Cenazeya ku duh li tenişta rêya li Gazîpaşayê hat dîtin hat diyarkirin ku aîdî Salîha Turan e.
Li navçeya Gazîpaşa ya Antalyayê li taxa Zeytînada ya 25 kîlometre ji Gazîpaşeyê dur e li mewkiye Sazak a riya D-400 kesên diçûn baxçeyên xwe av didan jineke li şarampolê dîtin. Piştî ku agahî dan ekîbên tenduristî û cendermeyan, ekîb hatin cihê bûyerê û tespîtkirin ku jinê jiyana xwe ji dest daye. Nasname li ser jinê tunebû û cenaze ji bo otopsiyê birin morgê.
Di encama lêkolîna hat kirin de hat tespîtkirin ku cenaze aydê Salîha Turan a 45 salî ye. Cenaze ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî(ATK) ya Alanyayê.
M.T yê ku bi Salîha Turan re zewicandibû çarçoveya lêpirsînê de hat binçavkirin.













