• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Berxwedana Serok Apo û gelê me peyman da îmzekirin’

    ‘Berxwedana Serok Apo û gelê me peyman da îmzekirin’

    Neslîhan Şedal: Armanca êrişan têkbirina paradîgmaya neteweya demokratîk bû

    Neslîhan Şedal: Armanca êrişan têkbirina paradîgmaya neteweya demokratîk bû

    ‘Divê ev peyman bibe mayîndekirina aştî û azadiyê’

    ‘Divê ev peyman bibe mayîndekirina aştî û azadiyê’

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 1ê SIBATA 2026an

    Zêdetirî 500 kamyon alîkarî gihîşt herêma Cizîrê

    Zêdetirî 500 kamyon alîkarî gihîşt herêma Cizîrê

    Partî û hêzên siyasî yên Rojava: Lihevkirin gaveke dîrokî ye

    Partî û hêzên siyasî yên Rojava: Lihevkirin gaveke dîrokî ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Berxwedana Serok Apo û gelê me peyman da îmzekirin’

    ‘Berxwedana Serok Apo û gelê me peyman da îmzekirin’

    Neslîhan Şedal: Armanca êrişan têkbirina paradîgmaya neteweya demokratîk bû

    Neslîhan Şedal: Armanca êrişan têkbirina paradîgmaya neteweya demokratîk bû

    ‘Divê ev peyman bibe mayîndekirina aştî û azadiyê’

    ‘Divê ev peyman bibe mayîndekirina aştî û azadiyê’

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 1ê SIBATA 2026an

    Zêdetirî 500 kamyon alîkarî gihîşt herêma Cizîrê

    Zêdetirî 500 kamyon alîkarî gihîşt herêma Cizîrê

    Partî û hêzên siyasî yên Rojava: Lihevkirin gaveke dîrokî ye

    Partî û hêzên siyasî yên Rojava: Lihevkirin gaveke dîrokî ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Neslîhan Şedal: Armanca êrişan têkbirina paradîgmaya neteweya demokratîk bû

Onder Akbulut / AW

1 SIBAT 2026 - 09:08
Kategorî: MANŞET, ROJANE, VÎDEO, WÊNE
A A
Wan – Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal di derheqê êrişên li ser Rojava û peymana di navbera HSDê û Hikumeta Demkî ya Şamê de hatiye îmzekirin axivî û got: “Armanca wan têkbirina paradîgmaya neteweya demokratîk û azadiya jinê bû.”

Hêzên hegemon sed sal berê bi Peymana Lozanê, Rojhilata Navîn li gor berjewendiyên xwe dîzayn kirin û Kurdistan di nav 4 dewletan de parçe kirin, gelê Kurd bêmaf û statû hîştin. Îro jî dîsa bi haman armancê komployeke nevdewletî li ser gelê Kurd tê ferzkirin. Ji bo ku gelê Kurd di sedsala 21mîn de jî bêstatu bihêlin, bi destê çeteyên cîhadîst yên ku ji Tirkiyeyê piştgiriyê digirin, li Rojavayê Kurdistanê êrişî gelê Kurd dikin ku ev 15 sal in Kurde li herêmê xwe bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Demokratîk Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê esas digre, birêxistin dikin û bi rê ve dibin. Lê gelê Kurd ê ku li çar aliyê Kurdistanê û cihanê xwe rêxistin kirine bi dostên xwe re li dijî vê komploya navdewletî bertekên xwe bi awayekî çalak nîşan dan da ku komlo nehije armanca xwe. Di encama vê helwesta gelê Kurd ya neteweyî de Hikumeta Şamê ya cîhadîst û hêzên hegemonîk neçar man ku bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hevpeymanekê îmze bikin.

Li gorî peymana ku di 29ê Çileyê de hatiye ragihandin gelê Kurd yê li Rojavayê Kurdistanê dê hêza xwe ya leşkerî, hêzên asayîşê û xweseriya xwe bi awayekê rêxistî biparêze. Mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê dê bikar bîne.

Derheqê peymana hatiye îmzekirin û berxwadana gelê Kurd de Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal a qeyûm li şûna wê hatiye tayînkirin ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Hevpeyman encama berxwedanê ye’

Neslîhan Şedalê bi bîr xist ku demeke li ser gelê Rojava bi piştgiriya hêzên navneteweyî û dewleta Tirkiyeyê, bi pêşengiya çeteyên HTŞê êrişeke mezin û komloyeke berfireh tê meşandin û got: “Li dijî van êrişan gelê Kurd û dostên xwe li ber xwe didan, di encama vê berxwedanê de jî peymanek hat îmzekirin. Di vê peymanê de destketiyên Şoreşa Rojava heta astekî tên parastin. Heta niha gelê Kurd bêstatu bûn, mafê wan ê zemînê siyaseta demokratîk, xwe îfadekirinê, bi çand û zimanê xwe jiyanê tune bû. Gelê Kurd ber bi tunebûnê ve diçû. Lê wekî tê zanîn piştî êrişên DAIŞê yên 2014an gelê Kurd li Rojava bi pêşengiya jinan şoreşek pêk anî. Bi vê şoreşê gelên ku li Rojava dijîn jiyaneke demokratîk û azad saz kiribûn.”

‘Berxwedana gelê Kurd armanca wan vala derxist’

Di berdewama axaftina xwe de Neslîhan Şedalê êrişên li ser Rojava wek komployeke navneteweyî pênase kir, bal kişand ser armancên wê û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: “Hêzên navneteweyî li dijî vê jiyanê di 6ê çileyê de komployek li ser gelê Kurd ferz kir. Armanca wan têkbirina paradîgmaya neteweya demokratîk û azadiya jinê bû. Armanceke din jî ew bû ku di navbera gelê Kurd û Ereb de şer derxin. Berxwedana gelê Kurd ev armancên wan vala derxist. Peyman jî vê yekê piştrast dike. Xala peymanê ya herî girîng jî qebûlkirina hêzên parastinê yên cewherî ye. Dîsa hebûna gelan ya siyasî û statû heta astekê hatiye qebûlkirin. Mafê gelê Kurd yê perwerdehiyê jî hatiye nasîn.”

‘Em hêvî dikin ku Kongreya Neteweyî li Rojava pêk were’

Neslîhan Şedalê diyar kir ku di encama vê pêvajoyê de mijareke herî girîng jî helwesta gelê Kurd a yekitiyê bû û wiha berdewam kir: “Li hemû qadan gelê Kurd got ‘Rojava Kurdistan e, Kurdistan Rojava ye’. Ji bo ku ev xalên di peymanê de bikevin meriyetê divê gelê Kurd tifaqa xwe xurtir bike. Em di wê hêviyê de ne ku serok û hevserokên partiyên siyasî, saziyên sivîl werin ba hev di bin sîwanekî de yekitiya xwe misoger bikin. Em hêvî dikin ku Kongreya Neteweyî ya gelê Kurd li Rojava pêk were.”

‘Xwedîderketin Rojava xwedîderketina Rêzdar Abdullah Ocalan bû’

Di dawiya axaftina xwe de Neslîhan Şedalê ser êrişên li dijî paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sekinî û wiha pê de çû: “Di banga 27ê Sibatê de jî Rêberê Gelê Kurd Rêzdar Abdullah Ocalan xwestibû ku siyaseta demokratîk, muzakere û entegrasyona demokratîk bê esasgirtin. Em dizanin li Tirkiyeyê jî li Rojava jî bi polîtîkayên şerê taybet dixwazin wisa nîşan bidin ku paradîgmaya biratiya gelan têk çûye. Lê di vê pêvajoyê de serî rakirina gel, xwedîderketina li Rojava di heman demê de xwedîderketina li Rêzdar Abdullah Ocalan bû.”

Etîket: Hedefgirtina ParadîgmayêHevşaredara Wanê Neslîhan Şedal
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (8)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne