CHPê navên endamên xwe yên tev li komîsyona li Meclisê bibin eşkere kir. 10 parlamenterên CHPê di komîsyonê de dê cih bigirin.
Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Meclîsê komîsyonek tê avakirin. Partiyên dê beşdarî komîsyonê bibin endamên xwe diyar dikin. Partiya Gel a Komarê (CHP) endamên xwe yên tev li komîsyonê bibin eşkere kir.
Li gorî zanyariyan endamên CHPê ku di komîsyonê de cih bigirin ev in: Sezgîn Tanrikulu, Turkan Elçî, Zeynel Emre, Murat Emîr, Gokçe Gokçen, Okan Konuralp, Murat Bakan, Sureyya Oneş Derîcî, Turan Taşki Ozer û Oguz Kaan Salici.