Navenda Nûçeyan – Muzakerevanê Mandela û hiqûqzan Mohamed Bhabha diyar kir ku rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ya Mandela pirr dişibe hev û got: “Ocalan sembola azadiya gelê Kurd e. Li Başûrê Efrîkayê jî gelek tevger hene ku ji bo azadiya wî têdikoşin.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir û piştî bangê pêvajoya çareseriyê ya ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest pê kiriye derbasî merhaleyeke nû ango merhaleya duyemîn bû. Ji welatên Rojhilata Navîn heta Efrîkayê, Ji Efrîkayê heta welatên Başurê Amerîkayê û Ewropayê û Rûsyayê kesên fîlozof, nivîskar, rewşenbîr, hiqûqzan, parêzvanên mafê mirovan û siyasetmedar piştgiriya banga Abdullah Ocalan dikin. Yek ji van kesan jî ji Efrîkaya Başûr Serokê Komîteya Qanûna Bingehîn ya Parlamentoyê yê berê hiqûqzan Mohamed Bhabha ye. Mohamed Bhabha yê ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên Efrîkayê xwedî rol û mîsyonek girîng e û di pêvajoya muzakereya Efrîkaya Başûr de bi rolek mezin rabûbû, ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
Mohamed Bhabha yek ji muzakerevanê Mandela bû. Di sala 1991an li ser navê Kongreya Neteweyî ya Efrîka (ANC) tev li muzakereyan bû û di amadekarina Destûra Bingehîn a Efrîkayê de xebitî. Di demokratîkbûyîna Başûrê Efrîkayê de derket pêş û her wiha senator û serokê berê yê komîteya çareseriyê bû. Bhabha Serokê Komîteya Qanûna Bingehîn ya Parlamentoyê yê berê ye. Mohamed Bhabha ku piştgiriya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” dike herî dawî beşdarî Konferansa Navneteweyî ya Aştiyê û Civaka Demokratîk ya ku ji aliyê DEM Partiyê ve li Stenbolê hatibû lidarxistin bûbû.
‘Ji Efrîkaya Başûr gelek tevger ji bo azadiya Ocalan têdikoşin’
Mohamed Bhabha diyar kir ku wan her tim piştgiriya Tevgera Kurd kiriye û got: “Gelên bindest û tevgerên li dijî rejîmên serdestan têdikoşin her tim tên cem hev. Ji bo têkoşîna me dişibe hev û em serpêhatiyên xwe bi hev re parve dikin her tim em ê di piştgirê hev bin. Beriya ku demokrasiya me pêk were jî her tim tekiliya me bi awayekî hebû. Ji ber ku me li dijî serdestiyê têkoşiyan, hemû cîhanê jî piştgiriya me kir û em jî piştgiriya hevdû dikin. Ocalan sembola azadiya gelê Kurd e. Li hemû cîhanê tê pîroz kirin. Li Efrîkaya Başûr jî gelek tevger hene ku ji bo azadiya wî têdikoşin. Li her derê Rojhilata Navîn têkoşîn û şer heye. Erdnîgariya Kurdistanê jî cihekî stratejik e. Çareseriya birêz Ocalan pêşkeş dike pir girîng e. Ji ber ku çareseriya li vir pêk were dê bandor li her derê bike.”
‘Têkoşîna me û Kurdan dişibe hev’
Mohamed Bhabha anî ziman ku têkoşîna Tevgera Azadiya Gelê Kurd û têkoşîna Efrîkaya Başûr pir dişibe hev û wiha pê de çû: “Şert û mercên me û Kurdan cuda bin jî têkoşîn û rewşa me dişibe hev. Em jî bi cihêkariyê re rû bi rû man, zimanê me yê dayikê jî hat tunehesibandin û xwestin hebûna me jî ji holê rakin. Ji ber vê yekê rewşa me pir dişibe hev. Ma têkoşîna gele Kurd jî ne li dijî vê yekê ye? Ya din rewşa Ocalan a ku hemû cure zordestî û zilmiyê dihewîne û ya Mandela wekî hev in. Sedema dîlgirtina Ocalan û Mandela jî wekhev bûn. Her du jî şervanên azadiyê ne û ji bo gelê xwe şer kirin û dikin. Ev doz, dozeke heq û mafdar e. Têkoşîna her duyan jî ne ji bo desthilatdariyê ye ji bo jiyaneke mirovî ye. Wan ji bo mafên gelekî, ji bo nifşên nû rastî zordariyan neyên fedakariyeke mezin kirin. Piştî Mandela hat berdan êdî pêvajo gihişt merheleyeke wisa ku paş ve gav nedihat avêtin. Li gorî min heke Ocalan jî serbest were berdan ev yek jî dê bibe merheleyeke pir girîng û di merheleyeke wisa de êdî kes nikare paş ve gavê biavêje.”

‘Doza Kurdan dozeke azadiyê ye’
Mohamed Bhabha li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî sekinî û wiha axivî: “Di van pêvajoyên muzakereyan de hin alî hene dixwazin xwe ji dinyayê re nîşan bidin ku hewldanên wan ên çareseriyê hene. Lê di dilê wan de çareserî tune ye. Em di pêvajoya welatê xwe de hînî tiştekê bûn; Pêvajoya me pir hêdî bû. Piştî serbest berdana Mandela pêşiya hinek tiştên din ên girîng vebûn û pêvajo bileztir bû. Piştî 30 salan jî mirov dikare bibêje ku hîn gelek tişt hene û têkoşîn her didome. Zerarên ku di sed salan de pêk hatin wisa bi 2 salan nayên telafîkirin. Jixwe çend salên pêşîn tenê ji bo avakirin û tesîskirina baweriya di navbera her du aliyan de derbas bû. Sed salan zêdetir ji me re gotin ‘ew wehşî ne’. Wan Încîl bi awayekî ‘nijadperest’ şîrove kirin û me wekî ‘wehşî’ bi nav kirin. Çend nifş zarokên xwe jî bi vê hişmendiyê mezin kirin. Hûn jî yanî gelê Kurd jî her tim weke ‘dijmin’ hate binavkirin û di dibistanan de ev yek empozeyî zarokan kirin. Divê hûn bi çend hevdîtin, muzakere û bi serbestmayîna Ocalan hêvî nekin ku wê ev yek zû bi zû biguhere. Bi qasî ku min Ocalan xwendiye û jê fêm kiriye, dikarim bibêjim ku ew dê ya rast û xweş bike, wê bi ya dijminan neke. Tu gumana min ji vê yekê nîn e. Ji ber ku doza Kurdan ne dozeke desthilatdariyê ye, dozeke ji bo azadiyê ye.”
‘Peyama min ji Kurdan re ev; Bê hêvî nemînin serkêftin a we ye’
Mohamed Bhabha di dawiya axaftina xwe de têkildarî serpêhatiyên bidestxistina azadiya Efrîkaya Başûr de jî destnîşan kir ku hinek tişt dema tu kes ne li bendeyê pêk tê û wiha got: “Em jî li Başûrê Efrîkayê her tim rûdiniştin û diaxivîn. Desthilatiya Apartheidê dixwest ku di dibistanan de me fêrî zimanê xwe bike. Li dijî vê yekê ciwan rabûn ser pêyan. Kesî tiştekî wisa texmîn nedikir. Hin nirx hene yên ku rabûn gotin, ’em ê biparêzin jî’ ciwan bûn. Dibe ku yên temen mezin westiyabûn lê hin rewş hene dema kes hêvî neke tiştek bibe wê demê hinek radibin û dikin. Dema azadiya we tune be tiştên madî ne girîng in, mesele rûmet û çewisandina we ye. Dikarin bi salan we biçûk bixin lê demeke wisa tê ku kes hêvî nake, hinek radibin ser xwe. Hê jî ez bawer nakim ku me li Efrîkaya Başûr azadiya xwe bi dest xistiye. Azadiya me dema kesî hêvî nedikir pêk hat. Ji bo wê jî di çarçoveya serpêhatiya me de ji gelê Kurd re peyameke min heye; Tu carî bê hêvî nemînin. Dema we hêviya xwe winda kir wê demê hûn ê bimirin. Berdewam bikin. Dawiya dawî dê serkêftin ya we be.”













