Navên hevserok û endamên şandeya Kurdî ya ji bo diyaloga bi desthilata Şamê re bikin, hatin aşkerakirin.
Şandeya Kurdî ya piştî “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” hatiye avakirin, daxuyaniyek çapemeniyê ya nivîskî da.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya nivîskî ya hevserokan de, şandeya Kurdî ya li gorî biryara “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” ya ku di 26ê nîsaanê li Qamişloyê hatiye lidarxistin de hatiye avakirin, navên hevserokên şandeyê û endamên wê hatin aşkerakirin.
Li gorî daxuyaniyê, şandeyê di 4ê Hezîranê de bi beşdariya Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û Rohilat Evîn û endama Dîwana Konferansê Îham Ehmed, civîna damezrîner li dar xist.
Endamê şandeyê, hevserokên wê kî ne û sîfetên wan çi ne?
Hevseroka şandeyê Perwîn Yûsiv, hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ye.
Hevserokê şandeyê Mihemed Îsmaîl, serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ye.
Endamên şandeyê ev in:
Aldar Xelîl, endamê Desteya Serokatiyê ya PYD’ê ye.
Rîhan Loqo, berdevka Kongra Star e.
Ehmed Silêman, cîgirê Sekerteriya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (P.D.P.K-S) ye.
Silêman Oso, endamê Desteya Serokatiyê ya ENKS’ê ye.
Selah Derwêş, Sekertêrê Partiya Demokrat a Pêşerojê ya Kurd li Sûriyeyê ye.
Nesredîn Îbrahîm, Sekretêrê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El Partî) ye.
Feysel Yûsiv, berdevkê ENKS’ê ye.