NATOyê daxuyand ku ew piştgiriyê dide şerê DYAyê ya li dijî Îranê.
NATOyê îro ragihand ku ew piştgiriyê dide şerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ê li dijî Îranê.
Di demkê de serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kiribû ku welatê wî naxwaze aloziyên bi Îranê re zêde bike ev daxuyanî hat dayîn. Trump anîbû ziman ku têkilî berdewam in ku di navbera DYA û Îranê lihevkirinek çêbibe. Trump di axaftina xwe ya li gel CNBC û dezgehên din ên medyayê de dabû zanîn ku ew “naxwaze Mucteba Xameneyî bê kuştin” û ew nizane ew hîn sax e an na. Trump gotibû ku tiştê di hundirê Îranê de rû dide wekî “guherînek di rejîmê de ” bi nav kir û destnîşan kiribû ku DYAyê biryardar e ku lihevkirinek çêbike.













