Mûstafa Karatepe ku nexweşê penceşêrê ye û li Girtîgeha Tîpa F a Sîncan a Enqereyê dihat ragirtin, piştî 30 salan serbest berdan.
Mûstafa Karatepe (70) ku nexweşê penceşêrê ye û li Girtîgeha Tîpa F a Sîncan a Enqereyê dihat ragirtin, piştî 30 salan serbest berdan. Mûstafa Karatepe, di 14ê Çileya 1995an de li Îzmîrê hate binçavkirin û Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê îdamê lê birî. Piştre jî ev ceza veguherand cezayê muebbetê. Musatfa Karatepe, li pêşiya girtîgehê ji hêla xizmên xwe û endam û rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) hate pêşwazîkirin.