WAN – Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji rojbûnek fîzîkî zêdetir wekî jidayîkbûnek civakî û neteweyî tê watedarkirin, ji 2004an heta niha bi meşên Amareyê tê pîroz kirin. Ligel hemû qedexe, êriş û zordariyan jî gelê Kurd bi bedelên giran ev roj vegerand sembola hezkirina ax, welat, çand, ziman û jiyana nû. Çalakiyên îsal wekî Mîhrîcana Rojên Amarayê tê pîroz kirin, li ser mîrasek bi têkoşîn û berxwedanê neqişî pêk tên.
Bi boneya 77emîn salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îsal pîrozbahî bi navê Mîhrîcana Rojên Amarayê pêk tên. Bernameyên 1ê Nîsanê destpêkirin dê heta 4ê Nîsanê bi bername û çalakiyên cur bi cur bê pîrozkirin. Pîrozbahiyên di nav gelê Kurd de vegeriyane kevneşopiyekê di sala 2003yan heta niha bi wateyek cuda tê pêşwazîkirin. Gelê Kurd bi boneya wateya li robûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirî, ji salên 1990an heta niha pîroz dikir. Di sala 2003yan de bi çûyîna komek dayîkan a Amarayê û pîrozbahiya wan a li baxçeyê mala Abdullah Ocalan lê ji dayîk bûyî, wateya civakî, dîrokî û çandî ya vê rojê derxiste pêş. Di salê piştre de ev roj bi awayek rêkûpêktir hate pîrozkirin.
Çima gelê Kurd vê rojê pîroz dike

Ji bo gelê Kurd 4ê Nîsanê ji rojbûnek biyolojîk wêdetir, xwediyê xwediyê wateyek siyasî, civakî û çandî ye. Ji ber ku ev roj ji aliyê gelê Kurd ve wekî “ji nû ve vejîn” an jî “hişyarbûna” nasnameya Kurd tê watedarkirin. Ji pîrozkirina rojbûnek bîyolojîk zêdetir wekî rojbûnek civakî û neteweyî ya li ser bingeha jiyana azad tê dîtin. Ji bo nîşandayîna vê wate û naverokê di vê rojê de şitlên daran tên çandin. Çandina şitilan di heman demê de tê wateya pêvajoya avakirina nasnameyeke civakî û neteweyî. Her wiha şitilên daran nûbûn, hezkirin û têkiliya bi ax, welat, çand û civakê re temsîl dike.
Bi têkoşînê hate ceribandin

Dîroka siyasî ya nêz a Tirkiye û Kurdistanê de 4ê Nîsanê gelemperî bi qedexeyên dewletê û protestoyên li dijî van qedexeyan kete rojevê. 4ê Nîsanê ku di bîra siyasî ya Kurd de ji sala 2004an û vir ve di heman demê de wekî rojek têkoşînê derdikeve pêş. Bi vê boneyê ne tenê rûpeleke salnameyê ya biyolojîk e, ew sînorê jiyanek azad e ku bi qedexeyan tê ceribandin. Abdullah Ocalan jî vê rojê ne bi wateya ji dayîkbûnek biyolojîk bes bi wateyek dîrokî, civakî û hişmendiyê dinirxîne.
Sê qonaxên jidayikbûna Abdullah Ocalan tê çi wateyê?

Di vê çarçoveyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema jiyana xwe digire dest, wekî sê qonaxan dabeş dike.
Jidayikbûna Yekem: Li gorî Abdullah Ocalan ev ji dayîkbûna fîzîkî ye. Di 4ê Nîsana 1949an de li gundê Amarayê yê Xelfetiya Rihayê dest pê dike. Ev qonax, rûbirûbûna yekem a li dijî pergala hiyerarşîk û bandora malbatê ye.
Jidayikbûna Duyem: Abdullah Ocalan vê qonaxa jiyana xwe wekî jidayîkbûna serhildan û rêxistinbûnê pênase dike. Di salên 70yî de li Enqereyê destpêkirina lêgerîna îdeolojîk û avakirina PKKê ye. Ev gav, îradeya siyasî ya li dijî înkarkirina nasnameya Kurd e.
Jidayikbûna Sêyem: Pêvajoya Îmraliyê û Konfederalîzma Demokratîk. Piştî komploya navneteweyî ya 1999an, li Girtîgeha Îmraliyê pêşxistina paradîgmaya nû ye. Ev qonax, ji bo avakirina civakeke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê, şoreşa zihniyetê ya herî mezin e.
Rêwitiya ber bi Rojê ve: Meşên Amareyê

Ji sala 2024an heta niha meşên Amareyê bi awayek girseyî tên lidarxistin. Gelek caran rastî qedexe, astangî û êrişên dewletê hatin. Lê ligel hemû qedexe, êriş û astengiyan jî gelê Kurd bi bedelên giran ev roj vegeran rojek têkoşînê. Çîrok vê rêwîtiyê sal bi sal wiha ye;
2004: Gelê Kurd yekem car bi rengekî girseyî berê xwe da Amarayê. Tevî dorpêç û astengiyên dewletê, şandeyekê xwe gihand gund û mîlada meşên Amarayê da destpêkirin.
2005: Di sala duyemîn a pîrozbahiyê de hejmra beşdaran gihîşt bi deh hezaran. Li devera Karataşê polîsan gule berdan gel û gelek kes birîndar bûn. Di vê salê de slogana “Rêwîtiya ber bi rojê ve” bû bingeha pîrozbahiyan.
2006: Bi hinceta serhildanên ku li Amedê û gelek bajarên Kurdistanê belav bûn, desthilata AKPê dîsa hewl da ku meşa Amarayê asteng bike. Gel gihîşt Amarayê û rojbûna Rêber Gelê Kurd Abdûllah Ocalan pîroz kir.
‘Tenduristiya wî tenduristiya me ye’
2007: Ji ber nûçeyên der barê jehrîkirina Abdûllah Ocalan de, bi şiarê ‘Tenduristiya wî tenduristiya me ye’ meşek hat lidarxistin. Destwerdan li meşa ku bi deh hezaran kes beşdar bûn hat kirin û di encama şer û pevçûnan de bi dehan kes birîndar bûn. Tevî astengiyan jî, li mala ku Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye, pîrozbahiya rojbûnê hat lidarxistin.
2008: Di van salan de pîrozbahî bi ruhê serhildanên Newrozê hatin pêşwazîkirin. Dewletê bi tundî mudaxale kir, lê gel bi rêyên bejayî û çiyayî xwe gihand gundê Amara. Di sala 2008an de pîrozbahî veguherî festîvaleke gel.
Sala berxwedan û bedelên giran

2009: Pîreozbahiya herî bi êş, yek ji salên herî bi êş bû. Di encama mudaxaleya tund de, du ciwanên Kurd Mahsum Karaoglan û Mustafa Dag jiyana xwe ji dest dan. Van şehadetan, 4ê Nîsanê wekî “rojeke berxwedanê” di nav rûpelên dîrokê de neqişan.
‘Rojbûna te rojbûna me, azadiya te azadiya me ye’

2010: Bi deh hezaran kes beşdarî çalakiyên ku bi diruşmeya, “Rojbûna te rojbûna me ye, azadiya te azadiya me ye” hatin lidarxistin bûn. Heyetek nûnerî şandin Amarayê û di rêya vegerê de Mustafa Dag û Mahsum Karaoglan ên ku di sala 2009an de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.
Pîrozbahî vegeriyan mîhrîcanê

2011- Navnîşana hevdîtina bi deh hezaran kesan a ji bo pîrozbahiyan bû dîsa navçeya Xelfetiyê bû. Deh hezaran kesên ku di 3ê Nîsanê de li wir hatin cem hev, pîrozbahiyeke mezin li dar xistin. Di pîrozbahiyên ku mîna festîvalan derbas bûn de, heta serê sibehê stran hatin gotin û govend hatin gerandin. Gelê ku sibehê ber bi Amarayê ve bi rê ket, vê salê jî Mahsum Karaoglan û Mustafa Dag li cihê ku lê hatibûn qetilkirin bi bîr anîn. Çûna bo Amarayê îsal jî mîna salên berê hate astengkirin. Lê belê astengî hatin derbaskirin û koma ku çû Amarayê pîrozbahî pêk anî.
Rewşa awarte

2012-Di serî de li Riha û li seranserê welat, ji bo kesên ku dixwestin biçin Amarayê sepanên Rewşa Awarte xistin dewrê. Ketina Rihayê hate qedexekirin û destûr nehate dayîn ku tu çalakî werin lidarxistin.
‘Ev rojbûn ne ya min e ya gelekî ye’

2013-2015: Bi destpêkirina pêvajoya diyalogê re, barîkat rabûn. Bi hezaran fidan hatin çandin. Di sala 2015an de bêtirî 100 hezar kesî Amara veguherandin qada demokrasiyê. Abdûlah Ocalan peyam şand û got: “Ev rojbûn ne ya min e, ya gelekî ye.”
Dîsa rewşa awarte

2016-2023: Bi destpêkirina şerê li bajaran û girankirina tecrîda li Îmraliyê, Amara dîsa bû “herêma qedexekirî”. Tevî “Rewşa Awarte” û her cure zextan, gel bi qurnefîlên ku berdan Çemê Firatê û pîrozbahiyên li malan, îradeya xwe nîşan da.
2024: Piştî serkeftina hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê, gelê Riha û Xelfetiyê bi moralekî bilind berê xwe da gundê Amara. Tevî dorpêça leşkerî, meşa “Rêzgirtina ji Îradeyê re” nîşan da ku 4ê Nîsanê hîna jî vîna herî mezin a çareseriya demokratîk e.
76 sal 76 meşale

2025: Endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya DEMê, ku di 1ê Nîsanê de bi dirûşmeya “Em bi civaka demokratîk ber bi azadiyê ve dimeşin” dest bi meşê kirin, di 3yê Nîsanê de gihîştin Xelfetiyê. Gelek kes ji herêm û bajarên cuda yên Tirkiyeyê, her wiha endam û hevşaredar beşdarî festîvalê bûn.
Di 3yê Nîsanê de, li “Parka 4ê Nîsanê” ya li navenda navçeya Halfetiyê pîrozbahî bi muzîk, axaftin û govendê hat lidarxistin. Jinan bi pêşengiya TJAyê ji bo rojbuna 76an a Abdullah Ocalan meşek li dar xist û 76 meşale pêxistin. Pîrozbahî wek festîvalekî pêk hatin. Di vê pîrozbahiyê de Abdûlalh Ocalan ji ciwanan re peyamek şand. Di peyama xwe ya ku di festîvalê de hat xwendin de, Ocalan 4ê Nîsanê wekî “Ronesans” û “ji nû ve jidayikbûnê” pênase kir. Bal kişand ser girîngiya rêxistinbûn, sosyalîzm û civakbûnê û bang li ciwanan kir ku li her derê xwe birêxistin bikin.












