Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê navên 2 kesên sivîl ên ku duh di êrişa dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter de li ser bendava Tişrînê de hatibûn kuştin, eşkere kir.
Duh dorên dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter êrişî nobedarên li Bendava Tişrînê kiribûn û di encamê de 2 kes hatibûn kukştin û 21 sivîl jî birîndar bûbûn.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê navên her du welatiyan eşkere kir.
Navên her du welatiyan wiha ne: Hezna Ebdê (endama Hêzên Parastina Civakê-Jin) û Mihyedîn Hisên Umer (endamê Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD).
Her du qurbanî ji Qamişloyê ne û roja 21ê Kanûnê ji bo nobedariya bendavê bi karwanekî şêniyan re çûbûn Bendava Tişrînê.