Tê payîn ku Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû di civîna xwe ya bi Serokê DYAyê Trump re di 29ê Kanûnê de hewl bide ku Washington balefirên şer ên F-35 nefiroşe Tirkiyeyê.
Serokwezîrê Îsralîlê Benjamîn Netanyahû di 29ê Kanûnê de ji bo hevdîtina bi Serokê DYAyê Donald Trump re diçe Washingtonê. Li gorî çavkaniyên dîplomatîk ji rojevên Netanhayû yek astengkirina jî firotina balefirên şer ên F-35 ji bo Tirkiyeyê ye.
Kûşner û Setve Wîtkoff û lobiya Cihû di dewrê de ye
Li gorî çavkaniyên dîplomatîk Netanyahû li ser vê mijarê bi kesayetên nêzîkî Îsraîlê Jared Kushner, Steve Witkoff û lobiya cihûyan re di nav têkiliyê de ye. Li gorî çavkaniyan Netanyahû ji bo Trump balefiran nefiroşe Tirkiyeyê dê çi ji destê wê bê bike. Her wiha Netanyahû dê raporên îstîxbarî û leşkerî yên ji hêla saziyên Îsraîlê ve li ser talûkeyên firotina van balefiran ji bo Tirkiyeyê ji Trump re ragihîne. Li gorî saziyên Îsraîlê taybetiyên gelek girîng ên komkirina îstîxbaratê ya F-35an heye û ev yek ji bo Îsraîlê dibe sedema fikarên mezin.
‘Me bi F-35ê pergala hewayî ya Îranê têk bir’
Li gorî agahiyên çavkaniyên leşkerî dayîn çapemeniya Îsraîlê ku DYA balefirên F-35 bide Tirkiye û Erebistana Siûdî dê ji bo wan bibe xeteriyek mezin. Heman çavkaniyan diyar kirin ku bi taybetiyên F-35an di dema şerê bi Îranê de pergala hewayî ya Îranê têk birine û diyar kir ku divê avantaja F-35an li herêmê di destê Îsraîlê de be.













