Pergala komunê pergala jiyana hevpar e. Navenda parvekirina jiyana mirovahiyê ye. Navenda civakbûyînê ye. Navenda meşa hevpar a ber bi siberojê ye.
Komun koka xwe ji komê digire. Koma mirovan. Koma mirovên ku bi hevre di nava tifaq, yekîtî, karbeşî, hevsengiyê de dijîn in. Bi hevre xwarin dixwin, bi hevre xwe diparêzin, bi hevre neçîrê dikin, bi hevre li xwarinê digerin û bi hevre dijîn. Bi hevre hildiberînin. Êşên wan û şahiyên wan hevpar in. Hemû jiyana wan bi hevre ye. Bi hevre têr in û bi hevre birçî ne. Komun di heman demê de klan e. Koma mirovan a biçûk e. Civaka ku têkiliyên wê ji derve re girtî ye. Hemû pêdiviyên xwe bi hevre û di nava xwe de çareser dike. Komun beriya serdema neolîtîk klan bûn. Piştî re bûn qabîle û eşîr.
Mirovên endamên Komunê her tiştê wan ji bo hev in. Tu jiyana wan a tekakesî tune ye. Tenê ji bo xwe nafikirin û najîn. Xwedî fikra hevpar in. Ji ber vê yekê êşên wan jî şadiya wan jî hevpar e. Hestê şexsekê-î hestê civakê nîşan dide. Hestê civakê jî hestê şexs nîşan dide. Çawa ku kes hebûna xwe û parastina xwe di civakê de dibine, civak jî ew qas kes diparêze û wekî parçeyekî xwe dibîne. Êş û şahiya wî wekî êş û şahiya xwe hîs dike û dijî. Ji ber vê yekê ji komun û qlanan de dibêjin civaka ahlaqî û polîtîk. Fikrên wan hev parin. Sincê wan jî hev par in.
Rêber Abdullah Ocalan di perspektifa xwe ya dawî de qala têkiliya komun û dewletê dike. Çima pêwistî bi jiyana komun û kamunal heye bi berfirehî qal dike.
Rêber Abdullah Ocalan di perspektifa xwe de dibêje komun li ku ye? Qala komuna Parîsê dike. Qala komuna Rûsyayê dike. Rêber Abdullah Ocalan hem dîroka dewletbûnê û hem jî dîroka civaka ahlaqî û polîtîk baş xwendiye û lêkolîn kiriye. Destnîşan dike ku çareserî di civaka komunal û civaka ahlakî polîtîk de ye. Dewletê li dijî civakîbûnê dibîne û pergala dewletê rexne dike.
Rêber Abdullah Ocalan di hin hevdîtinên xwe yên bi parêzeran re dibêje ‘Eger dewletê di sêniya zêrîn de jî pêşkêşî min bikin, ez ê qebûl nekim’ Vê gotinê hêj 20 sal berê bi raya giştî re parve dike. Ji ber ku dizane dewlet bi xwe re îktîdar, serdestî, tundiyê tîne. Cihê dewlet lê hebe, hêza serdestî û tepisandinê heye. Cihê ku dewlet lê hebe, koletî û kedxwarî heye.
Lê cihê ku komun lê hebe; parvekirin, wekhevî, aştî, edalet, tifaq, hezkirin, hembêzkirin û yekîtî heye. Cihê ev taybetmendiyên ku me li jor rêz kir hebe, hêz û parastin heye.
Rêbe Abdullah Ocalan îro komunan û şaredariyan dişibîne hev. Lê dema mirov lê dinere dibîne ku şadarî ketine kontrola dewletê. Şaredarî ji rastiya xwe dûr ketine. Li şûna ku li gorî pêdivî û daxwazên civakê xizmetê bike û projeyên ji bo gel pêş bixe, bêtir li gorî pîvanên ku dewletê bi zagonan xêz kiriye tev digerin. Ev jî dibe sedema ku şaredarî ji xizmeta civakê û pîvanên komunê dûr bikevin. Her çend şaredariyên gel hewl bidin li gorî paradigmaya Civaka ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê tev bigerin jî tê dîtin ku dîsa şaredarî di xizmeta ji bo civakê de xwe bi zagonên dewletê bi sînor dike.
Şaredarî bi zagonên dewletê ji rastiya komunan hatine dûrxistin. Dema nêzî pergala komunan dibe jî vê carê desthilat bi qeyûman şaredariyan ji deste gel derdixin. Ji ber polîtîkayên dewletê yên li ser şaredariyan, êdî şaredarî bêyî li gorî daxwaz û pêdiviyên civakê tev digere û her diçe şaredarî û civak tên beramerî hev. Şaredariyên ku li gorî pîvanên komunan tev negerin ji civakê û gel dûr dixevin. Ji ber ku gel xwe di vê komunê de nabîne.
Peyva komun bi latînî “communis” yanî “parvekirin” e. Navenda debara hevpar e. Hemû çavkaniyên debarê û jiyanê hevpar in. Dîsa hemû xebat û çalakiyên baweriyê jî hev par in. Ax, zevî, xanî, mal û mulk hevpar in. Hilberîn bi keda hevpar tê kirin. Parastin bi têkoşîneke hevpar tê kirin.
Prof. Yaacov Oved, komunê wekî “Koma ku endamên wê bi vîna azad li gorî hêz, pêdivî û hunera xwe di nava parvekirina hevpar de ye.
Nivîskar Barry Shenker, komunê wekî “Civakên bi zanebûn” pênase dike. Têgeha “Civakên bi zanebûn” di wateya civaka bi rêxistin de hatiye vegotin. Civakên ku li gorî bawerî, firk û armanceke hevpar xwe bi rêxistin kirine ye.
Wekî encam komun mirov û civaka ku li gorî bîr û baweriyekê xwe bi plan, dîsîplîn, bi rêxistin kiriye ye.
Doktorê Avustralyayî Bill Metcalf di pirtûka xwe de wiha qala komunan dike: “Jiyana komunal, an di komunekê de pêk tê, an jî di civakên bi rêxistinkirî de pêk tê. Endamên komunê ji bo armancek hevpar û jiyaneke hevpar dijîn. Bi hevre biryaran digirin. Endamên komunê li hemberî hev berpirsiyar in.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî komun wekî şaredariyê pênase dike. Dibêje wekî şaredariyê ye. Lê naveroka wê hatiye valakirin. Wekî “Civakbûyîna Mezin” pênase dike. Malbatê jî wekû komun pênase dike. Destnîşan dike ku malbat jî klan jî eşîr jî tev ji komunê hatine, lê hundirê pergala wan hatiye pûçkirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje ‘Kesên ku komuna wan tune be nikarin bibin rêhevalê min.’