Rêveberiya Amedsporê siyasetmedara Kurd Leyla Zana ku di maça Bursasporê de heqaret lê hatibû kirin, vexwend maça Amedsporê û Igdirsporê.
Somaspor û Bursaspor di 16ê Kanûnê de li Somayê hatibûn hemberî hev. Di maçê de alîgirên nijadperest ên Bursasporê bi heqaret û çêran siyasetmedara Kurd Leyla Zana kiribûn hedef.
Piştî heqareta ku li Leyla Zana hatibû kirin ji gelek derdorên cuda bertek nîşanî heqaret û dijûnan dan. Nerazîbûna li dijî heqaretê didome û xwedîderketina li Zana berdewam dike. Amedsporê jî weke bertek li dijî van dijûn û heqaretan, biryar da ku di maça Amedsporê û Igdirsporê de 28ê Kanûnê li Amedê bê lîstin, alîgirên jin belaş bên stadê li maçê temaşe bikin.
Me xwe gihand rêveberiya Amedsporê. Rêveberiya Amedsporê ji ajansa me re piştrast kir ku wan Leyla Zana vexwendiye maçê. Serokê Amedsporê Nahît Eren li Leyla Zana geriyaye û wê vexwend maça Amedspor û Igdirsporê. Li bendê ye ku Leyla Zana jî bê stadê û li maçê temaşe bike.













