Her hefte li navçeya Bajarê Nû ya Amedê, li ser rêya navçeya Erxeniyê bazara wesayîtan tê vekirin. Sedan xwediyên wesayitan di saetên serê sibehê de wesayîtên xwe tînin bazarê û hewldidin bifiroşin. Li Tirkiye ji ber buhabuna benzîn û mazotê wesayit kêm tên kirîn û firotin.
Şêniyên bajêr ku dixwazin wesayitan bikirin tên li bazarê digerin. Welatiyên li nava bazarê digerin herî zêde ji ber bûhabûna wesayitan bi gazincin.
Di van salên dawî de ji ber buhabûna benzîn û mazotê li Tirkiye yê êdî wesayît ne têne kirîn û ne jî têne firotin.
Li gorî çavkaniya Petrola Tirkiye yê di sala 2020an de lîtreya mazotê 5 Lîre û 99 kuruş ya benzînê jî 5 lîre 25 kuruş bû.
Di navbera 5 salan de buhabûna lîtreyek mazotê derket 44 lîre û 30 kuruşî ya benzînê jî derket 45 lîre 19 kuruş.
Li Amedê buhaya lîtreya benzînê 46 lîre 6 kuruş, buhaya lîtreya mazotê 46 lîre 45 kuruş e.
Ji ber ku li Tirkiye piyasaya serbest heye, li gorî bajaran bûhabûna mazot û benzînê diguhere.