heke em nebin yek dê sedsaleke din jî ji destê me biçe

6 TEBAX 2025
Li Elkê civînên gel hatin lidarxistin 

Li Elkê civînên gel hatin lidarxistin 

30 TÎRMEH 2025
Xwestin Kurdistanê bê nasname û bê ziman bihêlin!

Xwestin Kurdistanê bê nasname û bê ziman bihêlin!

28 TÎRMEH 2025
Hêrsa li dijî êrîşa ser Kurdî mezin dibe: Kurdî xeta me ya sor e

Hêrsa li dijî êrîşa ser Kurdî mezin dibe: Kurdî xeta me ya sor e

16 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (125)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne