Amed – Nasnameya demkî ya Zozan Xelîl a ji Kobanê ye û li Bakur weke penaber dijî hatiye betalkirin. Zozan Kobanê ku ji ber vê yekê nikare tedawî bibe û ji bajarekî biçe bajarekî din wiha got: “Ez li vê derê jî weke di zindanê de me dijîm. Mirovek bê nasname nikare bijî.”
Zozan Xelîl ku navê wê yê di fermiyetê de Hîbe El Xelîl El Muslîm e ji Kobanê ye û nêzî 12 sal in li bakurê Kurdistanê bi malbata xwe re dijî. Zozan Xelîl di sala 2014an de wexta DAIŞê êrişî Kobanê dike bi malbata xwe re derbasî Bakûr dibin û tên Amedê. Zozan Xelîl a 12 sal in li Amedê dijî bi hinceta wêneyên wê yên li Rojava hatine kişandin di 8ê Kanûna 2022yan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin heft sal û nîv cezayê girtîgehê lê hate birîn. Zozan Xelîl a ku Dadgeha Bilind ev cezayê lê hatibû birîn xera kir piştî 3 salan di 11 Îlona 2025an de hate berdan. Zozan Xelîl piştî ku hate berdan hîn bû ku nasnameya demkî ku dabûnê hatiye betalkirin. Zozan Xelîl a têkildarî rewşa xwe ya niha ji ajansa me re axivî, destnîşan kir ku ji ber nasnameya wê ya demkî hatiye betalkirin nikare tedawî bibe, zanîngeha xwe bidomîne û ji bajarekî biçe bajarekî din.
Navê wê yê “Zozan” weke qodekê penase kirin
Zozan Xelîl têkildarî guhertina navê xwe ya di nasnameyê de wiha got: “Navê min Zozan e lê navê min di nasnameyê de Hîbe derbas kirin ev jî tê wê wateyê ku ew rejîma em di nav de dijiyan navên me yên Kurdî nedihatin qebûlkirin. Piştî şerê di sala 2014an de em bi malbatî derbasî Bakur bûn. Li vir navê Zozan ji min re kirin pirsgirêk. Navê min weke qodekê penase kirin. Ji ber vê yekê gelek caran ji qereqolan qazî min dikirin. Heta dawiyê bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ hatim girtin. Mirov lê dinêre ku heman pergal heman tiştan didij jiyîn. An ku qebûl nakin ku mirov bi Kurdî bijî.”
‘Ji ber wêneyên min ên li Rojava hatibûn kişandin hatim girtin’
Zozan Xelîl di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Hem navê Zozanê ji min re pir kirin pirsgirêk. Ya din dema ez li Rojava bûm ji ber ferzkirina zewicandina di temenê biçûk de ez derbasî Mala Jinan bûm. Li wê derê wêneyên min hatin kişandin. Di nava pergalê de jinek nikare dibistana xwe bidomîne, biryarekê li ser jiyana xwe bide, nikare bijî. Pergal bi vî rengî nêzî jinan dibin. Min jî ev yek qebûl nekir. Wêneyên min ên li mala jinan, piştî demekê wêneyên min li Bakur hatin dîtin. Ez ji ber van wêneyan hatim girtin. Hem navê min ê Zozan hem jî wêneyên min ên ku jiyaneke kole qebûl nekir û derbasî cihekî ku parastina xwe kir, kirin hincet.”
‘Ez li vê derê jî weke di zindanê de me dijîm’
Zozan Xelîl têkildarî pêvajoya darizandina xwe de ev agahî dan: “Di dema darizandinê de 7 sal û nîv ceza li min hate birîn. Ji wan heft sal û nîvan sê salan di girtîgehê de mam. Piştî sê salan Dadgeha Destûra Bilind dosyaya min xera kir. Dadgehê jî biryar da ku ez werim berdan. Bi kontrola şertê edlî ez hatim berdan. Ew jî qedexeya derveyî welat bû. Lê piştî ku vegeriyam malê jî min dît ku ew TC (nimreya nasnameyê) ya demkî dabûn min dane sekinandin, betal kirine. Heta niha sedemek jî negotin ku çima betalkirine. Min çend caran bi rêya parêzeran serlêdan jî kir. Ji bo ku ez li vir penaber im nikarim ji bajarekî biçim bajarekî din. Nikarim ji aliyê tenduristiyê ve mûayene bibim. Ez nikarim biçim nexweşxaneyê, nikarim tedawî bibim dermanekê bigirim ji ber ku ew TC betal kirine. Dema ji bajarekî diçin bajarekî ji me belgeya rê dixwazin jê re belgeya destûrê tê gotin. Wê jî nikarim bigirim. Zindan çar dîwar bûn lê li vir jî niha hinekê xeleka wê mezin bûye. Ez li vê derê jî weke di zindanê de me dijîm. Bajar li min kirin zindan. Carna dibe ku tiştekî lezgîn çêbibe lê nikarim derkevim derve. Psîkolojiyeke wisa ava dikin ku mirov ji azadiya xwe dûr bikeve.”
‘Ji çand, welat û hebûna te dûr dixin’
Zozan Xelîl destnîşan kir ku nasname hebûna mirovekê ye û wiha pê de çû: “Nasnameyeke demkî dane me û li hin saziyan derbas dibe. Lê niha ew nasnameya demkî ku me li Tirkiyeyê bikardianî jî betal kirine. Jiyaneke Zozanê hebû ew jiyan niha dane rawestandin. Zozan nikare derkeve derve, nikare tedawî bibe. Ev pêdiviyên mirov ên herî lezgîn û bingehîn in, ew jî tên sekinandin. Ez di heman deme de li vir xwendekar bûm. Niha nikarim xwendina xwe jî bidomînim. Min li Mêrdînê beşa civaknasiyê dixwend pişt re derbasî Zanîngeha Dîcleyê bûm li wir lîsansa bilind dikir. Ji ber ku ez hatim girtin nîvco ma. Ez niha nikarim biçim serlêdanê bikim. Ez hemwelatiya Rojava me, tiştekî pir hesan e ku ez herim li wir wêne bikişînim, cihekî xweparastinê jî bidim ava kirin, bigerim û hevalên min jî çêbin. Jiyana min li wê derê bû. Ji ber min li Rojava wêne kişandiye nayê wê wateyê ku min sûcek kiriye. Ev tê wateyê ku te ji çanda te, welatê te û hebûna te dûr dixin. Mirovan tune dikin. Ez xelka Rojava me. Ev tişta ku dikin tê wateyê Rojava tune dikin.”
‘Mirovek bê nasname nikare bijî’
Zozan Xelîl bi lêv kir ku tevî bi rêya parêzerê xwe ji bo nasnameyê serlêdanan dike jî hêj tu encam bi dest nexistine û wiha domand: “Ez hatim berdan lê doz hêj berdewam dike. Niha dîsa ceza dixwazin ji ber wê dibêjin em nikarin zû bi zû vê nasnameyê bidin te. Mirovek bê nasname nikare bijî. Em di nûçeyan de dibînin dibêjin em kesên penaber diparêzin. Lê min tu carî ev parastin nedîtiye. Ji ber ku ji aliyê psîkolojîk ve ez rehet nejiya me, ji ber vê yekê mirovek li vir tune dibe. Nasnameya demkî jî dema bi dest mirov dikeve, mirov dikare hin pêdiviyên xwe bi cih bîne. Daxwaza min ew e ku vê nasnameyê bidin.”
‘Saziya ku pêdiviya te pê heye ji te re kemînê deyne’
Zozan Xelîl bang li rêveberiya Îdareya Koçê ya Bajêr kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ew jî polîtîkayeke gelek cuda didin meşandin. Bi hinceteke pir biçûk mirovekê digirin û dersînor dikin. Mirovan sûcdar dikin. Ew TCya ku wan daye penaber nikarin bi rehetî pê jiyana xwe bidomînin. Ez ji aliyê Îdareya Koçê ve hatim girtin û pişt re derbasî qereqolê kirim. Saziyeke ku pêdiviyên te pê hene tu diçiyê lê dibînî ku ji te re kemînek danîne. Mirovek dê çawa êdî bawer bike ku biçe wê saziyê û meseleya xwe çareser bike. Li aliyê din polîs jî ev du car in tên ber deriye me. Dibêjin ‘tu dizanî mesele çi ye. Em dixwazin hîn bibin ka tu li vir dixebitî an naxebitî. Kes te aciz dike an na.’ Nasnameyek tune be ez ê çawa bixebitim. Bi awayekî psîkolojîk mirov ne rehet e. Ez bi malbatê re dijîm. Dema tên malbat jî bi awayekî psîkolojîk bandor dibin û nerihet in. Wexta ku tên jî bi awayekî hov li derî didin. Pitik li malê heye ew jî ditirse. Ez bi xwe jî gelekî aciz dibim. Heke tiştek hebe dikarin ji parêzer agahî bigirin.













