• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
31 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Çalakiyên li Îranê vediguherin dijbertiya rejîmê

    Çalakiyên li Îranê vediguherin dijbertiya rejîmê

    Daxwaza berdana xwendekarên Tehranê hat kirin

    Daxwaza berdana xwendekarên Tehranê hat kirin

    Hêzên Rejîma Îranê xwepêşandêrek qetil kir

    Hêzên Rejîma Îranê xwepêşandêrek qetil kir

    Li Yemenê geşadanên nû yên siyasî û ewlehî

    Li Yemenê geşadanên nû yên siyasî û ewlehî

    Berfê li Bakurê Kurdistanê jiyan tevizand

    Berfê li Bakurê Kurdistanê jiyan tevizand

    Li Amedê berfê her der spî kir

    Li Amedê berfê her der spî kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Çalakiyên li Îranê vediguherin dijbertiya rejîmê

    Çalakiyên li Îranê vediguherin dijbertiya rejîmê

    Daxwaza berdana xwendekarên Tehranê hat kirin

    Daxwaza berdana xwendekarên Tehranê hat kirin

    Hêzên Rejîma Îranê xwepêşandêrek qetil kir

    Hêzên Rejîma Îranê xwepêşandêrek qetil kir

    Li Yemenê geşadanên nû yên siyasî û ewlehî

    Li Yemenê geşadanên nû yên siyasî û ewlehî

    Berfê li Bakurê Kurdistanê jiyan tevizand

    Berfê li Bakurê Kurdistanê jiyan tevizand

    Li Amedê berfê her der spî kir

    Li Amedê berfê her der spî kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Narîn Gezgor: Em bi fikra ‘bîrdoziya jinan’ çalakiyên 25ê Mijdarê li dar dixin

Amed / AW

13 MIJDAR 2025 - 08:03
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Cîgira Hevserokên Giştî ya DBPê Narîn Gezgor diyar kir ku ew li ser bingeha manîfestoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe ji bo 25ê Mijdarê amade dikin û got ku têkoşîna jinên Kurd a li dijî tundiyê û mêrperestiyê berdewam dike. Gezgor got ku ew li 15 bajaran atolyeyên li dijî tundiyê li dar dixin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û pêkhateyên xwe meclîsên jinan ên Partiya Herêmên Demokratîk û DEM Partiyê, sazî û dezgehên jinan bi rasthatina 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî li her deverê çalakî û bernameyên cur bi cur li dar dixin. TJA îsal bi dirûşma, “Bi civaka demokratîk ber bi jiyana azad a bê tundî ve” ve çalakiyên 25ê Mijdarê li dar dixe. Ji bajaran bigire heta gundan bênavber xebatên jinan didomin. Aktîvîstên TJAyê bi jinan re dicivin, panelan li dar dixin û atolyeyên li dijî zîhniyeta dewletê ya mêrperest perwerdeyê didin. Di civînan û panelan de li dijî hişmendiya mêrperestî û xweparastinê li dijî zêdebûna tundî, kuştin, tacîz û tecawizê axaftin tên kirin û hewl didin di nav civakê de hişmendiyek bi vî rengî li pêş bikeve.

Yek ji pêkhateya TJAyê, Meclîsa Jinan a DBPê bi rasthatina 25ê Mijdarê li 15 bajaran dê atolyeyên “bîrdoziya jinan” li dar bixe. Meclîsa Jinan a DBPê xebata van atolyeyan di 7ê Mijdarê li navçeyên Nisêbîn û Midyad ên Mêrdînê da destpêkirin.

Meclîsa Jinan a DBPê van 15 bajarên ku dê atolyeyan li dar bixe, ev in: Mêrdîn, Colemêrg, Wan, Sêrt, Dêrsim, Erzirom, Mûş, Çewlîg, Êlih, Osmaniye, Îzmîr, Agirî, Edene, Îdir, Şirnex.

Cîgira Hevserokên Giştî ya DBPê Narîn Gezgor hem derbarê atolyeyên li dar dixin û hem jî derbarê wateya 25ê Mijdarê de ji Ajansa Welat re axivî.

‘Ji Xwişkên Mîrabel heta têkoşîna Sarayan…’

Narîn Gezgor diyar kir ku têkoşîna Xwişkên Mîrabel, Sema û Sarayan li dijî tundiya ku bi hezar salane li ser jinan pêk tê berdewam dike û têkoşîna wan cangoriyan ji bo jinan û civakê bûye mîrateyek. Narîn Gezgor anî ziman ku ew dibêjin tundiya li ser jinan ne tiştek ji rêzê ye û wiha got: “Ji ber ku Tevgera Azadîya Jinên Kurd, tevahiya tevgerên jinan, em tundiya li ser jinan wek êrişek bîrdozî digirin dest. Bê guman ji Xwîşkên Mîrabel û heta roja me ya îro jinên ku hatine kuştin ji ber hişmendiya serwer ya mêrane bûye. Em nikarin kuştina jinan ji hev qut bikin. Pergal jî biguhere, cîhan jî biguhere lê her dem jin para xwe ji êrişan digirin. Êrişkar her dem bi heman ferasetê jinan dikujin. Mînak olperestî, nijadperestî, zayendperestî, netewperestî kîjan fikr serdest be jin ji wî alî ve bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin.”

‘Têkoşîna me ya li dijî zîhniyeta mêrperest didome’

Narîn Gezgor da zanîn ku têkoşîna jinan her dem li dijî mêrperestiyê hebûye û wiha axivî: “Sed sal in têkoşînek bi rêxistinkirî li dijî serdestiya mêran a baviksalar tê dayîn. Em têkoşîna jinan nikarin ji banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê cuda bigirin dest. Rêber Apo di manîfestoya dawî de nirxandinên xwe bi berfirehî li ser jinan dike. Li ser vî esasî em jî di çarçoveya bang û van nirxandinên hêja de têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê û mêrperestiyê didomînin.”

‘Têkoşîna jinên Kurd bandorê li ser hemû jinên cîhanê dike’

Narîn Gezgor bal kişand ser destkeftiyên jinan û got: “Her dem destkeftiyên jinan ji aliyê deshilatdar û kesên baviksalar ve hatine dizîn. Têkoşîna jinên azadiyê ya jinên Kurd jî li dijî dizî û talana destkeftiyên jinan her dem radibin. Lewma ye ku bîrdoziya rizgariya jinan a ku bi salane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêş xistiye, li dijî dizî û talanê ye. Ev têkoşîn û bîrdoziya jinên Kurd ji bo hemû jinên cîhanê bûye îlham.”

‘Em li 15 bajaran atolyeyan li dar dixin’

Narîn Gezgor diyar kir ku ew wek Meclîsa Jinan a DBPê bi atolyeyan bal dikişînin ser hişmendiya serwer a mêrperest û got: “Ev saleke bernameyên me yên bi jinan re pêk tên. Me dîsa bernameyek nû ya atolyeyan da pêşiya xwe. Me di meha Nîsanê de biryar girt ku em di çarçoveya biryarên konferansa xwe ya sala par de çalakiyên xwe zêdetir bikin. Em van atolyeyan dixwazin balê bikişînin ser bîrdoziya rizgariya jinan. Em sala par jî bi civîn û atolyeyan bi du hezar jinan re hatibûn ba hev. Me di civînan, atolyeyan de li ser têkoşîna jinan a li dijî tundiyê û her cure êrişên li ser jinan nîqaş kir. Niha dîsa jî em di heman çarçoveya de xebatên xwe bi rasthatina 25ê Mijdarê li dar dixin. Em ê li 15 bajaran xebatên xwe yên atolyeyên bîrdozîya rizgarîya jinan li dar bixin. Me 7ê mehê start xebatên xwe li Nisêbîn û Midyadê da. Em di atolyeyan de bi jinan re nîqaşan bikin. Em ê di 18 mehê de li Erzeromê rapora encamên atolyeyên xwe ku derketiye holê bi raya giştî re parve bikin. Her wiha wekî Meclîsa Jinan a DBPê ku wek pêkhateyek TJAyê ye di her çalakî û bernameyên 25ê Mijdarê de cih bigirin.”

Etîket: 25ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Şideta li Ser JinanDBPMeclisa Jinan a DBPêNarîn GezgorTJA
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Amed carek din mazûvaniya mitîngeke dîrokî dike

Amed carek din mazûvaniya mitîngeke dîrokî dike

24 KANÛN 2025
Keskîn Bayindir: Rapora AKPê li dijî ruhê pêvajoyê ye

Keskîn Bayindir: Rapora AKPê li dijî ruhê pêvajoyê ye

14 KANÛN 2025
Nûnerên partiyên Kurdistanî: Em ji bo Kongreya Neteweyî amade ne

Nûnerên partiyên Kurdistanî: Em ji bo Kongreya Neteweyî amade ne

9 KANÛN 2025
Mewlûda gerîlayên ap û birazî hate dayîn

Mewlûda gerîlayên ap û birazî hate dayîn

27 MIJDAR 2025
Komîsyona Jinan a ÎHDa Amedê: Herî kêm 88 jin hatine kuştin

Komîsyona Jinan a ÎHDa Amedê: Herî kêm 88 jin hatine kuştin

24 MIJDAR 2025
‘Divê li dijî tundiyê hemû jin bibin yek’

‘Divê li dijî tundiyê hemû jin bibin yek’

24 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna dayika Xanim Toprak hat kirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (633)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne