Enqere – Bazarvanên Enqereyê ku em bi wan re axivîn destnîşan kirin ku welatî ji ber bihabûnê nikarin dan û standinê bikin û gotin: “Para gel di budçeya sala nû de tune ye. Divê budçe zêdetir ji bo aboriya welatiyan bê veqetandin.”
Li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê krîza aborî ya heyî her ku diçe kûrtir dibe. Krîza aborî û bihabûn bandorê li ser hemû qadên jiyanê dikin. Welatî ji ber bihabûnê edî hatine asta ku nikarin debara xwe bikin. Krîza aborî û bihabûn herî zêde jî bandorê li ser jiyana welatiyên bi muçeya kêmtirîn debara xwe dikin û li dikandarên biçûk dike. Bi destpêkirina Pêşniyara Budçeya Rêveberiya Navendî ya Tirkiyeyê ya sala 2026an ve çavên welatiyan lê bûn ku budçeya îsal ji bo pêdiviyên gel bê pêşniyar kirin. Lê tevî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatiyê destpêkirin jî budçeya îsal jî herî zêde ji bo “Ewlehiyê” ango şer hatiye veqetandin.
Budçeya “Ewlehiyê” ya îsal weke 2 trîlyon û 155 milyar lîre hat pêşniyarkirin û ev jî ji sedî 11ê budçeyê dike. Ji bo hemû welatiyên ku ji dewletê alîkariyê wergirin jî weke 2 trilyon û 382 milyar lîre hatiye veqetandin û ew jî ji sedî 12ê budçeyê dike. Budçeya hemû welatiyên li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê dijîn hema bêje qasî budçeya “Ewlehiyê” ye. Bendewariya welatiyên ku li benda budçeyeke baş bûn jî pêk nehat. Li Bazara navçeya Batikent a Enqereyê em bi bazirganên ku li bajarên bakurê Kurdistanê hatine û li Enqereyê bi karê bazarvaniyê mijûl dibin re derbarê budçeya sala nû û bihabûnê de axivîn.
‘Bila ji gel re budçe bê veqetandin’

Yek ji bazarvanan Orhan Îlkûtlû anî ziman ku ji ber bihabûnê welatî nikarin dan û standinê bikin û wiha got: “RewŞa aboriyê ya welatiyan ne baş e. Welatî nikarin debara xwe bikin. Weke berê êdî kes nayê bazarê û dan û standinê nake. Sedema vê jî bihabûn e. Hertişt biha bûye. Em jî weke berê nikarin kar bikin. Gel ji budçeya sala nû sûd nagire. Bi muçeya kêmtirîn kes nikare debara xwe bike. Budçe bila ji gel re bê veqetandin. Dema em tezgeha xwe kom dikin welatî tên bermahiyên mayî li bazarê kom dikin. Çima welatî bermahiyên bazarê kom bikin? Bila ji gel re jî budçe bê veqetandin ku bi rihetî bikarin debara xwe bikin.”
‘Ew ne budçeya feqîran e’

Erol Şukruoglû ku bi eslê xwe ji Qersê ye û ji ber aboriyê neçarî koçberiyê bûye, 25 sal in li Enqereyê bi karê bazarvaniyê ve mijûl dibin. Erol Şukruoglû diyar kir ku berê rewşa bazarvaniyê baş bû lê di van salên dawî de ji ber rewşa aboriyê nebaş e. Erol Şukruoglû sedema vê yekê weke bihabûnê nîşan daye û wiha got: “Edî li Tirkiyeyê hilberîn tune ye. Tu kes li gundan nema. Hemû li bajaran in. Dema hilberîn nebe hertişt li derve tînin û ew jî dibe sedema bihabûnê. Ji ber bihabûnê jî welatî nikarin dan û standinê bikin. Gel di budçeya sala nû de tune ye. Ew ne budçeya feqîran e. Budçeyê di nav xwe de parve dikin û bermahiyeke biçûk jî didin gel. Daxwaza me ew e ku edalet pêk were û hemû kes bikarin debara xwe bikin.”
‘Her ku diçe bazarvan li bazarê kêm dibin’

Yek ji bazarvanan Îshak Aras jî bertek nîşanî bihabûnê da û wiha axivî: “Welatî tên bazarê bertek nîşanî me didin. Tukes nabêje sedema vê bihabûnê çi ye. Bertek nîşanî bihabûnê didin lê sedema wê napirsin. Em jî naxwazin bihabûn hebe. Em jî dixwazin erzan be ku em jî bikarin bifiroşin. Her ku diçe bazarvan li bazarê kêm dibin. Edî tu kes nikare bi bazarvaniyê debara xwe bike. Ji ber wê jî mirov dev ji bazarvaniyê ber didin. Her tişt biha bûye. Divê dewlet pêşiya bihabûnê bigire. Heke pêşiya bihabûnê negirin muçeya kêmtirîn zêde bikin jî tiştek naguhere.”
Hemwelatiyên hatibûn dan û standinê bikin jî bertek nîşanî bihabûnê dan û diyar kirin ku ji ber bihabûnê ew nikarin tiştekî bikirin.





















