Piştî muzakereyên Amerîka û Îranê nûnerên her du aliyan nêrîn û helwestên xwe yên li ser encama muzakereyan li ser platformên cihêreng, bi raya giştî re aşkera kirin.
Muzakereyên dîrokî û çarenûsiyê yên li Îslamabadê ya paytexta Pakistanê ya piştî 21 saetan bêyî ku bigihîjin encamekê bi dawî bûn û şandeyên her du welatan (DYA û Îran) ji Pakistanê vegeriyan welatên xwe. Tevî ku agirbesteke demkî heye jî, nebûna peymanekê li ser xalên bingehîn fikarên ji bo destpêkirina pêleke nû ya şer zêdetir kirine.
Maseleya Hurmuz û Nukleerê sedemê xitimandinê ye
Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance û şandeya Îranê ya bi serokatiya Mihemed Baqir Qalîbaf, piştî hevdîtinên dûr û dirêj negihîştin lihevkirinekê.
Li gorî raporên taybet ên Axios û Tasnimê, sedemên sereke yên xitimandinê ev in:
Kontrola Hurmuzê: Îran daxwaz dike ku kontrola Tengava Hurmuzê di destê hêzên wan de bimîne. Lê Trump vê wek “şantaj” û “astengkirina azadiya deryayî” pênase dike.
Mijara Ûranyûmê: DYA garantiya tam ji bo rawestandina zengînkirina uranyumê daxwaz dike, lê Tehranê projeya ûranyûmê wekî “mafê xwe yê rewa” parast û paş ve gav neavêt.
Daxwazên zêde: Hyeta Îranê, Washington bi “daxwazên nerasteqîn” tawanbar kir. JD Vance diyar kir ku wan “pêşniyara herî baş” pêşkêş kiriye lê Îranê ciddiyet nîşan nedaye.
Dîplomasî qediya yan berdewam e?
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Beqayî piştî ku heyet vegeriyan welatên xwe daxuyaniyek da û got: “Dîplomasî tu carî bi dawî nabe.” Lê belê, medyaya nêzî rejîmê (Tasnim) diyar kir ku Îran ji bo muzakereyên nû “lez nake” û niha pêwîst e Amerîka gav bavêje. Li aliyê din, welatên wekî Avûstralyayê bang li aliyan kir ku agirbestê xera nekin, ji ber ku xerabûna agirbestê dê karesateke aborî ya cîhanî bîne.
Hêza leşkerî ya Îranê hîn li ser piyan e
Raporeke nû ya Wall Street Journal (WSJ) nîşan dide ku her çend Pentagon dibêje cebilxaneya Îranê qediya ye, lê Îran hîn xwediyê bi hezaran moşekên balîstîk e ku dikare di her kêliyê de li dijî fîloya Amerîkayê û Îsraîlê bikar bîne.









