Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu diyar kir ku hêzên wan nîvê şerê xwe yê li Îranê temam kirine û Artêşa Îsraîlê jî ragihan ku ew amadene û dê çend hefteyên din jî şerê xwe yê li dijî Îranê bidomînin.
Artêşa Îsraîlê û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu derbarê şerê li dijî Îranê de li ser hev daxuyanî didin. Di daxuyaniya ku îro hat dayîn de artêşa Îsraîlê diyar kir ku hêzên wan ji bo di pevçûnên hefteyên pêş de amade ne. Serokwezîrê Îsraîlê jî rojek beriya vê daxuyaniyê ji çapameniya Amerîkayê re got ku hêzên wan di şerê li dijî Îranê de nîvê karên xwe temam kiriye.
Artêşa Îsraîlê: Ku siyaset biryar bide hêza me ya şer heye
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Nadav Shoshani di daxuyaniya çapameniyê de pirsa helwesta şer ya artêşa Îsraîlê jê hat kirin û bersiv da û got: “Biryarên derbarê demê de berpirsiyarî ya siyasetê ye. Em amade ne ku çend hefteyên din operasyonan pêk bînin. Armancên me, cebilxaneya me û personelên me hene. Ev li ser biryara serokatiya siyasî ye.”
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu jî duh ji medyaya Amerîkî re gotibû, “Bêguman nîvî şer derbas bûye” lê red kiribû ku demeke diyar bide. Her wiha Netanyahu wiha got: “Ev ji ayê peywirên ku hatine kirin de wisayê ne ji iliyê demê ve.
Marco Rubio: Şer dê bi hefteyan bidome ne bi mehan
Êrişên li ser Îranê di 28ê Sibatê de dest pê kir. Serokê Amerîkayê Donald Trump di destpêkê de diyar kiribû ku êriş dê di navbera çar û şeş hefteyan de bidomin. Lê belê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio duh diyar kiribû, “Şer dê bi hefteyan bidome, ne bi mehan.”













