Alîgirên tîma Bûrsasporê heqaret li siyasetmedara Kurd Leyla Zana kiribûn. Derbarê rojnameger Omer Tur ê nerazîbûna xwe nîşanî van heqaretan dabû, lêpirsîn hate destpêkirin.
Maça Bursaspor-Somasporê di 16ê Kanûnê de li Somasporê pêk hatibû. Di maçê de alîgirên nijadperest ên Bursasporê siyasetmedara Kurd Leyla Zana kirin hedef û çêr û heqaretên zayendî lê kirin. Pişt re li dijî van çêr û heqaretan gelek beşên civakê bertek nîşan dan. Bi sedhezaran kesan jî li ser platformên medya dîjîtal nerazîbûn nîşanî heqaretên li dijî Leyla Zana hatin kirin dabûn û xwestibûn lêborîn bê xwestin. Endamê Kongreya Bursasporê Şahan Alp jî li ser medya dîjîtal heqaretên alîgirên tîma xwe parastibûn û piştgiriya xwe anîbû ziman.
Hem heqaretan parast hem jî doz da vekirin
Derbarê rojnameger Omer Tur de ku wê demê nerazîbûna xwe nîşanî parvekirina Endamê Kongreya Bursasporê Şahan Alp dabû, lêpirsîn hate destpêkirin. Li ser vê yekê duh rojnameger Omer Tûr ji bo îfadeyê bide çû Qereqola Polîsan a Rezanê û îfade da. Omer Tûr li vir hîn bû ku di encama giliyê Şahan Alp de Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê derbarê wî de lêpirsîn vekiriye.
Ne heqaret lê nerazîbûn tên darizandin
Hêjayî gotinê ye ku şûna Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê derbarê kesên heqaret li siyasetmedara Kurd Leyla Zana kirine lêpirsînê bide dest pê kirin, derbarê rojnameger Omer Tur de lêpirsîn daye destpêkirin.













