• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hikûmeta demkî li Dêr Hafirê êrîşî HSDê kir

    Hikûmeta demkî li Dêr Hafirê êrîşî HSDê kir

    ‘Dewlet mafên zarokan binpê dikin’

    ‘Dewlet mafên zarokan binpê dikin’

    Komeleya Wêjekarên Kurd panelek li dar xist

    Komeleya Wêjekarên Kurd panelek li dar xist

    Bi girseyî çûne şîna Çiya Farqîn

    Bi girseyî çûne şîna Çiya Farqîn

    Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hat betalkirin

    Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hat betalkirin

    Polîsan 11 jin binçav kirin

    Polîsan 11 jin binçav kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hikûmeta demkî li Dêr Hafirê êrîşî HSDê kir

    Hikûmeta demkî li Dêr Hafirê êrîşî HSDê kir

    ‘Dewlet mafên zarokan binpê dikin’

    ‘Dewlet mafên zarokan binpê dikin’

    Komeleya Wêjekarên Kurd panelek li dar xist

    Komeleya Wêjekarên Kurd panelek li dar xist

    Bi girseyî çûne şîna Çiya Farqîn

    Bi girseyî çûne şîna Çiya Farqîn

    Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hat betalkirin

    Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hat betalkirin

    Polîsan 11 jin binçav kirin

    Polîsan 11 jin binçav kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Netanyahû: Em bi DYAyê re li ser mijara Sûriyeyê hemfikir in

Navenda Nûçeyan /AW

16 KANÛN 2025 - 16:10
Kategorî: CÎHAN, MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Serokwezîrê Îsaîlê Benjamîn Netanyahû piştî hevdîtina duh bi Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Trmup Tom Barrack re pêk anî, daxuyand ku DYA û Îsraîl di mijara Sûriyeyê de hemfikir in. Fermandarê malnişîn ê Îsraîlê Yagur jî anî ziman ku ji çar armancên Îsraîlê yên li Sûriyeyê yek jî ew e ku tu hebûna Tirkiyeyê li vî welatî tune be.

Serokwezîrê Îsaîlê Benjamîn Netanyahû duh bi Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Trump, Tom Barrack re hevdîtin pêk anîbû. Wezîrên karên hundir û derve, serfermanderê giştî û berpirsyarên saziyên ewlehiyê yên Îsraîlê jî tev li civînê bibûn. Barrack di parvekirina li ser hesaba xwe ya Xê de diyar kiribû ku hevdîtineke gelek çêker kirine. Netanyahû îro li ser mijarê axivî û diyar kir ku DYA û Îsraîlê têkildarî mijara Sûriyeyê hemfikirin û wiha got: “Em li ser gefên ji aliyê Sûriyeyê ve pêk tên rawestiyan. Her du welat jî xwedî daxwazin ku li hemberî van gefan rawestin. Her wiha ji bo hevîtinên peymaneke van gefan bi tevahî ji holê rake jî em li hev hatin.” Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Îsraîlê derketin de jî çavkaniyên ewlehiyê anîn ziman ku piştî hevdîtina duh êdî her du alî jî dizanin ka dê çi bikin.

‘Divê tu hebûna Tirkiyeyê li Sûriyê tune be’

Fermandarê malnişîn Amît Yagur jî ji çapemeniya Îsraîlê re axivî û ev nirxandin kirin: “Çar hedef û armancên Îsraîlê li Sûriyeyê hene. Yek, divê Sûriye nebe wekîlê Tirkiyeyê. Didu, divê di serî de leşkerî tu hebûnên Tirkiyeyê tune bin. Sisê divê çekdarên Golanî li herêmên nêzîk sînorê Îsraîlê cih nebin. Çar, divê komkujiyên nû li hemberî gelê Durzî pêk neyê û destûr neyê dayîn Sûriye vegere dewleteke şerîatê. Divê em armanca bi awayekî israr bên parastin û peymanên tevgera Îsraîlê asteng dikin, neyên qebûl kirin.

‘Tirkiye dixwaze Hamasê biparêze’

Wezîrê Karên Derve û Wezîrê Parastinê yê berê Lieberman jî li ser israra Tirkiyeyê ya çûyîna Xezayê sekinî û wiha axivî: “Li cîhanê niha dewleta bi israr dixwaze bê Xezayê tenê Tirk in. Ev pêvajoyeke bi cihbûnê ye. Ger ku bên kes nikare wan ji Xezayê derbixe. Ev yek jî dê operasyonên me yên li Xezayê asteng bike. Ji bo bêçekkirina Hamasê nayên, ji bo parastina Hamasê dixwazin bên.” Lieberman balkişand ser îhtîmala kirîna balefirên F-35 jî û wiha domand: “Ger Tirkiye van balefiran ji Amerîkayê bikire, li Sûriyeyê cih bibe û heta Xezayê bê, dê dengeya hêzê ya herêmê bi awayekî dramatîk biguhere. Ev yek niha min gelek aciz dike.”

Etîket: Benjamîn NetanyahûSûriyeTom Barack
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Hikûmeta demkî li Dêr Hafirê êrîşî HSDê kir

Hikûmeta demkî li Dêr Hafirê êrîşî HSDê kir

16 KANÛN 2025
Barrack peyamên Îsraîlê ragihandin Enqereyê

Barrack peyamên Îsraîlê ragihandin Enqereyê

16 KANÛN 2025
Barrack dê bi Netanyahû re Sûriyeyê nîqaş bike

Barrack dê bi Netanyahû re Sûriyeyê nîqaş bike

15 KANÛN 2025
Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

13 KANÛN 2025
Netanyahû dê ji bo ku Amerîka F-35 nede Tirkiyeyê hewl bide

Netanyahû dê ji bo ku Amerîka F-35 nede Tirkiyeyê hewl bide

13 KANÛN 2025
Newsweekê têkiliyên HSD-Îsraîl û HTŞê girt rojeva xwe

Newsweekê têkiliyên HSD-Îsraîl û HTŞê girt rojeva xwe

13 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (299)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne