• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Civîna komisyona meclisê bi dawî bû

    Civîna komisyona meclisê bi dawî bû

    Heyete Îmraliyê: Em ê gavên ku divê bên avetin gotûbêj bikin

    Heyete Îmraliyê: Em ê gavên ku divê bên avetin gotûbêj bikin

    Hevdîtina heyeta Îmraliyê û Erdogan taloqî seat 18an bû

    Hevdîtina heyeta Îmraliyê û Erdogan taloqî seat 18an bû

    Rewşa Huseyîn Aykol xeternak e

    Rewşa Huseyîn Aykol xeternak e

    ‘Govenda Kurdî ne sûc e, nabe hinceta girtinê’

    ‘Govenda Kurdî ne sûc e, nabe hinceta girtinê’

    Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê girtîgeh bên girtin

    Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê girtîgeh bên girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Civîna komisyona meclisê bi dawî bû

    Civîna komisyona meclisê bi dawî bû

    Heyete Îmraliyê: Em ê gavên ku divê bên avetin gotûbêj bikin

    Heyete Îmraliyê: Em ê gavên ku divê bên avetin gotûbêj bikin

    Hevdîtina heyeta Îmraliyê û Erdogan taloqî seat 18an bû

    Hevdîtina heyeta Îmraliyê û Erdogan taloqî seat 18an bû

    Rewşa Huseyîn Aykol xeternak e

    Rewşa Huseyîn Aykol xeternak e

    ‘Govenda Kurdî ne sûc e, nabe hinceta girtinê’

    ‘Govenda Kurdî ne sûc e, nabe hinceta girtinê’

    Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê girtîgeh bên girtin

    Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê girtîgeh bên girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mustafa Karasu: Êdî dema gavên pratîk e

Navenda Nûçeyan / AW

30 COTMEH 2025 - 11:50
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mustafa Karasu, diyar kir ku vekişîna gerîla a ji Tirkiyeyê, ji bo ku dewlet gavan bavêje hewldana teşwîqkirinê ye û got, “Di vê pêvajoyê de azadiya Rêber Apo esas e. Êdî dema gavên pratîk e.”

Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mustefa Karasu, di bernameyê taybet a Medya Haber TVyê de, di çarçoveya Pêvajoya Aşîtî û Civaka Demokratîk de vekişîna hêzên gerîla ji Tirkiyeyê gavên yekalî yên hatine avêtin, rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di vê pêvajoyê de, berpirsyariyên dewleta Tirk, hewcedariya bingehên demokratîk û hiqûqî û têkoşîna civaka birêxistinkirî nirxand.

Nirxandinên Karasu yên giştî bi vî rengî ne:

Qismek hêzên me yên gerîla ji Bakur vekişiyan. Me heta niha li ser perspektîfên Rêber Apo gelek gav avêtin. Bi rastî ev gav ji bo îradeya me ya ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bixîne hate avêtin. Di vî alî de ev pêvajo biryardarî û nêrîna me nîşan da. Me PKKê fesix kir û dawî li têkoşîna çekdarî anî. Bi vî awayekî me îradeya xwe careke din danî holê. Jixwe hêzên me yên gerîla li hemû eyaletên Bakurê Kurdistanê hebûn, lê li hin herêman metirsiya pevçûnê hebû. Ji ber vê yekê me hêzên gerîla yên ku li herêmên metirsiya pevçûnê hene paşve vekişînin di cih de dît. Ji ver ku di pêvajoyeke wisa de hin dijberên pêvajo û aştiyê hene. Li dijî me her cûre propagandayên reşkirinê têne kirin û bi provokasyonekê dikarin vê pêvajoyê jehrî bikin.

Bi vî awayî argûmanên xurt wê biketa destê dijberên pêvajoyê. Wê rewşeke wisa derketa holê. Ji ber vê yekê me guncav dît ku hêzên gerîla yên li herêmên krîtîk û metirsiya pêvçûnê hene paşve bikşînin. Me li gelek eyaletan herêmên krîtîk û metirsiya pevçûnê hene hêzên xwe yên gerîla paşve kişand. Ev yek nîşan da ku bê em çiqasî bi hesas nêzîkî pêvajoyê dibin û ji bo pêvajo bi awayekî bi tendurist bimeşe bi dikeve ser milê me em pêk tînin. Ev pir girîng e.

Bi gavavêtina yek alî, derfeta gav avêtinê da dewletê

Gelek nîqaş dihatin kirin û nêzîkatiyên gelo pêvajo xitimiye yan na, hebûn. Her tim nêzîkatiyên ku ji me hin tişt hêvî dikirin hebûn. Ji bo serketina vê pêvajoyê, nîqaşên li ser xitimandinê tên kirin derbas bikin û îradeya xwe ya çareseriyê deynin holê me pêwîstî bi gaveke vî rengî dît. Ev gaveke yek alî bû. Jixwe me gelek gavên yek alî avêtin û em hewl didin bi vê re derfeta ku dewlet û desthilata AKP û MHP’ê gavan bavêjin biafirînin û zemîna wê ava bikin. Jixwe Rêber Apo ji destekê ve nêzîkatiyeke maqûl nîşan dide û anî heta vê rojê. Di ser vê pêvajoyê re salek derbas bû. Ger heta niha behsa pêvajoyê dikin, ev bi saya Rêber Apo ku bi berpirsyarî nêzîk dibe û em wekî Tevger di çarçoveya perspektîfên Rêber Apo de tevdigerin in. Em dikarin vê bibêjin; ger li deverek din cîhanê bûya, dewlet û desthilat di nava vê nêzîkatiyê de bûya, ti hêz mîna me bi berpisyarî tevnedigeriya. Dibe ku rewşeke ku pêvajo di demek kurt ji holê rabe derketa holê. B rastî jî ji ber nêzkatiyên dewlet û desthilatê hêviyek bi civakê nehatiye çêkirin û neketiye nava hewldaneke ku gelê Kurd bi hemû hêza xwe piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Di vî alî de teredût û metirsî hene. Lê em wekî tevgereke şoreşger û siyasî nikarin metirsî tevbigerin. Ji bo me ev metirsî ew metirsî nayê fikirîn. Em tişta rasrt çi ye wê heta dawiyê dimeşînin. Ev cudaye. Em tedbîr digirin û bi baldarî nêzîk dibin. Jixwe her tevger, her rêxistinên têkoşînê dimeşînin bêguman li hemberî her cûre neyîniyê tedbîrên xwe digirin. Lê divê rewşeke ku bi teredût, dudilî yan jî bi qasî tê xwestin xebatan nemeşînin divê dernekeve holê. Em wisa nêzîk dibin. Bi rastî jî me gav avêt û pêvajo zindî kir. Divê wisa were dîtin. Bi vê gava ku me avêt me pêvajo zindî kir, dewlet û desthilatê teşwîqî gavavêtinê dikin û dihêlin ku rola xwe bilîzin. Divê wisa nêzîk bibin.

Lazim e pêdiviyên biryarên kongreyê pêk bên

Me di Kongreya 12emîn de biryar girtin. Tişta ku hişt em van biryaran bigrin nêzîkatî û banga Rêber Apo bû. Dema ku me biryarên xwefesixkirinê û dawîanîna têkoşîna çekdarî girtin, me bal kişand ser vê yekê ku divê Rêber Apo bi rê ve bibe û têxe pratîkê. Bi taybetî jî me got ku divê şert û mercên Rêber Apo yên azad bixebite û bijî bên misogerkirin. Ger ev biryara ku Rêber Apo vana biryaran bi rê ve bibe nehata girtin wê di astê de wê piştgirî negirtiba.

PKK biryarên fesixkirinê û dawîanîna têkoşîna çekdarî li ser bingeha ku Rêber Apo wê bi rê ve bibe û pêk bîne girt. Gerîla û hevalên me ji ber ku digotin Rêber Apo hêza meşandina vê pêvajoyê ye û wê bigihîne serketinê van biryaran girtin û hemû hevalên me piştgirî dan van biryaran. Di vî warî de, em her tim dibêjin, temam me PKK’ê fesix kir û dawî li têkoşîna çekdarî anî, lê pratîkbûna wê çawa pêk were? Me biryarek daye, divê şertên van biryaran bên bicihanîn.

Ji ber ku piştî ku me biryar da, hem Devlet Bahçelî û hem jî hikûmetê teqdîr kirin ku biryarên me baş in. Ger wan teqdîr kir ku biryarên me baş in, wê gavê naveroka biryarên me û îfadeya wan a herî girîng ew e ku ew ê ji hêla Rêber Apo ve werin bicîhanîn. Niha, ne rast e ku hin ji biryarên me bên dîtin, hin jê neyên dîtin. Di vî alî de, divê bi awayekî giştî nêzîkî biryaran bibin. Di vî alî de, ji meha Gulanê vir ve rewşa ku me diwest wê Rêber Apo destwerdanê bike û pêvajoyê bi rê ve nehatiye afirandin. Di vî alî de em di her fersendê de daxwaz dikin ku Rêber Apo karibe azad bixebite û bijî . Ev pêvajo wê bi vî rengî bimeşe. Ji ber ku îradeya Rêber Apo her kesî girêdide. Ew tevgera me girêdide, gelê Kurd û dostên wî girêdide. Ev pir girîng e. Yanî di pêvajoyek wisa de hebûna îradeyeke bi vî rengî pir û pir girîng e. Îradeyek yekgirtî û bi biryar hebe ku karibe bi cih bîne şenseke mezin e.

Tevî ku ev rastî li holê ye û rastiya Rêbertiyek wisa li holê heye jî nenirxandina vê û vê pêvajoyê bi serketî bi encam neke, rast neyê pratîkirin û pêşiya Rêbertiyê neyê vekirin, bi rastî nêzîkatiyek kêm nêzîkî pêvajoyê dibin. Ger pêvajoyek çareseriyê hebe, ew qala Tirkiyeyek bê teror dikin. Belê, em Tirkiyeyek demokratîk bê çek û diaxive dixwazin. Rêber Apo mîmarê vê yekê ye. Devlet Bahçelî bang kir, Rêber Apo bersiv da. Devlet Bahçelî digot, rêxistina xwe fesix bikin, têkoşînê bi dawî bikin, dev ji têkoşîna çekdarî berdin, wê biaxive û ji mafê hêviyê sûd wergire. Em vê dibêjin. Em dixwazin ku sozên xwe bi cîh bîne.

Pêdivî bi derxistina qanûnên azadiyê heye

Niha mijara ku divê çi bê kirin girîng e. Niha wê çi bê kirin? Ev girîng e. Niha rêxistinek tê fesixkirin, PKK tê fesixkirin. PKK rêxistinek çawa ye? Ew rêxistinek e ku 52 sal in têdikoşe. Belê, di sala 1978’an de hatiye damezrandin, lê qonaxa komê jî pênc sal in. Rêxistinek wisa bi hezaran gerîla wê hene, kadroyên wê hene û bi sed hezaran dildarên wê hene. Gel bi vê tevgerê ve girêdayî ye. Cîhan dizane ku gel bi vê tevgerê, bi Rêber Apo ve girêdayî ye. Wekî ku hûn dizanin, berê gel çi digot? PKK gel e, gel li vir gel e. Ew timî ji bo Rêber Apo dirûşmeyên azadiyê berz dikin. Yanî heke ev pirsgirêk di vî warî de were çareser kirin, wê gavê pêdivî bi qanûnên ku wê bi rastî çareser bikin heye. Niha em behsa siyaseta demokratîk dikin. Rêber Apo jî got, “Stratejiya serdema nû siyaseta demokratîk”, “Têkoşîna siyasî ya demokratîk e.” Got ku divê şert û mercên vê yekê werin afirandin. Ji ber ku di bersiva yekem a ji bo Devlet Bahçelî de got, e”Ez amade me, dikarim bînim noqteya siyasî û hiqûqî. Hêza min heye ku ez vê yekê bikim.” Yanî got ku dikarim îradeya xwe nîşan bidim ku ji têkoşîna çekdarî bînim zemîna siyasî û hiqûqî.

Ê niha di vî warî de gavên girîng hatine avêtin. PKK hate fesixkirin. Têkoşîna çekdarî bi dawî bûye. Bi hezaran, deh hezaran kes, ewqas siyasetmedar ji Tirkiyeyê derketine. Bi deh hezaran kes di zindanan de ne. Ev wê çawa bibe? Di vî alî de pêdivî bi zemînek ji bo siyaseta demokratîk heye.

Em bibêjin ku em çûn wir, em ê siyaseta demokratîk bikin, biiaxivin. Em ê bibêjin “Em Tirkiyeyek bi vî rengî dixwazin”, “Em ji bo gelê Kurd azadiyê dixwazin, divê ev tişt werin kirin”. Em ê ji bo vê yekê têbikoşin. Belê, wê çi bibe? Wê demildest bibêjin “Ev cudaxwazî ye”, wiha ye û hwd. Her kes dikare bikeve zindanê. Qanûna Dijî Terorê heye. Ew çi dibêje? Her çendî ne endamê rêxistinekê ne jî, yanî dema ku were gotin ew ne endamê rêxistinekê bin jî, ji bo her Kurdî/ê dikarin têxin nava rêxistinekê. Di vî alî de pêdivî ye ku qanûnên azadiyê werin derxistin.

Em niha behsa pêvajoyekê dikin. Ev pêvajo çima heye? Pirsgirêkek di navbera Kurdan û dewleta Tirk de heye, pirsgirêkek ku 100 sal in didome. Çi dibêjin bila bêjin, ev pirsgirêk heye. Komkujiya Dersîmê, berxwedana Şêx Seîd, darvekirina mirovan, Agirî û gelek serhildanên Kurdan, îtiraza wan hene. Têkoşînek me ya 50 salî heye.

Niha pirsgirêkek wiha heye. Di navbera Kurdan û dewleta Tirk de qutbûnek heye; yekpare nabin. Wê wek dewleta xwe nabînin. Ji ber ku nasnameya wê înkar dike, zimanê wê înkar dike û her tiştî înkar dike. Di vî alî de qanûnên ku Rêbertî dibêje “entegrasyona demokratîk” ji bo vê qutbûnê ji holê rakin e. Kurd wê xwe wek parçeyek ji vê dewletê bibînin. Wek welatiyên duyem nebînin, wê wan wek civatek ku zextê li wan nekin bibînin. Wê bibînin ku bi nasname û çanda xwe dijîn. Divê qanûnên wiha werin derxistin. Divê qanûnên ku Kurdan ji vê hestê azad bikin werin derxistin. Yanî ji Kurd jî wek civak, wek gel divê di siyaset, sîstem, demokrasî û jiyana civakî, çandî û siyasî ya Tirkiyeyê ya heyî de cih bigirin. Divê ew neyên wêderkirin.

Em bawer dikin ku ev ê bi qanûnên entegrasyona demokratîk pêk werin. Ne wisa be, ev pirsgirêk wê çawa were çareserkirin? Ne tenê pirsgirêka çekan e! Ji ber ku pirsgirêkek wisa hebû em derketin holê. Bi deh hezaran mirov avêtin zindanan û êşkence dîtin. Ewqas şehîd hene, gel ewqas êş kişandiye. Pêncî sal in zilm dîtiye. Çima? Çima ev bedel hat dayîn? Ji ber pirsgirêkên cidî ev berdûl hatin dayîn. Her kes dizane ev pirsgirêk çi ne.

Êdî dema gavên pratîk in

Kî dikare vê gava ku me avêtiye reş bike? Kî dikare bêje na, kî dikare bêje neyînî ye? Pirsgirêk ne ew e ku mirov bi awayekî erênî yan neyînî bersiva vê gavê bide. Bi taybetî rayedarên desthilatê niha nikarin neyînî bersivê gaveke wisa bidin. Lê ya girîng ew e ku ew ê çawa nêzîkî wê bibin. Niha ne dema gotinê, dema kirinê ye.

Belê, di destpêka pêvajoyê de, axaftina xweş û erênî girîng bû. Ev pêwîst bû. Lê niha, tiştek ji axaftinê wêdetir divê were kirin. Niha dibêjin “baş e”. Tevî ku heqê wê nedanê jî tiştên erênî hatin gotin. Lê divê pêwîstiyên wê werin kirin. Divê gavên ku me destnîşan kirine werin avêtin. Ji ber ku di civakê de têgihiştinek heye: desthilat û dewlet gav navêjin. Li ser nêzîkatiyên desthilat û dewletê fikarên wan hene. Li hemberi nêzîkatiya desthilatê bê baweriyek heye. Civaka Kurd di destpêkê de piştgiriyeke mezin dida. Niha dixwazin ku ev pêvajo bi ser bikeve; di wê mijarê de pirsgirêk ji bo Kurdan tineye. Lê ji ber nêzîkatiya desthilatê, saleke gavên cîdî neavêtiye, desthilat her gav li benda gavên yekalî ye, ev yek fikar û teredûtan diafirîne. Di vî alî de, ne gotin kirin pêwîst e.

Gotinek heye: “Divê mirov ne li gotina wî, li emelê wî binêre”. Bi taybetî yê ku gavên pratîkî bavêje û bi xebite kî ye? Ev desthilat e. Wê kî vê pirsgirêkê çareser bike? Ma em ê çareser bikin? Belê, em têdikoşin, em dixwazin çareser bibe û ferz dikin. Lê ya ku ev pirsgirêk afirandiye dewleta Tirk, desthilat e. Lê wê demê divê desthilatdar ji bo çareseriyê ji gotinê wêdetir, divê gavan bavêje.

Yên piştgiriyê nedin divê gazincan nekin

Ev pêvajo ne pêvajoyek ku tenê desthilat û ne jî tenê em dikarin çareser bikin. Ev pirsgirêkek berfireh a civakî ye. Gelo desthilat dikare vê pirsgirêkê bêyî piştgiriya civakên din çareser bike? Gelo em dikarin vê pêvajoyê bêyî piştgiriya gelê Kurd bimeşînin? Di vî alî de, peywirek mezin dikeve ser hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê, gelê Kurd û rewşenbîrên wan. Gelê me, hêzên demokratîk, wê xwedî li vê pêvajoyê derkevin, têbikoşin û wê rewşeke wisa biafirînin ku wê desthilatê teşwîqî gavavêtinê bike. Wê desthilatê ber bi gavavêtînê ve bibe; heta radeyek girîng, helwest û nêzîkatiyên gel û hêzên demokratîk in; nêzîkatiyên wan in. Nexwe siyasetmedar dikarin li gorî rewş, hevsengiya hêzê û jîngehê pêvajoyek wisa bi kar bînin. Ew dikarin li ser berjewendiyên siyasî yên teng lê binêrin. Lêbelê ev pirsgirêk pirsgirêkek mezin a civakî ye, pirsgirêkek sedsalî ye û tevahiya civakê eleqedar dike.

Dipirsin; Pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê çi ye? “Pirsgirêka aborî.” Na! Pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e, neçareseriya pirsgirêka Kurd e. Ji ber ku wê pirsgirêka aborî afirandiye. Ger hûn dixwazin pirsgirêka aborî çareser bikin, divê hûn çavkaniya wê çareser bikin. Pere ji bo çekan, pere ji bo cerdevanan, pere ji bo çeteyan, pere ji bo amûrên propagandayê, heta ji bo dewletên bertîl… Hemû çavkaniyên Tirkiyeyê ji bo tepisandina têkoşîna azadiya gelê Kurd têne bikaranîn. Derfetên dîplomatîk û siyasî ji bo vê armancê têne bikaranîn. Gelo pirsgirêka siyasî ya Tirkiyeyê, pirsgirêka wê ya dîplomatîk tenê ev e? Ji ber vê yekê, divê gelê Tirkiyeyê û her kes vê yekê bizanibe: Ev çavkaniya hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê ye.

Ji ber vê yekê, heke pêvajoyek wisa dest pê kiribe, divê her kes piştgiriyê bide wê. Yên ku piştgiriyê nadin mafê wan tine ku ji pirsgirêkên aborî gazincê bikin. Wê gavê tu naxwazî ku çavkaniya pirsgirêka aboriyê ziwa bibe. Ji ber vê yekê, divê civak têbikoşe, xwe birêxistin bike û têkoşînek rêxistinkirî bide.

Ez vê yekê jî destnîşan dikim, divê nêzîkatiyek wisa şaş nebe. Ger li Tirkiyeyê demokratîkbûn û hin gavên demokratîk neyên avêtin, pirsgirêk çareser nabe. Hin kes dibêjin ku pirsgirêk bêyî demokrasiyê jî dikare were çareserkirin. Belê, pirsgirêk dikare li deverên din ên cîhanê jî were çareserkirin. Lê siyasetek sedsalî, zihniyetek ku pirsgirêka Kurd înkar kiriye û dixwaze Kurdistanê bike navendek ji bo berfirekirina nîjadperestiya Tirk, zîhniyet û polîtîkaya sedsal, encax bi zîhniyetek demokratîk dikare were guhertin û derbas kirin. Bila kes xwe nexapîne. Ev zîhniyet wekî din ti gavên din neavêje, bi awayekî din wê nêzî çareserkirina vê pirsgirêkê nebe.

Bi temaşekirinê pêşketin nabe

Di vî alî de, hêzên demokrasiyê û gelê me wê xwe birêxistin bikin û têbikoşin. Wê têkoşîna civaka demokratîk û rêxistinkirî bidin. Ew ê bandora xwe ya li ser desthilatê bi kar bînin. Demokrasî hinekî ev e. Demokrasî ne rejîmek e ku kesên baş û xweş bernameyên baş çêdikin û xebatê birêve dibin. Demokrasî bi îradeya civakê re ji bo pirsgirêkan çareseriyê diafirîne û ji bo çareserkirina pirsgirêkan gavan dide avêtin.

Tu yê hem bibêjî, “Çareserî baş e”, “Divê pirsgirêka Kurd çareser bibe” û hem jî tu yê temaşe bikî. Wê demê tu çareseriya pirsgirêka Kurd naxwazî. Ti wateya gotina “Ev pêvajo baş e” tineye. Ger baş be, tu yê ji bo wê têbikoşî.

Rêgezeke girîng ê Zerdeşt heye. Vaye nîqaşek heye; yek dibêje, “Wê xerab bi ser bikeve,” yê din, “Wê qencî bi ser bikeve.” Zerdeşt jî dibêje ku yê xerab li dû fitne û fesadiyê ye. Lê yê qenc hewl dide ku qencî bi ser bikeve û wê qencî bi ser bikeve. Serketina qenciyê bi têkoşînê pêkan e. Di vê mijarê de hinek kêmasî hene. Di nava gelê me de jî dudilî û fikar hene. Belê, dibe ku fikar û dudilî hebin em tiştekî nabêjin, lê em ê xwedî li vê pêvajoyê derkevin û em ê têbikoşin, em ê derkevin kolanan û em ê bimeşin. Em ê daxwaza çareserkirina pirsgirêkê bikin. Ev ne pirsgirêkek e ku tenê hin kes dikarin çareser bikin. Ev pirsgirêkek mezin a civakî û dîrokî ye.

Hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê jî bi awayekî nebaş nêzîkî vê pirsgirêkê dibin. Ew bi fikar in. Dibêjin, “Ev hesabê AKP’ê hene, wiha hesabên wê hene.” Dev ji hesabên AKP’ê berdin. Ma hûn demokrat in, hêzek demokratîk in? Ma hûn çareseriya vê pirsgirêkê dixwazin? Wê demê rabin ser piyan. Ma desthilat dixwaze wê bike amûrek? Tu helwesta rast deyne holê. Zemîna çareseriya rast ava bikin. Ji ber vê yekê, divê gelê me dostên me vê pêvajoyê temaşe nekin. Divê ew xwe birêxistin bikin û têkoşînek rêxistinkirî bidin. Bêyî ku bêjin, “Ez bi fikar im, ez guman dikim”, divê hem piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û hem jî bibin parçeyek têkoşîna ku wê bi ser bixîne. Ev pir girîng e. Em tenê bi temaşekirinê nikarin bigihîjin ti derê. Ji ber vê yekê, di daxuyaniya hevalê Sabrî de, bang li gel û hêzên demokrasiyê kirin. Gotin, “Ev pirsgirêk wê bi têkoşînê çareser bibe.” Ya rast ev e. Jixwe demokratek bi vî rengî difikire. Şoreşgerek bi vî rengî difikire. Divê gelê Kurd jixwe bi vî rengî bifikire û pêdiviyên wê bi cîh bîne.

Rewşa niha ya Rêber Apo mijara krîtîk e

Mafê hêviyê mijarek girîng e. Ji aliyê desthilatdariya Devlet Bahçelî-Erdogan bangek hate kirin; Rêbertiyê bersiv da. Ew di bin her cûre şert û mercên serbest de dixebitin. Di çareserkirina pirsgirêkek wiha de kesê mifte, Rêber Apo ye. Kes nikare vê pirsgirêkê bêyî Rêber Apo çareser bike. Rola Rêber Apo di serketina vê pirsgirêkê de diyarker e. Ji ber vê yekê, divê şert û merc biguherin.

Devlet Bahçelî bi xwe behsa Mafê Hêviyê kir, lê sozên hatine dayîn nayên bicihanîn. Rêber Apo hîn jî di tecrîdê de ye. Belê, hin hevdîtin hene. Hevdîtin bi şandeya DEM Partiyê re hene û du hevdîtin bi parêzeran re hatine kirin. Lê ev hevdîtin têra çareserkirina pirsgirêkek ewqas mezin nakin. Ji ber ku ev pirsgirêkek civakî ye. Tenê desthilatê eleqedar nake; muxalefetê, rewşenbîran, rêxistinên civaka sivîl û gelê Kurd eleqedar dike. Di nav gelê Kurd û Tirkiyeyê de jî, kesên ku xwedî nêrînên siyasî yên cûda ne hene. Divê vana jî nêrînên Rêber Apo bizanibin. Divê Rêber Apo bi wan re jî hevdîtinê bike. Ji ber ku Rêber Apo aktorê aliyê Kurd ê vê pêvajoyê ye û yê ku her kesî îqna bike Rêber Apo bi xwe ye. Em dikarin tiştan bibêjin, lê gotinên esasî yên girêdayî û wê her kes bibêje temam, îqna bibe, gotinên ku Rêber Apo bibêje ye. Di vî alî de, divê nêzîkatiya li hember Rêber Apo biguhere.

Dixwazim vê jî destnîşan bikim: Nêzîkatiya li hember Rêber Apo nêzîkatiya li hember gelê Kurd e. Heta ku rast nêzîkî Rêber Apo nebin, nikarin rast nêzîkî me bibin. Li cihê ku rast nêzîkî Rêber Apo nebin, em nikarin tiştekî zêde bikin. Ji ber vê yekê, nêzîkatiya li hember Rêber Apo wê helwest û sekna me diyar bike. Ev ji bo gelê me jî wisa ye. Wê Rêber Apo di van şert û mercan de were girtin, ew ê ne di azad nexebite, lê wê li ser pêşveçûna pêvajoyê biaxivin! Ev bi rastî nakokî ye. Divê hem raya giştî ya Tirk û hem jî ya Kurd vê yekê zanibin. Gelo raya giştî ya Tirkiyeyê; çi li desthilatdariyê be çi jî li muxalefetê be, dikare bibe parçeyek ji pirsgirêkek ewqas mezin? Lazime heta radeyekê derfeta xebata azad hebe. Hem hûn ê vê derfetê nedin û hem jî her tiştî bixwazin. Ma tiştek wisa dibe? Vaye, bila li Rojava vê yekê bike, bila HSD vê yekê bibêje, jê re wiha bibêje! Ew ê çawa bibêje? Ew ê çawa wan îqna bike? Di vî alî de, rewşa heyî ya Rêber Apo niha mijara herî krîtîk e.

Di vî alî de, ev pêvajo wê çiqas pêş bikeve yan jî nekeve, girêdayî nêzîkatiya li hember Rêber Apo ye. Ev girêdayî pozîsyona Rêber Apo ye. Ev ne rewşek ku Rêber Apo ji xwe re dixwaze. Rêber Apo ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê dixwaze şert û merc bên guhertin. Em jî dixwazin ku şert û merc bên guhertin. Nêzîkatiya Rêber Apo ya azadiya takekesî tineye. Gelo civak azad bûye? Ew dixwaze pirsgirêkên Tirkiye û gelê Kurd çareser bike. Ji bo vê yekê daxwaza Mafê Hêviyê dike û dixwaze ku şert û merc biguherin. Ger şert û merc neguherin, ma wê Rêber Apo wisa nefikire? Ew dixwazin çi bikin? Îradeya wan ji bo çareseriyê çi ye? Îradeya wan ji bo çareserkirina pirsgirêkê çi ye?

Bêguman Rêber Apo bi xwînsarî, baldarî û polîtîk nêzîk dibe. Ger xitimandinek hebe dixwaze rê li ber vê yekê veke. Bi vê nêzîkatiyê, ew nîşanî aliyê din an jî dewletê dide: “Ez ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê tiştê ku pêwîst e dikim,tiştên dikevin ser min dikim, tiştên ku divê were kirin dikim, zorê didimê.” Bi vî awayî vê peyamê dide aliyê din, ”Di demeke ku ez ewqas berpirsiyar, ewqas baldar û ewqas hesas tevdigerim de, ger hûn bi vî rengî nêzîkî min bibin, ez ê çi bikim?” Sînorek vê nêzîkatiyê heye. Vê pêvajoyê dikare bigihîne sînorekê, heta sînorekê dikare vê rewşê bimeşîne, lê jê wêdetir nabe. Di vî alî de ev mijar, mijareke cidî ye. Divê raya giştî ya Tirkiyeyê vê yekê bixe rojeva xwe. Wisa bi dijberiya Rêber Apo re nabe.

50 sal in temaşe dike

Nêzîkatiya wan a bi Rêber Apo re “nabe” dijberiya Kurdan e, dijminatiya Kurdan e. Ji yên dibêjin bi Rêber Apo re “nabe”, dipirsim: Gelo hûn şer dixwazin? Erê, ew şer dixwazin. Ger ev pêvajo bixitime, ger bi ser nekeve, wê ev bibe. Wê feydeya xwe ji Tirkiyeyê re çi be? Tirkiye wê çi qezenc bike? Bi rastî jî ev nêzîkatiyek bi tevahî bi pirsgirêk e. Pir ajîte bûne û tijî bûne. Bi “Welat-Netew-Sakarya” tijî bûne. Belê 50 sal in bi gotina “PKK wisa ye, Apo wisa ye” civakê jehrî kirine. Ji bo rastiyên xwe veşêrin, dijminatiya PKK û Apo kirine.

Ew kesên ku vê dibêjin, bi tendurist nafikirin. Berê digotin “Bi Apo re nabe,” “Bi vê re û wê re nabe,” “Bi PKK’ê re nabe.” Ev ji analîzek an ji ramanek rast derneketine. Ew hişmendiya şerê taybet û şerê psîkolojîk a ku xwe dispêre şerê demdirêj e. Yan na, kesekî jîr, kesekî xwedî ramanek normal û li berjewendiyên Tirkiyeyê difikire ma nabêje, “Vaye 50 sal in didome, çima me ev pirsgirêk çareser nekiriye?” Gelo dewletek, partiyek siyasî ma 50 salan pirsgirêkekê temaşe dike? Gelo pirsgirêkek wisa tê temaşekirin? Ma wê nebêjin, “Werin em çareseriyekê bibînin, em rêyekê bibînin?”

Ev pirsgirêk, dest û lingên Tirkiyeyê girê daye. Ne tenê aborî; girêdana siyasî ye, dîplomatîk e, çandî ye. Di civakê de rizîn heye û dejenerebûn heye; ev hemû encama vî şerî ne. Ji ber vê yekê, ew kesên ku girîngiyê didin Tirkiyeyê, welatparêzên rastîn ên Tirkiyeyê divê ji bo misogerkirina şert û mercên ku Rêber Apo azad bixebite û bijî nêzîkatiyek erênî nîşan bidin. Divê dev ji gotinên ji rêzê berdin.

Lazim e pirsgirêk bi tevahî bê dîtin

Rêber banga fesixkirina PKKê û bidawîanîna têkoşîna çekdarî kir. Belê ev hemû hatin kirin. Ma tenê ev hatin kirin? Ma di roja yekem de Rêber Apo negot, “Ez ê vê pêvajoyê bibim zemîna hiqûqî û siyasî?” Ma ev ne bersivek ji bo banga Devlet Bahçelî bû? Yanî di naveroka Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo de çi hene? Hem Devlet Bahçelî, hem desthilat û her kes peyv bi peyv newestin.

Pêşî bangewaziyê bixwînin û baş fêm bikin. Kurt lê bi cewher e. Bangek ku tevahiya pêvajoya dîrokî datîne holê û çareserî destnîşan dike. Tiştên ku Rêber Apo ji parêzer re gotiye, ji siyasetmedaran re gotiye û di wê bangê de tiştên gotine hene. Di dawiya bangê de, tiştê ku hevalê me yê hêja, şoreşger û milîtanê aştiyê Sirri Sureyya Onder gotiye heye. Di bangê de ev jî heye; “Ji bo pêkanîna banga Aştî û Civaka Demokratîk, divê aliyên siyasî û qanûnî têkevin dewrê.” Divê ev ji ber çavan nerevin.

Rêbertî dibêje, “Di van şert û mercan de nabe.” Dibêje, “Ez ne aliyê azadiya takekesî, aliyê azadiya civakî me”. Dibêje, “Ez di aliyê xwişk û biratiya gelên Tirk û Kurd im; aliyê domandina ev xwişk û biratiya ku bi hezaran salan didome, me.” Di vî alî de, dixwaze ji bo çareserkirina pirsgirêkê gav werin avêtin, behsa qanûnên entegrasyona demokratîk û qanûnên azadiyê dike. Wê gavê divê ev jî li ber çavan werin girtin. Tenê balkişandina aliyê çekan, bi awayekî yekalî îfadekirina wê, bê çareserî ye û xitimandine. Di vî alî de, divê bi tevahî nêzîkî pirsgirêk bibin. Erê, ew aliyek e, lê tenê ne ew e. Ji bo watedar bibe divê bi tevahî were destgirtin. Ger şertên wê werin bicîhanîn, wê gavê mijara bêçekbûnê wê watedar bibe.

Divê komîsyon diyar bike ku pirsgirêk pirsgirêka Kurd e

Me avabûna vê komîsyonê girîng dît. Ji ber ku Rêbertî hê di sala 2012’an de got, “Bila li Meclîsê komîsyonek bê avakirin, gazî min jî bike, ez biaxiwim.” Fikra vê komîsyonê jixwe ya Rêber Apo ye. Saziyeke ku Rêber Apo pêşniyar dike ye. Tişta ku Rêber Apo pêşniyar dike pêk were, komîsyoneke wiha were avakirin, lê wê neçe û hevdîtin bi Rêber Apo re neke, bi Rêber Apo re nîqaş neke yan jî gazî Rêber Apo neke û guh nede. Ev ne nêzîkatiyeke rast e.

Kompleksek heye. Dewleta Tirk şerekî taybet yê welê afirand ku kompleksek afirand. Kompleksekî ku li piyê wî digere heye. Çi ye? “Em ê çawa ji bo hatina meclîsê gazî Abdullah Ocalan bikin” yan jî “Em ê çawa biçin ber piyê wî?” Bi rastî jî ew şovenîzim, kompleks, pranga, zîncira ku şerê taybet ku di qada şer a 50 sal in dewam dike de tê meşandin afirandiye heye! Li Tirkiyeyê siyaset xwe kiriye kole. Li Tirkiyeyê siyaseta azad tune ye. Qalibekî ku bi wê kompleks û şovenîzmê re xwe kiriye kole heye. Ji derveyî wê fikir nahilberîne û tevnagere. Nikare afirîner be.

Niha komîsyon hat avakirin. Baş e. Temam, hevdîtin jî têne kirin. Tu îtraza me ji bo van hevdîtinan tune ye. Helbet divê werin kirin. Eger ev pirsgirêkek civakî be, divê civak jî bê guhdarkirin. Lê cewhera pirsgirêkê jî heye. Tu komîsyonê ava dikî, nîqaşê dikî, çavkaniya van nîqaşan çi ye? Ev komîsyon çima hat avakirin? Çima ev qas daxuyanî têne dayîn. Pirsgirêka ku vê diafirîne çi ye? Eşkere pirsgirêka Kurd e. Wê demê divê komîsyonê destnîşan bike ku ev pirsgirêka Kurd e û pirsgirêka Kurd wê bi xwişk û biratiyê were çareserkirin. Lê em anîna ziman a vê tiştê berdin, dayikek xwest li pêş komîsyonê bi Kurdî biaxive, wê bêdeng kirin! Ev şerma Tirkiyeyê ye! Dibe wisa bibe?

Kurd jî hebûnek in, zimanê wan heye. Dibêjin, “divê bi vê zimanê neaxivî, zimanê min biaxive.” Naxive! Çima biaxive? Çi neçarîbûna wê heye? Zimanê wê heye, wê bi zimanê xwe biaxive. Di vê aliyê de, belê komîsyon diaxive, lê divê hinek din bê ser cewhera mijarê, divê encamên pratîktir derxe. Di vê aliyê de nêzîkatiya komîsyonê kêm e. Belê diaxive, lê ev ne pirsgirêkek ku wê bi gotinan were çareserkirin e.

Hemû serokên meclîsê yên 50 salan hatin vexwendin. Bi xwe dibêjin ku Meclîs nûnertiya Tirkiyeyê dike. Ev gotina wan e. Em dikarin bi awayekî cûda binirxînin ku çiqasî nûnertiya civaka Tirkiyeyê dike; ev mijareke cuda ya nîqaşê ye. Lê bi xwe wisa dibêjin. Meclîsê dibêje, nûnertiya gelê Tirk dike. Niha gazî hemû serokên meclîsa 50 salî kirin, tu ji wan jî neyînî neaxivîn. Hemû jî çareseriya pirsgirêkê xwestin. Heta gotin, “Em bibêjin pirsgirêka Kurd.”

Bihizirin, serokên Meclîsa Tirkiyeyê ne. Bi xwe dibêjin, “Meclîs temsîla gelê Tirk dike”, lê guh nadin gotinên serokên wan. Heta hinekan gef li serokên meclîsê xwarin.

Di vê aliyê de divê ev meclîs xwe bibandortir bike. Divê xwe ji bûyîna saziyeke ku tenê diaxive, lê encamên bibandor dernaxe, derxe. Pir dirêj bû. Pêşnûmeyeke qanûnê.. Dev ji amadekirina pêşnûmeyê berde, nekarî îradeyek jî deyne, nekarî navê pirsgirêkê jî deyne. Dema ku bi vî rengî bû jî helbet bandora komîsyonê qels bû. Fikar û guman di kirinên komîsyonê de çêbûn. Divê komîsyonê xwe ji vê rewşê rizgar bike. Divê wekî navê xwe bibe, “komîsyona aştî, xwişk-biratî û demokrasiyê.” Bi xwe gotin komîsyona demokrasiyê. Ji ber vê yekê komîsyona pirsgirêkekî pir dîrokî ye. Xebatekî pir girîng dimeşîne. Dibe ku em wiha jî bibêjin; Heta niha komîsyoneke wiha girîng nehatiye avakirin. Wê demê divê nêzîkatiyeke li gorî girîngiya vê were raberkirin.

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Civîna komisyona meclisê bi dawî bû

Civîna komisyona meclisê bi dawî bû

30 COTMEH 2025
Heyete Îmraliyê: Em ê gavên ku divê bên avetin gotûbêj bikin

Heyete Îmraliyê: Em ê gavên ku divê bên avetin gotûbêj bikin

30 COTMEH 2025
Hevdîtina heyeta Îmraliyê û Erdogan taloqî seat 18an bû

Hevdîtina heyeta Îmraliyê û Erdogan taloqî seat 18an bû

30 COTMEH 2025
Rewşa Huseyîn Aykol xeternak e

Rewşa Huseyîn Aykol xeternak e

30 COTMEH 2025
Helbestvan Arjên Arî hate bibîranîn: Wî mîrateyek li pey xwe hişt

Helbestvan Arjên Arî hate bibîranîn: Wî mîrateyek li pey xwe hişt

30 COTMEH 2025
‘Govenda Kurdî ne sûc e, nabe hinceta girtinê’

‘Govenda Kurdî ne sûc e, nabe hinceta girtinê’

30 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (495)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne