Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi daxuyaniyekê ragihand ku Îsraîl û Amerîkayê ji bo rejîma Îranê ji holê rakin operasyoneke leşkerî ya hevpar dane destpêkirin.
Netanyahu di peyama xwe ya ji bo welatiyên Îsraîlê de diyar kir ku ev operasyon bi hevkariya Serokê Amerîkayê Donald Trump tê meşandin. Netanyahu spasiya Trump kir û got: “Rejîma Ayetullah 47 sal in qêrîna mirin ji bo Îsraîl û Amerîkayê dike. Divê ev rejîm nebe xwediyê çekên nukleerî ku tevahiya mirovahiyê tehdîd dike.”
Bang li Kurd, Belûc, Azerî û Farsan kir: Em Îranek azad dixwazin
Serokwezîrê Îsraîlê di axaftina xwe de bang li gelên Îranê kir ku qedera xwe hildin destê xwe. Netanyahu wiha got: “Dem hatiye ku hemû pêkhateyên Îranê Fars, Kurd, Azerî, Belûc û Ahvazî nîrê zilmê bavêjin û Îraneke azad û aştîxwaz ava bikin.”
Netanyahu navê operasyonê wekî Qîrîna Şêr eşkere kir û daxwaz ji welatiyên xwe kir ku li hemberî êrîşên îranê guhdariya talîmatên Fermandariya Navxweyî bikin.













